Malper | Kurdî | Endam | Paşa Uzun | Paşa Uzun: Kurtejiyana min

Paşa Uzun: Kurtejiyana min

Mezinahîya Nivîsê: Decrease font Enlarge font
image

Dawiya sala 1978 an da ji ber sedemên sîyasî û îdeolojîk ji Partiyê û Komeleyê vediqetim. Di payiza 1979an da têm girtin. Heta payiza 1986an di Hefsxana 5an a Diyarbekirê da radikevim. Beşdarî hemî berxwedanan dibim. Di mehkemê da tewrekê siyasî datînim.

Di nasnameyê da tarîxa bûyina min sala 1953an e. Lê di eslê xwe da, ez di sala 1955an da hatime dinyayê.  
Navê bavê min Emer û navê diya min Sadê ye.

Dibistana bingehîn, navîn û lîseya teknîkî li Swêregê dixwînim. Li Anqereyê dest bi mekteba Tapûkadastroyê dikim. Berî ku mektebê xelas bikim, dibim endamê T-KDP (Partîya Demokratê Kurdîstan a li Tirkiyê) û vedigerim Kurdîstanê. Porfesyonel dest bi karê şoreşgeriyê dikim.

Şoreşgerên Swêregê, Komela Çandperweran(Kultur Sevnler Dernegi) dibin kongreyê û komelê digrin destên xwe. Ez dibim birêvebir û serokê komelê. Li Diyarbekirê di damezirandina DDKD (Komela Çanda Şoreşgerên Demokrat) da cîh digrim û dibim serokê DDKD.

Dawiya sala 1978 an da ji ber sedemên sîyasî û îdeolojîk ji Partiyê û Komeleyê vediqetim.
Di payiza 1979an da têm girtin. Heta payiza 1986an di Hefsxana 5an a Diyarbekirê da radikevim. Beşdarî hemî berxwedanan dibim. Di mehkemê da tewrekê siyasî datînim.
Dawiya sala 1986an da digîhîjim Swêdê. Di nav du salên pêşî da du kitaban bi zimanê tirkî dinivisînim. Yek di derheqê Necmettîn Buyukkaya da bû û navê wê "Ew kulîlekî Çîyayan bû"(O Bir Dag Cicegiydi) ya din jî di der heqê şerê hundurîn ê Swêregê da bû û navê wê, "Li Swêregê Wextekê Şevê"(Siverekte Bir Gece Vaktî) bû.
Li Swêdê, demekê di redaksiyona Berbangê da kar dikim û bi kurdî dinivisînim. Di rojnama Kurdîstan Press da nivîsaran dinivisînim.
Van salên dawiyê du kitabên min yên kurdî hatine çapkirin. Yek di derheqê Ferîd Uzun da ye û yek jî ji notên min yên hefsxanê pêktên.
2009 © - Designed by Infonavia