Malper | Kurdî | Endam | M. Emîn Narozî | Dewleta Dostikî di Kurdistana Navîn de - Ebd-ul-Reqîb Yûsuf-

Dewleta Dostikî di Kurdistana Navîn de - Ebd-ul-Reqîb Yûsuf-

Mezinahîya Nivîsê: Decrease font Enlarge font
image

Di sala 372/982yan de dewleta Dostikî ya Kurdî di beşek ji Kudistana mezin ku em bi Kurdistana Navîn bi nav dikin hat damezrandin. Ev beş niha di bin destê Tirkiyê de ye û hem ji ber vê yekê û hem jî ji bo kifşkirina wê ji beşên din, niha jê re Kurdistana Tirkîyeyê jî tê gotin. Lêbelê temamê Kurdistana Tirkîyê ne di ber desthilatdarîya dewleta Dostikî de bû û erdê wê yê niha hemî jî nediket ber hikmê wê.

 

Ebd ul-Reqîb Yûsuf

Wergera ji erebî: M. Emîn Narozî

Xelkê herêma Bota ye û kurê Seydayê Mele Yûsuf e ku demeke dirêj li Gurendeşta Şaxa Hekarîyayê (Çataxa niha ya ser Wanê) melatî kirîye û dawîyê çûye li Nisêbênê bi cih bûye û li wê derê rehmet kirîye. Mamoste Ebd el-Reqîb Yûsuf serê pêşî li cem bavê xwe dest bi xwendina medreseyê kirîye lê dû re hê di xortanîya xwe de ji bo xwendinê derbasî başûrê Kurdistanê bûye û li Mûsilê li xwendina xwe domandîye. Demek piştre dibe ku Piştî qedandina xwendinê be, ew ji Mûsilê rabûye çûye Silêmaniyê, li wê derê zewicîye, lê bi cih bûye û heya niha jî li wê derê dimîne.
Ji serê pêşî ve tarîxa kurd û Kurdistanê û berhem, avahî û hilkolîyên kevnare yên deverên welatê kurdan bala wî kişandîye û ji bo vê yekê jî ew li gelek cihên Kurdistanê gerîyaye, wêneyên van berheman girtîye û li ser van berhemên (eserên) kevnare gelek xebat û lêkolînên hêja kirine. Ji bilî gelek nivîsar û lêkolînên di vî warî de ku hinek ji wan di kovar û rojnameyan de hatine weşandin û hinek jî hê neweşandî mane berhemên wî yên ku çawa ez pê dizanim, weke kitêb hatine weşandin ev in:
1. Dîwana Kurmancî ku bi tîpguhertina Elîşêr bi herfên latînî bi navê Şairên Kilasîk ên Kurd ji alîyê Jîna Nû ve hatîye weşandin.
2. Dewleta Dostikî di Kurdistana Navîn de ku ji du cildan pêk tê û bi erebî hatîye nivîsîn û ev werger jî jê hatîye kirin.
3. Bangewazek bo Ronakbîranî Kurd
4. Lêkolîna wî li ser tabloyên Şerefnameyê ku dîsa Elîşêr herfên wê guhertîye latînî û bi navê Hunerên Tabloyên Şerefnamê di nav weşanên Jîna Nû de hatîye weşandin.
5. Bersîsê Abid ya Feqîyê Teyran berhev kirîye (nehatîye weşandin)
6. El-E´lam min Meşahîr el-Kurd we Kurdistan ku divê di sala 2000î (?) de bo kurdî hatibe wergerandin
7. Hudûd Kurdistan el-Cenûbiye Tarîxiyen we Cografiyen “Sînorên Kurdistana Başûr yên Dîrokî û Cografî” 
8. Tarîxa Botan


dostki_1.1_824566166.jpg
Wêneya kapaxa kitêba Dewleta Dostikî di Kurdistana Navîn de

Pir mixabin ku ew bi xwe di saxîya xwe de naxwaze ku tu agahdarî li ser jîyana wî bê dayîn û ji ber vê yekê jî min nikaribû ez sala bûna wî û agahdarîyên berfirehtir li ser jîyana wî peyda bikim. 

Mihemed Emîn Narozî
narozi@hotmail.com


Dewleta Dostikî di Kurdistana Navîn de (Ebd-ul-Reqîb Yûsuf)

Cihê Dewletê û Tixûbê wê

Di sala 372/982yan de dewleta Dostikî ya Kurdî di beşek ji Kudistana mezin ku em bi Kurdistana Navîn  bi nav dikin hat damezrandin. Ev beş niha di bin destê Tirkiyê de ye û hem ji ber vê yekê û hem jî ji bo kifşkirina wê ji beşên din, niha jê re Kurdistana Tirkîyeyê jî tê gotin. Lêbelê temamê Kurdistana Tirkîyê ne di ber desthilatdarîya dewleta Dostikî de bû û erdê wê yê niha hemî jî nediket ber hikmê wê. Ji xwe erdê wê yê etnografî yê gelî yê  hingê ji yê niha hindiktir bû çiku ji Erdîş û Melazgirê bi gir heya bigihîje pişta çemê Muradê hingê di destê ermenîyan de bû û pişta çemê Feratê jî bi temamî di destê bîzansîyan û hinek ermenîyên deverê yên hevkarên wan de bû.

Wîlayeta Dîyarbekir, Mardîn, Sêrt, Bedlîs hemî û beşek ji wîlayeta Mûşê digel Erdîşa girêdayê bi wîlayeta Wanê ve, beşek ji wîlayeta Alzak (el-Ezîz/Xerpût/Hisn (Kela) Ziyad), wîlayeta Rihayê (Urfayê) û beşek ji Cezîreya Kurdistana Sûrîye ku ji herêma Serê Kanîyê heya ber çemê Dîcle û niha bajarên Dirbêsîyê, Amûdê, Qamişlî û Dêrikê jî tê de ne, dikete ber hikmê dewleta Dostikî.
Lê girîngtirîn bajarên dewletê Dîyarbekir (Amed), paytext (Meyafarqîn/Mefarqîn/Silîvan), Nisêbîn (Nuseybîn), Cizîra Botan (Cezîreya îbn ‘Umer), Erzen, Bedlîs, Xelat (Exlat), Erdîş [Ercîş] û Hesenkeyf [Heskîf] bûn. Ji bo dirêjnekirinê min ji her yek bajarekî dewletê re dîrokekeke taybetî nenivîsî lê di notan de min dîroka hinek ji wan ên mîna Farqînê ku pêwîstî bi wan hebû, nivîsî. Çawa ku dê xwendevan jî di deverên cuda de û bi awayên cihê li ser vî bajarî agahên ne kêm bibînin. Lê careke din jî [ez dîyar dikim] ku min babetek [bi serê xwe] li ser vî bajarî nenivîsiye lewra ez li ser mêjuya bajarên Kurdistanê yên kevn û nû hemî kitêbeke taybetî ku hê tamam nebûye, amade dikim.

Bes gelekî zehmet e ku mirov tixûbê dewleta Dostikî weke dewletek ji dewletên serdema me bi temamî nîşan bide, lewra sînorê dewletên kevn bi rêkûpêk ne dîyar in û bi herêmî jî qenc ne bi cih in. Ji xwe hidûdên dewletê jî li gorî êrîşên navbera wan û ji ber encama bêbiryarîya polîtîkaya dewletê ya hingê geh kêm û geh jî zêde dibûn. Lêbelê bi rêya bajar û navçeyên ku ketine ber desthilatdarîya Dewleta Dostikî û demeke dirêj di bin destên wan de mane em dikarin tixûbên wan bi awayekî nêzîkayî dîyar bikin, bes ew herêmên mîna Mûsil û Rihayê (Urfayê) ku desthilatdarîya wan gihîştîyê, lê zû ji destê wan derketîye şolekî me pê nîne.

Vîca li ser vî bingehî sînorên Dewleta Dostikî dibe ku bi awayekî texmînî weha bê kifş kirin. Ew ji dawîya goşeyê rojhilat yê ber û berê behra (gola) ku dikeve bakur-rojhilatê bajarê Wanê, yanî ji nîvê erdê navbera bajarê Erdîşê (Ercîşê) û yê Muradîyeyê (Berkar/Bergirê) dest pê dike û di rojhilatê Mazkerê (Menazgirdê) di navbera wê û Patnosê (Bacnîsayê) de derbas dibe heya digihîje çemê Muradê (Miradê/Miratê) yanî qilîçê rojhilat yan jî yê başûrê çemê Feratê ku ji çiyayê Tendûrekê yê navbera Çaldêran û Bazîdê (Bayezîdê) derdikeve.
Nexwe çemê Muradê heya cihê ku digihîje qilîçê bakur yê ku ji başûrê Erzeromê ve derdikeve û bi navê Qeresû [Kara Su] tê nasîn, dibû xeteke sînorê wê û çemê Feratê ku ji van herdu çeman pêk tê jî dibû xeta tixûbê bakur-rojava ku devera navbera Riha û Hisn-i (kela) Mensûrê (Semsûrê/Adîyamanê) ye. Piştre ji hêla başûr ve jî di herêma rojhilatê Rihayê de digihîşt Serê Kanîyê û berbi rojhilat ve jî diçû heya digiha Dîcle, cem Bazibda (Bazifta) aliyê herêma Nisêbînê. Tixûbê Dostikîyan li vê deverê jî digihîşt beşa Kurdistanê ya navçeya Cezîreyê û ber û berê sûnorê Tirkîye û Sûrîyeya neha û devera Qamişlî, Tirbespî û Dêrikê jî digirt nav xwe. Ji xwe li gorî ku [kitêbên] dîrokê jî dîyar dikin, di serdema Îslamê de ev dever girêdayê bi desthilatdarîya Nisêbîn û Cezîreyê ve bûne.

Heçî ji hêla rojhilatê Dîcle ve em dikarin wê bigihîjînin heya çemê Xabûrê, lê çemê Hîzilê yê ku tixûbê Tirkîye û Îraqê ye, û dikeve herêma Goyan ya rojhilatê çiyayê Cûdî heya digihîje tixûbê Beytşebabê bêguman e ku ew di bin desthilatdarîya dostikîyan de bû, lewra keleya Cerdeqîlê ku niha jî hinek hîmên wê li geliyê Goyan tên dîtin, ew navenda mîrnişîniya Buxtî [Botî] ya giradayê bi dewlata kurdî [Dostikî] ve bû. Ji xwe çawa ku çavkanîyên dîrokî jî diyar dikin em dizanin ku mîrê wê di dema Nesr el-Dewle de Mûsik îbn Mucellîyê (?) xwedîyê şûrê navdar bû (binêre babeta kuştina Suleyman îbn Nesr el-Dewle).

Lêbelê bicihkirina sînorê rojhilatê herêma Goyan heya behra wanê zehmet e, çunkî em nizanin ka dewlet heya mîrnişîniya Hekariya berfireh bûye yan na. Lê ya ku em eseyî dizanin û di tarîxa dewletê de jî dûbare dibe ew e ku hem mîrîtiya Botan2 digel mîrnişîniya Beşnewî ya ku diket bakurê Cizîrê û navenda wê jî bajarê Finikê bû û ya Buxtî ku dikete rojhilatê Cizîrê û navenda wê jî Cerdeqîla nav Goyan bû bi temamî diketin ber Dewleta Dostikî. Lê teksteke eseyî ku mîrîtiya Hekarya jî bixe ber sînorê dewletê di destê me de nîne.

Bes li gorî îbn el-Esîrê Cizîrî3 temamê herêm û keleyên rojhilatê Cizîrê heya kela Nîroh ya rojhilatê Îmadîyê û kela Xoşabê ya mîrîtiya Hekarîya ku dikeve başûr-rojhilatê Wanê, yên kurdên Buxtî bûn, yanî bi mîrnişîniya Buxtî ya navbihurî ve giradayî bûne. Belkî jî mebesta wî ew be ku ev berfirehbûna mîrnişîniya Botan di dema wî de çêbûbe, yanî di dawîya sedsala 6ê koçî/12eyê berî Îsa de heya sala (626-27/1228-29) ya xelaskirina berhema xwe ya el-Kamilê. Lê heçî dîroknas û cografînasên din dîyar dikin ku keleyên Nîroh û Xoşabê yên kurdên Hekariya bûne, ne yên Buxtîyan bûne çawa ku em jî weha dizanin.

Îcar ger mebesta wî ji vê berfirehbûna mîrnişîniya Buxtîyan (Bohtîyan) di sedsala 5ê koçî/11ê piştî Îsa de be yanî di dema mîr Mûsik û mîrekên din de be, hingê em li ser gotina wî dikarin bibêjin ku herêma Îmadîyeyê yan jî bakur-rojhilatê wê jî ketîye ber desthilatdarîya Dewleta Dostikiyan û her weha herêma Hekariya jî ku di wê derê de jî tixûbê wê gihîştiye yê Dewleta Rewadî ya Kurdî li Azerbaycanê.

Lêbelê heçî herêma Hîzan (’Hîzan) ya ku dikeve başûr-rojavayê behra Wanê bêguman ew ji erdê dewletê bû çiku ew û Şêrwan navenda derketina damezrênerê dewletê Mîr Badê kurê Dostik bû. Bes em delîleke ku herêma Miks, Kafaş/Kawaş (Westan) û Wan jî di ber hikmê dewletê de be, nabînin, lê gava keleya Xoşabê girêdayê mîrnişînîya Buxtî . . . t.d. be û Hekariya jî di ber hikmê dewletê de be divê Miks û Kawaş jî di ber de bin, lewra ew jî dikevin rêya Xoşabê û digel ku em baş dizanin Miks jî ji ber nêzîkayiya wê ya navenda derketinê di bin desthilatdariya wê de bû.

Bes dirêjîya welatê ku di bin desthilatdarîya Dostikîyan de bû ji rojhilat heya rojava nêzî 460 kîlometreyî bû ku ev jî mesafeya navbera Erdîş û Muradîye heya ya nevbera Dîyarbekir û Urfayê ye, bes mesafeya navbera wan û Urfayê bi xwe 584 km ye. Dirêjîya wê ji bakur û ber bi başûr ve yanî ji el-Ezîzê heya cihê ketina çemê Xabûr ser Dîcle ku dibe deqera gihîştina tixûbê Îraq, Turkîye û Sûriye ya niha, digihîje 459 km, yan jî dora 400 kmyî [ger ku] ji navbera Dîyarbekir û el-Ezîzê bê hesabê. Berahîya (panahîya/rûberê: aqarê) welatî bi xwe zêdeyî ser 60 hezar km2 bû, çunkî aqarê wîlayetên Diyarbekir, Mardîn, Sêrt û Bedlîsa ku di ber desthilatdariya dewleta Dostikî de bû 48250 km2 ye ku ew jî li gorî berahîya wê ya niha ye.


dostki_2.2_151384747.jpg
Wêneyek ji berhemên Semsûrê


Diyarbekir 15354km2 
Mardîn 12790km2 
Sêrt 11519km2 
Bedlîs 8587km2 
Mûş 5464km2 Ji 3/2yê berahîya wê ya giştî ku 8196km2 ye û yê din li pişta çemê Muradê dimîne. 
El-Ezîz 9100km2 Ji 5/4ê berahîya wê ya giştî ku 11376km2 ye û yê din jî li pişta çemê Muradê dimîne. 4

Ev jî ji bilî berahîya qezaya Erdîşa ser Wanê, hinek ji berahîya wîlayeta Urfayê û beşeke herêma Cezîreya Sûrîyeyê ye. Ji bo diyarkirina zêde ya ser tixûbê Dewleta Dostikî û berahîya wê ez dê agahên ku min li gorî deveran ew peyitandîye bibêjim: 
 
1. Çemê Muradê ji sînorê Melazgirê heyanî cihê gihîştina qilîçê ku li bakur-rojavayê Elazîzê dikeve ser Feratê, heya sedsala 4ê koçî/10ê mîladî5 jî xeta navbera welatê îslamê, beşa ku Dewleta Dostikî li ser hatibû avakirin û welatê bizansê (Romê) bû.

2. Çemê Feratê ji devera ku dikeve navbera Riha (Urfa) û Hisn [Keleya] Mensûrê (Adîyamanê) dibû sînorê navbera Dewleta Dostikî û Dewleta Bîzansî. Ji bûyerên li Rihayê yên navbera her du dewletan tê zanîn ku bajarê bîzansîyan yê nêzîktirînê axa dostikiyan bajarê Sumeysatê bû ku dostikiyan di sala 422/1031ê de êrîşî ser kiribû û ew vegirtibû. Ew li benda rojavayê Feratê dikeve6 û di dema osmanîyan de jî navenda navçeya ser bi qezaya Hisn Mensûrê (Adiyemanê) ve bû ku niha jî bi navê Simsatê7 tê nasîn.

3. Ji gotinên Fariqî dîyar dibe ku Hisn Ziyad (Azilik [Elaziğ?], Xertebert, Xerpût, El-‘Ezîza niha) jî di ber Dewleta Dostikî de bûye, lewra wî gotîye ku Fexreddîn îbn Cuheyr gava dest danîye ser Dewleta Dostikî, hingê sipaha selçûqî şandîye, lê serdarê tirkmanî Cebeq bi sêsed siwarî ve weke serekê asayîşê (şihne) li welêt [li cem xwe] hiştîye û Xertebertê jî bi meraxetî/mîrgehî dayê.8 Nexwe divê ev bajar jî yek ji wan bajarên dostikîyan be ku Îbn Cuheyr ew vegirtibe û mafê bikaranîna xwe tê de dîtibe ta ku bi mîrgehî ew dabe serdarê navdayî. Di Daîre el-Me‘arif el-Îslamîye (c. 8, r. 287) de hatîye ku ev bajar di sedsala 4ê koçî/11ê piştî Îsa de di destê serdarekî ku girêdayê bi dewleta bîzansî ve bû û mêrê xweha Ebû Texellubê Hemdanî bû ku gava ew (Ebû Texellub) ji ber Edud el-Dewle revîyabû xwe lê girtibû.

4. Riha (Urfa) bi xwe di destê erebên Numeyrî de bû, lê piştre ew di 416/1025an de ket bin destê Dewleta Dostikî bes Nesr el-Dewle ew bi paş ve da Numeyrîyan ku wan jî di pey de di sala 422/1031ê de teslîmî bîzansîyan kir. Riha bi xwe li ser tixûbê Dewleta Dostokî bû û sînorê wan ger ne nêzîktirî hêla Rihayê be jî dê ew di nîvê erdê herduyan de be.9

5. Qiralê bîzansî, şahê dostikî Nesr el-Dewleyê ji êrîşên Esferê Texellubî yên ser welatê xwe di sala 439/1048an de berpirsîyar girtîye ku li gorî pirên dîroknasan ev Esfer li Re’s el-‘Eynê (Serê Kanîyê) dima. Vêca çawa ji vê jî tê zanîn Serê Kanîyê ku niha di ber herêma Cezîreya Kurdistana Sûrîye de ye, di bin desthilatdarîya dostikîyan de bûye.10
 
6. Min tiştekî ku bajarê Zaxo (el-Hesenîye) têxe ber hikmê Dewleta Dostikî nedît, lê li gor Fariqî gava Nesr el-Dewle li ser hinek piran weqif danîye hingê pira el-Hesenîye jî di nav wan de bûye û ew pira el-Hesenîye ya Zaxo ya niha ye ku bi pira Ebbasî jî tê nasîn.11 
7. Heçî Erdîş12 û Melazgir bi xwe çawa ku dê li pêş bi berfirehî were, ew ji bajarên Dewleta Dostikî bûne, lê min ti nîşanên ku Bergir (Muradîye) jî di ber desthilatdarîya dostikîyan de be,  nedît.* 

dostki_3.3_226066956.jpg
Wêneyek ji berhemên gundê Şaxê

------------------------------------------------------------------------------------------------------------------   
TÊBINΠ۠ÇAVKANÎ:
 
1. Min ev nav ji ber berahîya Kurdistanê û rewşa cografiya wê ya neteweyî ya niha hilbijart. Vêca ger em li wê berahîyê bi balkêşî bifikirin dibe ku ji hêla piranî yan jî ya bêgavî ve li rastiya wê rexne bêgirtin çendî ku ev nav ji yên din layîqtir û rasttir e jî.

2. Herêma Botan ji tixûbê Îraq û Turkiyê, ji navçeya Zaxo dest pê dike û diçe heya çemê Bohtan yanî qilîçê rojhilat ê Dîcle û ji serê herdu qilîçên Dîcle jî dirêj dibe heya digihîje sînorê gundê Bêdara mezin ku dikeve navbera Xesxêr (Berwarî) û Miksê. Çawa ku em dizanin navê Bohtan cara pêşî di sedsala pêncan ya berî Îsa de hatîye hildan. Dîroknasê Yûnanî Herodots dîyar kirîye ku herêma sêzdan ya dewleta Exmînî ya faris bi navê Buxtweyx hatîye bi nav kirin, piştre bûye (Buxt, Buxtan û Buhtan) û Botan jî ku niha weke Bohtan tê bi kar anîn. Her weha berê navê Karda jî ji bo herêma Bohtan hatîye gotin. Belge nîşan didin ku ev nav di hezarê sêyemîn yê berî Îsa de û hê berî wê jî gelekî belav bûye. Di Tarîxa Kurd û Kurdistanê (r. 38) de li ser gotina şareza Minorsky hatîye nivîsîn ku navê Kar-daka hê ji du hezar sal berî Îsa ve ji bo xelkê navçeya der û dorên Suya ku dikeve başûrê behra [gola] Wanê hatîye bikaranîn û her weha aramîyan jî hê berî îslamê ji herêma Bohtan re Karda gotiye û piştre ew kiriye Qerda. Dîroknasên misilmanan Qerda ji bo deşta Silopya ku dikeve rojhilatê Dîcle ta digihîje [gundê] Heştêyan yê cem bakurê Cûdî, bi kar anîye lê cografînas Îbn ’Hewqel bajarê Cizîrê jî xîstiye ber herêma Qerda.
Di Mu‘cem el-Buldanê de di xala Qerda de diyar dike ku ew gundekî pêşberî Cizîrê ye û herêm jî ku ji du sed gundan pêk tê û gundê Heştêyan jî yek ji wan e, bi navê wî hatîye binavkirin, lê niha cihekî bi wî navî nayê zanîn. Di Bohtan de deverên berhemên dîrokî yên hêja ku heya vêga tê de lêkolînên şûnwarî çênebûne, hene û tê de deverên kevnare jî hene:
[Gundê] Heştêyan ku bajarekî kevnare ji yên Korduiyan bû. Dibe ku ew Di hezarê sêyemîn yê berî Îsa de paytexta xelkê Gotî û Nayrî be û her weha ew navenda şaristaniya Cûdî be jî. Belkî jî Hûbişkiya ku perestgeha zerduştîyan lê bû û keşe Îşûyab berî îslamê ew kiribû dêr û dînê Mesîh [Xiristiyaniyê] tê de belav kiribû ew be. Di fîdanatê Bexdayê de di tarîxê de, di beşa yekê (r. 169) de ku yên Ustad Doktor Ehmed Sûse ne, diyar dike ku împeratorê Romê Herqel [Heraklious?] çûye bajarê Heştêyan û piştre jî hilkişiyaye ser çiyayê Cûdî ku berhemên keştîya Nûh bibîne, ew di navbera salên 622-630/1228-1236an de çûbû.  Di dîroka îslamê de navdar e ku [nebî] Nûh bi xwe bajar yan jî gundê heştêyan ava kiriye ku digel wî jî heştê kes hebûne. Ji Heştêyan tibabek zanayên ku jînenîgarîyên wan di kitêbên tarîxê de hene yên mîna ‘Umer îbn Sabit el-Semanînî [Heştêyî] yê feqîyê Îbn Cinnîyê nehwî yê navdar, derketine. Ew kor bû lê dîsa gelek berhem nivîsîne û di sala 482/1089an de wefat kirîye.
Basûrîn: navê Basûrînê di çavkanîyê îslamê de pir derbas dibe ku Harûn Reşîd jî qesrek ji xwe re lê ava kiribû. Niha bi heman navî gundekî ku tê nasîn li cihê wê li deşta Silopya li ser çemê Dîcle li cihê ketina ser çemê Xabûrê heye, lê gundê Rebehîyê ku vêgavê heye ew keleya Rabîye ya kevnar e.
Şax/Şaxê:  Ev gundê ku bi spehîtî û xweşikiya xwe pê derbûmesel tên dayîn dikeve kevanê bakur-rojavayê çiyayê Cûdî û di binê wî de jî çemê Nîrdoşê diherike û ji hêla Ziyaretê ve jî ji bakurê wê ve çemek wî şeq dike, li nik gund jî ew şelaleya şahîyane (şaheser) ya 35 metre dirêj heye. Ev gund bajarekî kurdî bû ku tarîxa wî digiha berî serdema îslamê û ji sê hêlan ve sûrkirî bû, lê ji ber ku alîyê wê yê rojava zinar û asê bû pêwîstiya wî bi sûrê tunebû. Hinek Gutlên sûra wê ya pahn heya niha jî dimînin. Belkî jî ew bajarê Safîyê be ku bi vî navî di cografiya Betlemûs de hatibe. Bermayên sûr yan jî seda wê di derbenda navbera wê û Zîyaretê de têne dîtin û nimûneyên wan jî mîna yên aşûrîyan in û ji wan wêneyan jî sembolê şahê Asûrîyan û li ber wî jî sembolê dîlekî ku şahekî herêmê belkî jî yê Nayriyên ku gelek caran bi asûriyan re li navçeya Cûdî şer kiribe û çend caran jî bi Senharib bi xwe re kiribe, binimîne. Her weha li navçeya Hesenan ku dikeve herêma Cûdî jî nimûneyên sembolên kevnare hene.
Qesrika Keylî (Gelî): Ev gund dikeve derbenda pêşî ya bakurê bajarê Cizîrê ji rojhilatê Dîcle ve û piştî gundê Misûriyê. Di vê gêdûka stratejîk ya nevbera zincîra Cûdî û çemê Reş de çemekî demsalî yê bi navê Bûrî ku behsa wî di Mu‘cem el-Buldanê (c. 4, r. 38) de di nava qilîçên Dîcle de bi navê Bûyar derbas dibe, diherike. Li Qesrika Keylê li ser tatekî bilind sembolekî ku di nav xelkê de bi wêneyê Qeyserê Romê tê zanîn xuya dike. Belkî jî ew yek ji bajarên Sarîz, Stalkî û Safî yên Kordûyiyan yê kevnare be ku heya niha di tarîxê de cihê wan nehatîye dîtin. 
Finik û Bênat jî ji deverên kevnare yên navçeya Botan in, a dawî ku ji bîst malî pêk tê, bi qasî 13 kîlometran nêzî bakur-rojavayê Finikê dikeve û ji çepê wê ve jî çemê Bênatê ku li pêşberî gundê Bafê û gelîyê Bênatê diherike ser Dîcle, derdikeve. Ew gelîyê ku mirov di sînorê gundê Zêwê yê xwedîyê spehîtirîn gelîyê Botan de, bi taybetî jî di zivistanê de gava bi darên sinoberê yên gurr û sirûştî ku li devera Botan li cihekî din nayên dîtin û yên hêvrist û Zeytûnê hêşîn dixemile de di tunêleke zinarîn ya kevnare ve dikevê. Li Bênatê berhemên serdema îslamê yên mîna minareya ku hê jî çik li pîya ye û mizgefta kevirşehkirî, banqubkirî û avahîmehkem î valekirî hene. Di başûrê minareyê de di navbera wê û şikeftên Zêwê yên zendegirtî de li ser çem, hîmên pireke kevir ku behsa wê di hinek serkanîyên îslamê yên weke Mu‘cem el-Buldanê (c. 1, r. 14) de bi navê Ba‘înasa derbas dibe, tê dîtin. Her tê de dibêje: ”Ew gundekî mezin e, weke bajrekî ye, gelek bostan tê de hene, paqijtirîn devere û mîna ye Şamê”. El-Meqdesî jî di sedsala 4ê koçî/10ê zayinî de di Ehsen el-Teqasîma xwe de pesnê wê daye û gotîye: ”Baînasa paqij û spehî ye û ji bîst û pênc taxên ku bi cobarên avên bostanan veqetandîne pêk tê, di Îraqê de cihekî weke wê bi kêr û erzan tine.”
Keleya Zivingê: (Mirrê[?]), gundê Zivika Hacî Elîyan ku gundekî mezin e û ji sed û bîst malbatî zahftir lê dimînin, dikeve bakurê Bênatê. Di vî gundî de berhemeke dîrokî ya şahane heye ku ji keleyeke di nav tatekî bilind de bi kevirê şehkirî û qatqat  li ser hev honayî pêk tê û derîyekî piçûk î nêzî metreyekê dirêj jî li ber e. Gava yek dikeve nav dibîne ku ji du tayan pêk tê û tê de hildikişe tayê diduyan yê bi heman kevirî honayî. Li rastê wê du sarincên piçûk yên avê hene û tu rêya derketina ser keleyê jî tine, kesê ku ne erbabê hilkişîna bi dîwaran ve be nikare hilkişe ser. Li çemê Pawan jî yeke mîna wê heye, lê bes odeyek e û bêwerîs jî kes nikare hilkişe ser. Ji xwe min nebihîstîye ku kes li hilkişîna ser xebitîye jî.
Menhûtê Pîrê Del: Li ser keviya Dîcle ya rojhilat, di navbera Pîrê Del û çemê Pawan de tîmsalê zilamekî rawestîyayî û devliken heye ku mîna ye benîyekî reşê seyê wî li pey. Bejna tîmsalî ji metreyekê kêmtir e û dirêjiya wî jî ji erdê yanî ji rê li dor metreyekê ye, yan jî kêmtir e. Ew rasterast dikeve nava rê û dibe ku ew berhemên parsîyan be. Navbera Pîrê Del û çemê Pawan jî nêzî du kilometreyan e. Cihê pêşî yê nêzî Dîcle ku çemekî mezin tê de diçe Rûsor e. Ew çemê mezin ji gundê Dêrşewaya rojhilatê Basretê derdikeve û qilîçekî ku ji Welatê Bekatê ji hêla bakurê gundê Herarişê ve derdikeve li cem tunêleke tatîn a bi navê “Neqeb”ê navkirî, rastî wî tê.
Bazibdê: Ew Bazifta niha ku dikeve Deşta Hesinan û bi qasî şazde kîlometreyan nêzî Cizîrê dikeve û li rojavayê wê li ser tixûbê Turkîye û Sûrîyeyê dimîne. Tê de jandarmexaneya tirkan heye. Gund nêzî bîst malî ye, li nik wî kanîyeke avê heye û li pêşîya wî jî girekî axîn yê nêzî bîst metreyî bilind heye, li başûrê Baziftê li aqarê Sûrîyeyê jî girê Mexrûtê heye û ji girê Baziftê dirêjtir û asêtir e. Jê re Kerê [girê?] Qesrokê tê gotin û di nîvê gundekî bi vî navî de ye, ew dikeve bakurê Baneqesrê û li rojhilatê Xirbe jî Bacerbîqa ku navê wê di sedsala 7/13an de di Mu‘cem el-Buldanê de derbas bûye, dimîne. Her weha navê bajarê Bazibdê jî di serpêhatîyên rom û farisan yên berî îslamê de hatîye gotin û pirên dîroknasan jî digel her heşt rojhilatnas û nivîserên  (Daîre el-Me‘arif el-Îslamîyeyê) jî lê xebitîne ku cihê Bazibdê dîyar bikin lê bi ser neketine. Bes ez li vê derê cihê Bazibdê nêzî Bazifta niha derdixim û her weha cihê berhemên kevnare yên herêma Botan jî ku pirên wan ji hêla tu dîroknasê din ve nihatine kifş kirin û ji xwe behsa hinekan ji wan jî hê nehatîye kirin, dîyar dikim. Li wê derê hinek berhemên kevnare yên din jî hine ku gotina wan babetê dirêj dike û ji xwe ew bi wêneyên xwe ve bi berfirehî di kitêba min ya Tarîxa Botan de hatine dayîn. 
            
3. Mu‘cem el-Buldan, c. 4, r. 416 ku ji Îbn el-Esîr hatîye veguhaztin.

4. Min berahiyên wîlayetên qalkirî ji Heyat Ansiklopedisi ku lêzêdeyîya kovara Heyat ya tirkî ye û li Îstanbulê derdikeve, girtiye. Ev lêzêdeyî di sala 1965an de bi gelek agahdarîyên dîrokî û cografî ve li ser hemî wîlayetên Tirkiyeyê derketîye, binêre hejmarên sala 1965, r. 232, 261, 347 û 432. 

5. Taha el-Haşimî, Mufessel Cografya el-Îraq, r. 532.

6. Adiyeman yek ji bajarê kurdî yê kevnar e ku li ser xerabeyê Bireya ku tarîxa wê digihîje berî Îsa, hatiye avakirin. Ew mûzeyeke dewlemend ya berhemên kevnar û bêhempa ye ku tê de gelek tîmsalên mezin, gorên tatîn û pirên kevnare yên mîna pira Cenderê hene. Berhemên wê jî her wekî çiyayê raserî wê bi berhemên Nemrûd tên nasîn. Di sala 1928an de heyeteke arkeologên ewrûpî bi serektîya Bîtard çû wê derê û ew tomar kirin. Di sala 1931ê de jî delegasyoneke din çû qezaya Behsinê/Besnê ya girêdayê bi Adiyemanê ve û di keleya Berînê de gelek berhemên kevnare û hinek hilkolîyên ser keviran li gundê Qerekoyî [Kara Köyü] dîtin. Berhemên wê digihîjin serdema desthilatdariya Xaldîyan [Uratuyan] ya ku di nîvê dawî yê hezarê duyemîn yê berî mîladê de li herêma behra Wanê hatibû avakirin. Ev agah jı kitêba ser Malatyayê hatiye wergirtin ku ew bi zimanê tirkî ji hêla hikumetê ve hatîye weşandin.
7. Se‘îd îbn el-Bitrîq el-Entakî, el-Tarix el-Mecmû‘ el-Tehqîq we-l-Tesdîq, r. 263.

8. Daîre el-Me‘arif el-Îslamîye, Teb‘et Misir, c. 12, r. 214  

9. Tarîx el-Fariqî, r. 212 

10. Binêre beşa “Dewleta Dostikî Rihayê diparêze”, li wê derê hem çavkanî hatine dayîn û hem jî bi berfirehî hatîye dîyar kirin. 

11. Îbn el-Esîr, el-Kamil fî-l-Tarîx, c. 9, r. 186

12. Tarîx el-Fariqî, r. 143 (binêre ”meşari‘ Nesr el-Dewle el-xeyrîye”, karên Nesr el-Dewle yên bi kêr)

 

2009 © - Designed by Infonavia