Lokman Polat
Şahê perîyan Newas û çîrokên Girnewas
Nivîskarên kurd birêz Hasan Kaya ji hêla şîrovekirin, gotar nivîsîn û wergerê de gelek jîr e. gelek gotar û nivîsên wî yên şîroveyî, pexşan û çîrokên wî yên edebî di kovar û rojnameyên kurdî de derketin. Wî demeke serokiya Enstîtuya Kurdî ya l Stenbolê kir. Gelek pirtûkên wî yên wergerê hene. Wî antolojiya çîrokên kurdî bi tirkî amade kir û çîrokên gelek nivîskarên kurd wergerand tirkî û di pirtûka antolojiya çîrokên kurdî de weşand. Ji bo danasîna edebiyata kurdî bi xwendevanên tirkîaxif wî gelek kar û xebatên hêja kiriye.
Romana kurdên Anadoluya navîn
Bi piranî ji bo kurdên Anadoluya navîn dibêjin "Kurdên Konyayê". Lê kurd ne tenê di bajarê Konyayê de hene, ew di gelek bajar, navçe û gundên Anadoluya navîn de hene. Her weke li Ankara, Polatlî, Kirşehîr, haymana û gelek cihên din de kurd hene....Çîrokên li bin dara biyê
Dara biyê di jiyana min a biçûkiyê de ciheke girîng digre. Li goma me gelek darên fêkî û darên hewr û biyan hebûn. Di kelekela germa havînê de ez li bin dara biyê radizam. Razana herî xweş ya siya bin dara biyê bû. Dema min pirtûka birêz Roşan Lezgîn dît goma me û razana di bin siya dara biyê de hate bîra min....Nivîskar Lokman Polat: "Girîna Kurdî" dengê hêstirên dayikan e
Nivîskar Lokman Polat heta niha 27 pirtûk nivîsî ne. Lê pirtûka wî ya dawî "Girîna Kurdî" bêhtir bala xelkê kişand. Qala wê hate kirin. Me xwe gehand Lokman Polat û pirtûka wî kir mijara hevpeyvîna xwe… Gabar Çiyan ...Kirasê teng û erotîzm
Ahmedê Xanî sêsed sal berê xwestiye tabûyan bişkîne, eybên di serê xwe de û yên di nav civakê de hene, bavêje, lê hêj jî hinek kurd di serê xwe de eyban dihewînin. Loma jî gava di berhemeke edebî de sahneyên seksî yên erotîk dibînin, bi eyb û şerm lê dinêrin.......
