Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê: M. Emîn Narozî Dewleta Dostikî di Kurdistana Navîn de - Ebd-ul-Reqîb Yûsuf- ================================================================================ Zinar Soran on 17 May, 2009 09:01:00 Di sala 372/982yan de dewleta Dostikî ya Kurdî di beşek ji Kudistana mezin ku em bi Kurdistana Navîn bi nav dikin hat damezrandin. Ev beş niha di bin destê Tirkiyê de ye û hem ji ber vê yekê û hem jî ji bo kifşkirina wê ji beşên din, niha jê re Kurdistana Tirkîyeyê jî tê gotin. Lêbelê temamê Kurdistana Tirkîyê ne di ber desthilatdarîya dewleta Dostikî de bû û erdê wê yê niha hemî jî nediket ber hikmê wê.