Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê: Paşa Uzun Paşa Uzun: Kurtejiyana min ================================================================================ Enwer Karahan on 11 March, 2009 02:19:00 Dawiya sala 1978 an da ji ber sedemên sîyasî û îdeolojîk ji Partiyê û Komeleyê vediqetim. Di payiza 1979an da têm girtin. Heta payiza 1986an di Hefsxana 5an a Diyarbekirê da radikevim. Beşdarî hemî berxwedanan dibim. Di mehkemê da tewrekê siyasî datînim.