Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê: Malmîsanij Malmîsanij ================================================================================ ejindar on 13 March, 2009 06:02:00 Ez di sala 1952an de li gundekî Pîranê ji diya xwe bûme. Min xwendina xweya pêşîn û navîn li Diyarbekirê, ya unîversîteyê di Fakulteya Îlahîyatê ya Ankarayê de temam kir. Piştî wê, min heşt sal li Kurdistanê mamostatî kir û di navbera salên 1975 û 1981 de, ji ber xebata kurdîtîyê çend car hatim girtin, çend car jî ketim hepsê. Di 1982an ji welêt derketim, çûm Sûriyeyê û ji wir wek penaber çûm Swêdê. Min di unîversîteyên Sorbonne Nouvelle (Parîs), Linköping, Uppsala, û Göteborgê/Boråsê de, zimanên îranî, kitêbxanegêrî, perwerdeya gelî xwendin. Teza min a masterê li ser nivîskarî û weşandina kitêbên kurdî bû.