Malper | Kurdî | Endam | Salihê Omerî | Evdalê Zeynê

Evdalê Zeynê

Mezinahîya Nivîsê: Decrease font Enlarge font
image

Di wextekî da hebûye Surmelî - paşa, li zozananê jorî hukum dikir. Dengbêjekî wî hebûye, jêra digotin Evdalê Zeynê, şaîrê dinê, şalûr û bilbilê dîwana Surmelî - paşa. Gava li dîwana rûnişta tu kesî nikarîbû li berê devê xwe veke, kilam bêje. Heft cotê kotana ji terefê paşê li deştê da dişuxulîn ser hesabê Evdalê Zeynê.

Du kurê wî hebûn: yek Temo, yek Silê. Pîreka wî ewilîn çûbû rehmetê. Pîreka wî çûbû, yekî din anîbû, jêra digotin Gulê. Û wê jî herdû kurê xwe nû zewicandibû.

Li dora berava, li qeza Tîgranakêrtê zilam hebûye, jêra digotin şêx Silê. Ew Yezîdî bû, navê pîreka wî Perîşanê bû. Ew jî di olka beravada tu kes nikarîbû kilam li ber wê bigota. şêx Silê dengbêjekî ji xwe razîbû. Çiqa seh bikra li ku dengbêj heye, diçû şerê wî.

Dibê, carkê baştucarek ji xwera li dinyayê gerîya, ji bo malê xwe bifroşe. Çû berê wî kete qesra Qasimîyê, cîyê Surmelî - paşa. Edetê baştucara ew bû, ku diketine bajarikî, kerwanê xwe, malê xwe teslîmî xulama dikirin, diçûne dîwanê mezin, ji bo xeberê xerîb seh bikin.

Dibê, ewî jî berê xwe da dîwana Surmelî - paşa çû şevbêhêrkê. Edetê Surmelî - paşa ew bû, çawa zilamê xerîb têketa dîwanê, yek bûya, deh bûya, ewî gazî xulamê xwey malê dikir, digo: “Xarinê ji mêvanara bînin bila bixun, emê hê bixun, emê piştra bixun” .
Wextê ew baştucar jî  rûnişt,  Surmelî -paşa dît  xerîb e, gazî xulam kir, go:

-Xarinê ji mêvan ra bînin bila bixwin.
Xarin anîn danîn ber mêvana xwarin , mêvan nihêrt ku sifreke zîv, du kefçîyê zêr hatine dîwanê. Gava mêvan çev pê ket, ji xwe re ma halê heyîrî. Di dilê xwe da mijul bû, ji xwera go: “Ez hewqa digerim, min ne dît tiştê ha. Çawa sifra zîv û kefçîyê zêr bê dîwanê. Xuya ye ev paşa gelekî zengîne”. Dibê, nihêrt xwrina paqij, li gorî qedrê sifrê hate ser sifrê. Surmelî - paşa gazî kir, go:

-Gazî Evdal kin, bila bê em şîvê bixwin. Edetê wî paşayî ew bû, ku heya Evdal ne hazir bûya, dengbêjê wî, ewî devê xwe nedida xarwinê.
Dibê, gazî Evdal kirin, hat bi paşê ra rûnişt, dest pê kirin xwarina xwe xwarin. Ewî baştucar jî hesab kir, go: “Ev zilam an birê wî ye, an wezîrê wî ye”.
Dibê, wextê xwrina xwe xilas kirin, Evdal destê xwe xiste guhê  xwe û kilam  got. Ewî jî, adetê wî ew bû, gava ku digo, dev jê bernedida, heya ku paşa bigota “bese” an jî razana.

Dibê, gava ku got usa xweş kir, ew baştucar lê ma heyirî. Di dilê xwe da got: “Xwezî ev dengbêj bi mi ra bigerîya, ewî mehê çiqa mehaş bixwesta, minê bidayê”. Got, heya paşa raza. Dîwan bela bû, baştucar jî rabû berê xwe da ba kerwanê xwe. Bes mihbeta kilamê Evdal ma dilê wî da. Serê sibehê kerwanê xwe bar kir ji qesra Qasimyê çû heya qeza Tîgranakêrtê.

Ew jî li pêşîya kerwanê xwe, li ser hespê xwe, suware, di kêleka gundekî re dimeşe diçin. Nihêrt, ku zilamek li ser bênderê qêrîna wî ye kilama dibêje, ji xwe ra kilam dibêje. Wextê ev baştucar dengê wî bihîst, Evdalê Zeynê kete bîra wî. Xwera hêdî go: “Xwelî li serê xwe kirî, bi kilamê xwe va”.
Ew dengbêj dengê wî bihîst. Gazî kir. go:

-Suwaro, te çi go?
Suwar gotê: -Min tiştek ne got.
Dengbêj gazî kir, dîsa go: - xwedê ji te razî, tê bêjî binerim te çi got.

Suwar lê vegerîya go: Ne maqûle tu kilam dibêjî. Go, kilam helale ji Evdalê Zeynê ra, şaîrê dinyê, şalûr û bilbilê dîwana Surmelî paşa, heft cotê kotana jî boy dengê wî li ser hesabê di deştê da dişuxule ji terefê paşa. Heya ew ne hazirbe Surmelî paşa devê xwe nade xwerinê. Xwerina wî û paşê li ser sifra zîv b kefçîyê zêr e. Helal e kilam ji wîra.Go, ê weke te, çiqa vira bêjî, kî haş (hay ji ) te heye ?
Ku ewî usa got, degnbêj qehirî, got:

-Tu min nas dikî ez kîme ?
Baştucar go: Tu kî bi jî, ne maqûle tu bêjî. Û çû gihîşte kerwanê xwe.
Dengbêj dev ji bêndera xwe berda, berê xwe da çû malê. Gazî pîreka xwe kir, go:

-Perîşanê, nanê min hazir ke.
Gava  wisa go, Perîşanê  fehim kir ku  hisa  dengbêjekî  kirîye. Gotê go:
-Şêx  Silê  eybe, qey tu nahêlî di mala xweda  jî ji xwera  stiranan bêje.
Şêx  Silê  go: Min ahd  kirîye, ku dengbêj ku hebe, ezê herme  şerê wî .

Dibê, nanê wî tûrik dagirt, şêx Silê çû.
Dibê, ew qesra Qasimyê nas nake, bes nihêrt kerwan ji wî welatê jorî va hat û wisa got, ew jî kete ser rê û meşîya.
Dibê, di rêda diçe û kilam dibêje, li dîwana dibe mêvan, kilam dibêje. Dipirse û diçe qesra Qasimîyê va.

Misêfa bi kilam weke kewê ku ji leq kewa va here.
Dibê, hege mehek, hege çiqa, ku çû qesra Qasimyê, ebeke erebî, li şêx Silê ye, weke şuxulê feqîra, mala paşê pirsî, wî birne mala paşê, li dîwanê rûnişt, li zilama nehêrt, got: “belkî li gotinê baştucar ez nepirsim û Evdal nas bikim”. Kir nekir, nas nekir.
Bû êvar. Dibê Surmelî paşa bala xwe dayê zilamikî xerîb heye, dîsa gazî xulamê xwe kir go:
-Şîvê ji mêvan ra bîne.

Dibê, teyifikek (sênîkek) savara bê goşt anîn danîne ber şêx Silê. Şêx Silê şîva xwe xwar û nihêrt sifra zîv û du kewçîyê zêr anîn dîwanê.
Şêx  Silê  qehirî, got:  “diqewime  xeberê  baştucar  rast  derê ”.
Dibê xwarin hate ser sifrê, goştê qaz û qulinga, şuxulê nêçîrê goştê qelandî.

Surmelî - paşa gazî xulam kir, go:
-Gazî Evdal kin bila bê em şîvê bixun.
şêx Silê îca kêfa wî hat.
Dibê, Evdal hat weke cara, li ber paşê rûnişt şîv bixun. Ew şîva xwe dixun, şêx Silê di dilê xwe da got: “Wey , wey, ez şêx Silê şaîrê tapa (dora) berava li dîwana Surmelî  - paşa, ez xwarina bê goşt bixum û dengbêjê wî li ber çevê min goştê qelandî bixwe? Ez ku îşev bihêlim ew timî ji wê - şîvê bibîne, hesabke ewî bera min da, serê sibê rabim herme mal”.

Dibê,  şêx  Silê  enîşka  xwe  da  erdê  û  ji  kerba  xwera  kilamik avêtê.

Şêx Silê dibê: Evdal, li me daye sura sibê,
bayê çîya,

Daye qesir û qonaxê Surmelî - paşa hejandîye
dar û devîya.

Li min ahdbe, ez îşev nahêlim tu bi rehetî bixuyî
goştê qulinga, qaz û qumrîya.

şaîr tuyî lo, mêvan ezim.
Evdal lê dagerîya go: Li me daye sura sibê,
bayê vî çîyayî
xuyaye te dinya ne dîtîye, li nava alemê li
inyayê ne gerîyaye

Qey te navê û dengê min seh  nekirîye (nebihîstîye), ji mi ra dibêjin.

Evdalê Zeynikê şaîrê dinê, şalûr û
bilbilê dîwana Surmelî - paşa.
ecêba mezin ewe ku te çawa şeva îşev te li
ber min sitraye.
şaîr ez im, mêvan tu yî, lo.
şêx Silê dibê: Ez heme şêx Silê şaîrê tapa
Barava.

Ji tapa Barava heya qesra Qasimîyê cîkî nemaye
lê negeryame, ne mame, ne sitrame,
Min nav û dengê te seh kirîye, ez kilê çevê
Perîşan xanimê me.
şeva îşev li serê te belame.
şaîr tu yî, mêvan ez im, lo.

Evdal dibê: şêx Silê, qesra Surmelî -
Paşa bi şibake.
Lê dixe bayê xerbî, ji qesir û qonaxê Surmelî -
paşa betal nake.

Lê min ahdbe, ez mêze dikim ,heya heft şeva û heft roja kesek min û şêx Silê ji dîwana Surmelî - paşa ji bûyî kilamê, ji ber hev
ranake. şaîr ez im, mêvan tu yî lo.

Şêx Silê dibê: Evdal, qesra Surmelî -paşa bi mermer e.
Tu bala xwe bidê kurk û ebeyê nava min lê Surmelî - paşa li ser milê surmê zere.
Mi jî ahde heta heft şev û heft roja, ez jî mêze dikim, hege ez revîyam, tu Perîşanê
bine,
hege tu nerevîya, ezê Gulê bibim ji xwera,
şaîr tuyî.

Evdal dibê: şêx Silê, qesra Surmelî - paşa
bi dar û textê tere.
Tu bala xwe bidê, kurk û ebeyê nava milê Surmelî -  paşa li ser mila surmê zêre,
Mi jî ahde heta heft şev, heft roja ji min û şêx Silê kî bireve,
Bila li dîwana Surmelî - paşa serê wî tê here.
şaîr ez im, mêvan tuyî, lo.

Dibê, heya sê şev, sê roja li ber hev wisa dibêjin, hingî xweş dikin, alem ji dîwanê kesek naçe mal. Refê qulinga ji berîyê - tên diçine zozana, û li dengê wan seh dikin, li hindama dîwanê, wan guhdarî dikin û diçin - tên. Piştî sê şev û sê roja hîngî Evdal qahirî, hêrs bû, dengê xwe bi serve bilind kir. Ji qêrîna dengê wî, êşê avîte serê wî, ji êşa serê wî bêtirê ava reş avîte ser çavê wî.

Şêx Silê bi dengê wî pê derxist, ku çevê wî xirab bûn.
Şêx Silê dibê: Evdal, qesra Surmelî - paşa
bi mermerê reşe.
Li zozanê jorî şalûr dixwîne, dengê bilbil
çiqa xweşe.
Bala xwe bidê, kurk û ebayê nava milê Surmelî
- paşa temam nexşe.
Bala min lê ye vê sibê, dengê te xeyîrî, an nava
te qetya, an avîte ser çevê te ava reş.
Şaîr tu yî, mêvan ez im, lo.

Evdal dibê: şêx Silê, qesir û qunaxê Surmelî -
paşa sipî ye,
Kurk û ebayê nava milê Surmelî - paşa bi
zîvê çaçanî nexşandî ye.
Li zozanê jorî şalûr sekinî, bilbilê Kurdistanê
bi sê denga lê xwendî ye.
Heyfa min nayê li tu heyfa, heyfa min tê li şêx Silê, şaîrê tapa Barava, wesyetê xwe li malê nekirî ye.
Bala min lêye, çevê te li revê ye.
Li gor qirarê ku me daye, li Surmelî - paşa,
ezê serê şêx Silê jêkim bi vî şûrî ye.
şaîr ez im, mêvan tu yî, lo.

Dibê, ku Evdal wisa go, Şêx Şilê bawer kir, ku bira çevê wî xirab bû ye, tirsîya go, belkî paşa ji boyî çevê dengbêjê xwe serê min jêke. Rabû xwe avîte pişt paşê, kete bextê wî, Evdal rabû ser xwe, ku serê wî jêke. Paşê nehişt, gotê bextê min nikarî xerab bikî.

Evdal gote paşê, qewlê min wî eve, heft roj heft şeva kî bireve serê wî gere bê jêkirinê.

Paşê nihêrt Evdal nasekine, gote xulamekî, go:  -Milê şêx Silê bigrin ji dîwanê derxin, bila here mal, bo Evdal serê wî jêneke, bextê min xirab neke.

Dibê, xulam milê şêx Silê girtin, ji dîwanê derxistin. Evdal ji xwe ra rûnişt û dengê kilama  hew  hat, quling kişîyan, berê xwedane zozana. Li hev qelibîn, perê yekî kete nav bajar, cahila rahiştin, pê leyîstin.

Evdal fikirî ji xwera çiqa ma, êşa çevê wî zêdekir, go: “Ez rabim herme mal, qe na, hê ez ber xwe dibînim”. Xatir ji dîwanê xwest û berê xwe da malê. Di nava bajêr liqayî quling bû, ku zaro pê dileyîzin. Derxist pênc kurûş da zaroka, go: ”Ezê vî heywanî bibme mal”.

Dibê, Evdal quling bir çûye malê, gazî kurê xweyî mezin kir, got:

Temo, lawo, vî heywanî bibe nava bajêr, li ba yekî hosta, baskê wî bide girêdan û here ba zêrkera qefesekê ji şîşê zêr jêre çêke, têke qefesê bîne dayne kêleka bavê xwe.

Kurê wî xebera wî neşkand, bir perê quling da girêdan, bir ba zêrker, qefes jî ji şîşê zêr çêkir, xiste qefesê, anî danî kêleka bavê xwe.

Dibê, Evdal ku kete sîya xênî, beysûsê çevê wî neman. Birçî bû, gazî pîyreka xweye Gulê kir, go:
-Gulê, xwarinê ji mira bîne, ez birçîme.
Gulê jî weke carna sifre anî, danî ber, kefçîyê wî hazir kir û li qarşî wî jî rûnişt. Evdal ber xwe nabîne,  dengê  sifrê  fîraxa  hatî, bes nabîne çi heye, çi tune. Nexwest  pîreka  wî jî zanibe çevê wî kor bûye. Gazî kir go:

-Gulê me fem kir te xwarin anî te çira  kefçî nanî, qe na ezê bi lepa bixum.
Gava wisa go, Gulê li çevê wî nehirî, femkir, wekî çevê wî xirab bûye, go:
-Evdal, xwedê xêrke, çi hewalê çevê teye? Gulê gotê, min sifre kevçî, xwarin tev anîye.

Evdal qehirî, sifre berda û despê kir kilam got.
Evdal dibê: Gulê mal xerabê, li me male sura
sibê, bayê vê nîsanê,
Qulunga ji berîyê berê xwe didan diçûne
zozana,
Perê qulunga şikestin ji firê, ji çûn û hatinê,
ji çengdanê.
Çevê min kor bûn ji zêrînê, ji berberîya
şêx Silê, ji sitranê.

Gulê de rabe, mi bi xulamê bejn û bala te
esmerê,
Rêşîyê şerê berde ser kapî kemberê,
Berde çevê min evdalî xwedê nuqtek ava
Bîngol û kewsarê
Gulê merûmê çevê min pir dêşe, belkî qaskî
bîna min derê. Gulê hey canim, hey canê.
Evdal dibê: -merûmê, tu rabe lez ke
bilezîne,
Qefesa quling li ber min dayîne,
Ezê qasek li ser xwe û qulingê xwe bêjim,
kela dilê xwe birêjînim.

Gulê radihêje qefesê, li ber Evdal datîne,
Evdal destê xwe davêje qefesa zêrîn,
Dibê, qulingo, qulingê deşta vê Rewanê
Te ji berîtê berê xwe dida, diçûyî zozana,
Çima sekinî li qesir û qûnaxê Surmelî -
paşa,
Li dengê qêrîna şêx Silê, Evdalê Zeynê,
bilbilê Kurdistanê
Perê te şikestin ji firê, ji çengdanê,
Çevê min kor bûn ji qêrînê, ji sitranê,
Perê te şikestin, tu mayî ji refê hevala,
Çevê min korbûn, ji îro pêva mame ji
dîwanê, Gulê hey canim, hey canim.

Evdal dibê: Gulê, merûmê, qulingê baharê
tên û diqûjin,
Li ser qesir û qunaxê Surmelî - paşa diçin
tên û datînin,
Gava tê meha nîsanê, heçî kor nizanin,
nabînin,
Meha biharê bi qêrînê qulinga pê dihesînin,
Gulê merûmê, ez wextekê Evdalê Zeynê bûm,
şaîr ê dinê bûm,
şarlûr û bilbilê oda Surmelî - paşa, oda amê bûm,
Li destê min hebû gopalekî zêrîne, suwarê
hespê bûm,
Ez ana kor bûme, bi halê nehal rûniştime li
malê me,
Gul hey canê, hey canim
.
Evdal dibê:-Gulê merûmê, ava Mûradê tê û
leme - leme,
Evdal sekinî, Gulê kêleka xwe daye ceme,
Dibê:-derabe, here deyn li Temo, li Silê ke,
Bila qefesa quling xwe ra hilînin,
Dayîka xwe ye Gulê hilînin,
Herdû bûkê salê bihêlin li mal,
Çeplê bavê xwe bigrin, bavêjin ser doxtorê
ecem,
Gulê radibe deyn li Temo, li Silê dike,
Dayîka xwe Gulê hiltînin,
Çeplê bavê xwe digrin, dimeşin li rîya
doxtorê,
Heya dighînin doxtorê ecem, çar salê wan
diqedîya.

Doxtor dibe: Evdal rebeno,
Çevê te dêşe îro çare,
Doxtor dibê Temo, Silê,
Çevê bavê we pir dêşe, qeweta min nagîjê,
Rabin çeplê bavê xwe bigrin, bavêjne ser
doxtorê Bulgare,
Dibê Temo, Silê bavê xwe hilanîn,
Berê xwe dane ser doxtorê Bulgare,
Toxtorê Bulgar dîbê: Evdal,
Û mîla di çevê Evdal da dixe xare
Doxtor dibê: Evdal, çevê te dêşe îro
çende ?
Dibê îro teqrîben şeşe,
Doxtor dibê: Temo, Silê,
Qeweta min naghîjê
Rabin çeplê bavê xwe bigrin, bavêjin ser
doxtorê Hebeşe.

Temo, Silê çeplê bavê xwe girtin,
Dimeşin rîya doxtorê Bilalê Hebeşe.
Doxtorê Bilalê , dibê Evdal, çevê te dêşe
îro çende ?
Evdal go, temam bû şeşe.
Doxtor dibê qeweta min naghîjê,
Çevê te ne koranîye, ava reşe.

Gava doxtor wisa dibêje,
Evdal dibê Temo lao, wey kalîyê, weyî korîyê,
Gulê rebenê mirin xweştire ji koranîyê,
Temo lao, koranî ne tu çeke,
Xwedê bi serê min kirîye,
Bira serê tu kurî bava neke.

Evdal dibê, Temo lao,
Li me hatin qulingê vê berîyê
danîne li binê, li ser kanîyê,
Çevê min ava reşe ne koranîye,
Derd û dermanê çevê min tune,
Temo lao, rabe çeplê bavê xwe bigre,
Bavêje ser ziyareta Bexdayê, şêx
Evdulqadirê  Geylanîye.

Temo, Silê çeplê bavê xwe digrin,
Davêjin ziyareta şêx Evdulqadirê Geylanîye.
Evdalê reben ziyaret tewaf kir
Tiştek bi çeva ne dîye,
Bi sê denga li Silê, Temo kir gazîye,
Dibê: Çeplê bavê xwe bigrin,
Bavêjine Meke û Medînê ser tirba
pêxember jêra dibêjine Walîye.

Evdal dibê:Temo lao, mi ziyaret tewaf
kir, mi tiştek bi çeva nedîye,
Hûnê rabin çeplê bavê xwe bigrin, bavêjin
Qudsê, Xelîl,
Dergê mexsed û mirad, cîyê ‹sayê Huranîye.
Tem, Silê çeplê bavê xwe digrin
Davêjin cîyê ‹sayê Huranî ye,
Wêga êşa çevê Evdal danî,
Ji xwera çûye.
Gulum canim, hey can.

Dibê gava di xwera çû, milekyet bi emrê xwedê peya bû ber serê wî û jêra got, go:
-Evdal, xwedê mi di hewera te şand wê çevê te sax nebe. Çevê te bi kilama  korbûye, wê bi kilama jî sax bibe. Dev ji kilama xwe bernede, xwe ber nede, hertim bêje. Tê bêjî kingê qîjîna perê quling hate te, hingê çevê te ê sax bibe.
Dibê, ku milyaket wisa gotê û ji berê hinda bû.
Evdal ji xew  vejiniqî, kêfa wî hat, gazî kurê xweyî Temo kir, go:

Lao, ez birçî bûme, here nan ji mera bîne.
Temo go: Ka pere herim nan bînim.
Evdal destê xwe li bêrîka xwe da, qurûşê perê bi xwera ne dît. Dilê wî bi halê wî şewitî, dev ji xwerinê berda, go:

-Lao, heqa malê me tev bonûş bû, çû. Rabe, çeplê min bigre, berê min bide mal. Dermanê çevê min ser doxtora nema. Bi parsê me bighîne malê, em bimrin bela li mala xwe bimrin, tiştê mayî ma qefesa qulingî zêrîn. Ez ji birçîna bimrim qefesa quling xirab nakim.

-Dibê, hev girtin berê xwe didine malê. Heya saleke dîghejine malê.
Evdal dibêje Temo, Silê dibê:
-Lao mi ra eciz bûn, herne odê xwe, rehet razên, heya sibê jî xwedê mezine.

Evdal dibê: Qulingo, dilê min dilek dîne,
Haqa  em gerîyan li diyayê, derd û dermanê
min û te tu nîne,
Em gihîştine mal, çevê min korin, perê te
şikestine.
Ku wisa go, Gulê qehirî, gazî Evdal kir.

Gulê dibê: Evdal bese bike vê qêrîn û sazê,
Temo, Silê zavê salêne, xwe li wan
neşerindine, bila qaskê razên.

Evdal dibê: Gulê, wey kalîyê, wey korîye,
Li halê min û li vê feqirîyê,
Koranî ne tu çeke,
Bila xwedê bi serê kurê bava neke,
Wextekê ez Evdalê Zeynê bûm, şaîrê
dinyê bûm,
Ez gava kor bûme, feqîr bûme, ketime der û dertûlê
alemê, ber ten û niçê jinêye,
Gulê merdimê li ber hilma min here,
Sibê heya êvarê mêr li wana bi gur û gefin,
varê gava zendê xwe dixne bin balgîyê jinê,
Dûrî hazirê sekinî, derewa dikin, şêrê
Elî bin bi wana nikarin.

Ku wisa dibêje Gulê dev jê berdide.
Evdal destê xwe davêje qefesa zêrîne,
Dibê: Qulingo, tu serê xwe derxe ji
qefesa zêrîne,
Tu heywanî, bê zar û zimanî.
Bi sê denga li rebê alemê biqêrîne
Belkî xwedê dengê te sehke,
Milyaketê xwe li hewara min û te bişîne.


Evdal dibê: Qulingo, tu rabe lezke, bile
zîne,
Were li ber çoka min bisekine,
Pirtikek ji peryê xwe bike,
Defterek ji mi ra bîne,
ezê û qulingê xwe emê îşev pêva,
Roj û sal û zemana bihesibînin.

Kanî kengî heft salê me biqedin,
Rebê alemê milyaketê xwe ji mera bişîne,
wê gavê ê çevê min vebin,
Peryê te sax bin li qefesa zêrîne,
Gava peryê te sax bin, çevê min vebin,
Serê sibê ez rabim,
ezê te berdim bigîje refê hevala ,
Berê xwe bide zozanê jorîne,
Hege bextê te temam be,
Li zozanê jorîn, li hindava dîwanê kurî
bava, oda camêra,
Wê li bîra xwe bîne.
Gulim, canê, hey canê.

Dibê, heya wisa go, qîjîna peryê quling hatê, xwena wî kete bîra wî, gazî Gulê kir. Dibê, bala xwe dayê şefeqê lêda, şivana pes ji hewşê rakir. Dibê, ewî berxa reş li ber mîhya reş naskir. Dibê kêfa wî hat, gazî Gulê kir.

Evadl dibê:  Gulê, merûmê, dilê min dibêye,
Qulingê min peryê xwe li hevda li qefesê ye,
Bi çil û çar miqama ji min û Gulêra dibê ye,
Tu rabe, bala xwe bidê, li me daye şeveqa
sibê ye,
şivana pez rakirîye ji gerê ye,
Çevê te ronî be, çevê min sax bûn.

Minê berxa reş fesilandîye li ber mîyê ye.
Gulê, merûmê, tu rabe here dey lêke
li Temo, li Silê ye.

Bêje, lao, mirin ku heye emrê xwedê ye,
Bila rehmel li ruhê bavê we be,
Bila rabin herne nava tirba,
Bikin kar û barê tirbê û kolanê ye.

Gava wisa bi kêf gazî dike, Gulê vedigere, kêfa wê gelekî tê.
Dibê: Evdal, xwedê xêr ke, wa çevê te sax bûn, çima herim wisa bêjim?
Evdal dibê: tu ku herî bêjî çevê bavê we sax bû, herdû jî betilandîne, seh bikin, eşq li wan xe, wê ji kêfa dîn bin. îca herî bêjî bavê we mir wê bên bibînin.

Dibê, Gulê berê xwe da odê zarê xwe, qêmîş nekir dey li wanke. Lingê herduka hejand, serê xwe hildan. Temo, Silê gotin: Dayê, Gulê xêre ? Gulê go: Rehmel li ruhê bavê we be, bila hûne sax bin. Mirin emrê xwedê ye. Bavê we çû. Ji mi ra gotîye, bila herne nava tirba, tirbekê bikolin. Mi veşêrin, bên alema xwe rastkin.

Dibê, ku wisa  go, herdû li xwe dan girîyan, hatin bi ser bavê xweva, nehirtin wan û quling bi hev şa dibin. Dibê, tavê avît şêrîn bû, qulingê xwe berda, çû gihîşte refê hevala, ew jî hazir sax, gihîşte miradê xwe.

Ji tîpê kirilî”pîrtûka Hewarî”
hatîye vergerandin.

Salihê Omerî











2009 © - Designed by Infonavia