Enwer Karahan
Axaftina konferansa li Stenbûlê
Em hewil didin li erdekî weha edebiyatê bikin ku mirov li husteke wî rast nayê ku xwîn jê nepijiqe, hestî û pêçiyên fêrizan di çavê mirovî de neçike û bîhna bêbextiyê neyê bêvla mirovî. Em li axake weha çîrokan dinivîsin ku dengê qireqira sîlehan di guhên zarokan de dilîrîne, rimerima lingên îhtiras û siyasetê di ser hemû dengan re ye, bi gotineke dinê, bi hezaran deng ji hev zêde dibin û kîjan deng pirtir derkeve, ew deng, dengê rastteqînê ye; zir-civatek jî di qamet û selawatê de ye.
Enwer Karahan
Li gora qeyda Enwer Karahanî ya nifûsê, ew di sala 1962yan de li Dêrika Çiyayê Mazîyê hatiye dinyayê, lê li gora ku salmezinên wî dibêjin, ew di sala 1964an de çê bûye. Wî li Dêrikê heta bi lîseyê xwendiye û hetanî sala 1992yan jî ji wir neqetiya ye.......
