Axaftina konferansa li Stenbûlê
Em hewil didin li erdekî weha edebiyatê bikin ku mirov li husteke wî rast nayê ku xwîn jê nepijiqe, hestî û pêçiyên fêrizan di çavê mirovî de neçike û bîhna bêbextiyê neyê bêvla mirovî. Em li axake weha çîrokan dinivîsin ku dengê qireqira sîlehan di guhên zarokan de dilîrîne, rimerima lingên îhtiras û siyasetê di ser hemû dengan re ye, bi gotineke dinê, bi hezaran deng ji hev zêde dibin û kîjan deng pirtir derkeve, ew deng, dengê rastteqînê ye; zir-civatek jî di qamet û selawatê de ye.
Di rojeke weha de, belkî jî ya herî rast ew be ku mirov ji fikrê bêtir hisên xwe bîne zimên. Ji ber ku ev kêliya hanê ji bo min mîna xewna zarokekî ye. Ew ê bi serê we hemûyan de hatibe ku mirov di zaroktiya xwe de ditît ew di xewnê de difiriya. Di piraniya wan caran de jî mirov li ser asoyê bajarekî difiriya, yan jî ez weha dizanim. Dîsa ew ê bê bîra we jî bê ew hiseke çawa bû. Mirov tu carî nedixwest ku ji wê xewna hanê şiyar bibe. Lê hin car hebûn ku mirov ji mecbûrî xwe li deverekê datanî û piştî kêliyekê mirovî dixwest dîsa bifire. Û mirov dikir û nedikir, nema karîbû bi perwazan bikeve. Mîna ku hin kesan bi lingên mirovî girtibne, mirov di gelek wan caran de bi xwe dihisiya ku meriv di xwêdanê de kumêt bûye. Û êdî ew ne xwen bû, ew kabûsek bû.Hûn bi rastî bixwazin, ez vê gavê di rewşa pêşîn de me, yanî mîna teyrekî buhiştê li asoyê cîhana nivîsa kurdî me û naxwazim xwe li deverekê dînim ku careke dinê hewil bidim û perwazan bidim xwe. Û ez di vê gavê de, di nav van ewran de his dikim ku ez mêvanê dîwana Ahmedê Xanî me, li civata Mîr Celadetî şahidê pistîniya kêfxweşiya wî û hevkarên wî me û li ber serê Qedrîcanî lorîneke dêrikanî me. Hûn bi rastî bixwazin, ez di navbera rastî û xeyalê de li cîhekî me û ji wê nuqteyê dibînim ku bi sedan edîp û rewşenbîrên vî zimanî û yên vê edebiyatê li tenişta hevdu rêz bûne û li me temaşe dikin. Yanî li vê kêlika me temaşe dikin. Belkî jî em li ser hustuyên xwe bifitilin, em yekî ji wan ezîzan bi çavên serê xwe bivînin. Ew bi awayekî şaşmayî li me dinêrin ku îroj ew qas însan li sêhra çîrokên vî zimanî guhdarî dikin, li ser wan diramin û şîrove û analîz dikin. Û ew dibînin ku em bi hev re li dûrikên vî zimanî guhdarî dikin û em bi hev re li sahneyên şanoya vî zimanî temaşe dikin û bi hev re li ekranên televîzyonên wî dinêrin ku bi hezaran dîmen di awirên me tê de serûbin dibin. Û ev tê wê maneyê ku xewna me û ya wan ciwanmêran pêk tê. Û miheqeq ku ew jî mîna me ji guh û çavên xwe bawer nakin û ew jî mina me naxwazin ji vê xewna hanê şiyar bibin. Mafê wan ê xewnê ji yê me jî bêtir e. Û ê wan ne tenê xewn û xeyal e, ê wan rastiya ji derî adetê ye, yanî rastiya xwedayî ye. Ji ber ku ew bi hesreta geşbûna dengên vî zimanî bi rêya xwe de çûn ku di dilên wan de kuleke mezin ma. Ew bi hesreta vî zimanî çûn ku wan her herf û kelîmeyeke wî bi hezar zahmetiyan afirand û di qûncika dilên xwe de parastin û hewaleyî roja me ya îro kir. Ew ji ber vî zimanê qedexe bi salan naliyan û wan dewrêşî kir, lê ew li ser a xwe çûn û serê xwe li ber tu zorê danenî. Ji xwe ji we hemûyan jî eyan e û ne wext û ne jî sahîfe têra neheqiya ku li ser vî zimanî hatiye kirin dike. Bi kinayî em bi hev re di xewnekê de ne û em naxwazin ji wê şiyar bibin û berê xwe bidin wê rastiya tahl.
Îcar em jî, yanî nivîskarên kurd hewil didin ku bi vî zimanê qedexe, bi vî zimanê belqitî çîrok û helbestan binivîsin; em hewil didin ku destan û romanên êş û kêfa vî miletî, ya bîhntengiya van çiya û efrazan li ser rûpelên sipî rêz bikin. Em hewil didin li erdekî weha edebiyatê bikin ku mirov li husteke wî rast nayê ku xwîn jê nepijiqe, hestî û pêçiyên fêrizan di çavê mirovî de neçike û bîhna bêbextiyê neyê bêvla mirovî. Em li axake weha çîrokan dinivîsin ku dengê qireqira sîlehan di guhên zarokan de dilîrîne, rimerima lingên îhtiras û siyasetê di ser hemû dengan re ye, bi gotineke dinê, bi hezaran deng ji hev zêde dibin û kîjan deng pirtir derkeve, ew deng, dengê rastteqînê ye; zir-civatek jî di qamet û selawatê de ye. Li cîhên ku dengê siyasetê ew qasî bilind derkeve, zahmet e ku dengê pistîniya çîrok û romanê bigihêje kesî. Ew mîna dilopên avê dadinisilin û di kûrahiya dilê vî erdî de digewime. Heta ku ew bibe golekê û biteqe. Heger weha bû, ji xwe êdî hewcedariya gotinê namîne, ew di tu sînoran de hilnayê.
Lê di heman demê de ev axa vî zimanî bûye erdekî beyar, erdekî qeraç û şûveke har; tu çi bavêjê, dê hişîn bibe; bi tenê bila cotkarî erbabê karê xwe be.
Em jî mîna wan çotkaran nin ku qahramanên çîrok û romanên xwe li vî erdî berdidin mijê; gava ew derdikevin geşta gîhaştina armancên xwe, ew hin caran jin in û hin caran mêr in, hin caran fêriz û hin caran tirsonek in; hin caran jinebî û hin caran çavsorekî mêrane nin; hin caran zarok û hin caran rîhsipî nin; bi kinayî, ew berhemên vî erdî nin. Yanî perçeyek ji me ye û em jî hewil didin ku wek benderuhên li ser vî erdî, wan bi goşt û hestî bikin. Ji vir û pê ve, êdî hunera nivîskarî dest pê kiriye.
Loma jî her careke ez gotinekê, kelîmeyekê yan jî rûpelekî binivîsim, ez hezar duayî ji wan kesên berî xwe re dikim ku kedek dane cîhana nivîsîna vî zimanî û wan mîraseke mezin ji me re li dû xwe hişt. Gelek caran wexta ez dinivîsim û li hin zahmetiyên rastnivîsê rast têm, ez li wan difikirim û vê carê zahmetiyên wan di ber çavên xwe re derbas dikim û xwe dikim dewsa wan. Ez wê gavê qîmeta qeda wan baştir fahm dikim û dîsa vedigerim quncika xwe û hezar carî şikiriya xwe tînim. Belkî kesên li dû me bên, ji me bi awantajtir bin ku ji vê bêndera hanê îstifade bikin. Me li ser wê mîrasê berhemên edebî afirandin ku îroj ne kêmî yên xelkê nin, lê ji bona ev berhemên me bibin xwedî qîmetekê, divê xwendevanên wan hebin. Bi gotineke dinê, yê berhemê dike berhem, ne nivîskar e, xwendevan bi xwe ye. Li cîhekî ku xwendevan tune bin, helbet afirandina edebiyateke bedew, raxistina romanên modern, gilî û gazinên çîrokên ji keserên civata me û îfadekirina herikîna hêsirên çavên helbestê dê ne hêsan be.
Em bi zimanekî dinivîsin ku xwînerên wî bi xwendina wî nizanin. Em bi zamanekî dinivîsin ku ji her berhemeke me sed lib jî nayên firotin, du sed lib nayên belavkirin. Em bi zimanekî dinivîsin ku gava em ji du-sê salan carekê kitêbekê derdixin û wê dirêjî dostekî, hevalekî, yan jî nasekî dikin ku wê diyariyî wan bikin, çavên wan fireh dibin û bêhemdê xwe gotin ji devê wan derdikevin… Û hûn dizanin bê ew çi dibêjin?
”weeheww, tu rojê kitêbekê dinivîsî, ma xêr e?!”.
Mirov piçekî xemgîn dibe û hin caran ji xwe dipirse, ”bi rastî jî me xêr e?”
Helbet gava ku em ji xwendevanan gazinê dikin, nivîskar ne ew qasî mahsûm in.
Ev zimanê ku em ji du salan carekê kitêbekê pê naxwînin û em ji sê salan carekê kitêbekê pê nanivîsînin, bi me pir tê. Helbet rewşa miletê kurd û zimanê wî rewşeke awarte ye, lê gava ku mirov bi miletên dinê re miqayeseyekê bike, ji xwe em ê careke din bibînin bê rewşa berhemên wî di kîjan halî de ye. Li welatê ku ez lê dijîm, kitêbên ku di salekê de tên çapkirin, beramberî hemû kitêbên kurdî ye ku di hemû jiyana xwe ya nivîskî de hatine çapkirin. Yanî hemû kitêbxaneya kurdî, ne bi qandî wan kitêban in ku di salekê de li welatên xelkê tên çapkirin.
Ez ê gazinên di vî warî de zêdetir nekim, lê ez ji kesên herî nêzî xwe dizanim ku ew berhemên me naxwînin yan jî nikarin bixwînin. Zimanekî ku xwînerên wî bi qandî tiliyên destan be, helbet edebiyata wî jî zû bi zû bi pêş de nakeve. Loma jî gava min berî bi gavkekê got ên berheman dike berhem xwendevan in, ne nivîskar in, ji ber vê gazinê bû.
Îcar ku ez bi çend gotinan qala çîroka xwe bikim
Berî hertiştî, çîrok ji bo min ew e ku mirov di jiyana xwe de hîna bêtir çavdêr be û bi zêrevanî tevbigere; li dora xwe bêtir hay bibe û bi hemû benderuhên civata xwe re eleqedar bibe. Bi gotineke dinê, mîna wênekêşekî ku hergav li dîmenên balkêş bigere û bi hûrbijêrî xweşî û kederên jiyanê û yên xwezayê bineqîne.
Û mirov bikara wan tiştên ku di civatê de diqewimin û dikarin biqewimin ku ew mîna tiştên normal û rojane tên xuya kirin destnîşan bike, wan bi awayekî balkêştir formule bike, wêneyekî wan bigire, ji nû ve biafirîne û ew bi xwe bibe xwediyê wê cîhanê û bi zar û zimanekî xweş tehmekê bidê û pêşkêşî xwînerên wê civatê bike.
Heger xwendevanan jî tahm û lezetek ji wê formê wergirt, hin îşaretên ku bi xwe ve girêdayî di nav tevna wê de pêde kirin, ev tê wê maneyê ku çîrok him rastî, him xeyal û him jî xweşî ye.
Ez jî mîna her nivîskarî hewil didim ku ji kameraya xwe hin wêneyên civatê bi zelalî bikişînim û rengên cûda zevt bikim; îcar heta bi kê derê ez bi ser dikevin, yan bi ser nakevim, ew teqdîra vê civatê bi xwe ye. Ji bo min jî ev cara pêşî ye ku ez bi we re li van ciwanmêran guhdarî dikim bê ew di derbarê çîrokên min de çi dibêjin. Belkî jî ev hisreta edebiyata kurdî ye ku îroj li vê salonê pêk tê.
Li gora rewşa ziman û edebiyata vî miletî û zahmetiyên ku wî kişandiye, nivîskarên kurd tiştên ku dinivîsînin û berhemên ku diafirînin, ne kêmî yên xelkê nin. Di her miletî de tiştên baş û xerab henin, tiştên ku tên ecibandin û nayên ecibandin henin; lê her yek jî ji wan li gora xwe xwendevanên xwe peyde dikin. Ez bawer dikim her ku civata me li xwendina vî zimanî vegere, ew ê qedir û qîmeta nivîsê û ya nivîskarên xwe jî li gora çawayiya berhemên wan bigre; lê civateke nexwendî dê tu carî nikaribe ji hev derbixe ku nivîskarên wê bi çi re mijûl dibe û bi kîjan rengan wêneyên wê dixemilîne.
Ez ne bi wê yekê re me ku ji bo em bi kurdî dinivîsin bila ev civat qîmetekê bide me, lê heger bi rastî jî em wêneyê vê civatê rast dikişînin û bi orjînala rengên wê dîmenekî diafirînin û forma wê ya rastî pêde dikin, wê gavê teqdîr a wê bi xwe ye.
Mijara çîrokên min:
Bi pirayî ez bi xwe mijara çîrokên xwe hildibijêrim, lê hin car hene ku ew mijar bi xwe tên bela xwe di min didin. Ew xwe li serê min dikin bela, dibin curm û dikevin hustuyê min. Ji bo rewşên weha cîh qet ne giring e, dikare di nîvê şevê de be û dikare di nav qelebalixiyekê de yan jî li serşokê be; êdî ew û wîcdanê xwe ye, qet ferq nake. Îcar, ji wê bîstika ku ew li min dibe bela û hata ez dest bi nivîsîna wê dikim, ew li ser pişta min barek e. Ez mecbûr dimînim ku teva wî barî bigerim, rakevim, bixwim û vexwim. Bi gotineke dinê, ez himaliya wê dikim.
Ez zû bi zû dest bi nivîsîna wê nakim. Heta ku ew mijar di serê min de tam zelal nebe, ew nestewe, ez xwe tê de dernaxim. Lê gava ku ez dest pê dikim –bi pirayî- ez wê di hilmekê de diqedînim. Qesda min ji qedandinê ew e ku ez çerçeweya wê datînim û weha dihêlim. Ez wê gavê wê naxwînim. Roja dinê ez carekê dixwînim û mudaxeleyên pîçûk tê de dikim. Ez wê careke din didim qoziyekê ku piçekî wext di ser re derbas bibe. Bi kinayî, ew piştî çend midaxeleyan ber bi hev tê. Helbet mijar giring e, lê mesele bi wê tenê naqede; mesele ew e ku bê mirov formeke çawa didê, bi kîjan awayî tevna wê saz dike.
Car hene ku hin çîrok bi salan di nav destê min de dimînin û ez bi caran li ser dixebitim, lê ew tu carî nagihêjin mexseda xwe û di quncikeke dilê min de hefskirî dimînin.
Bi piranî jî ew çîrokên di serê min de baş zelal nebûbin ku min dest bi nivîsîna wan kiribin, weha dibin; loma jî divê ez ji sedî sed hakimê wê mijarê bim û dû re dest bi nivîsîna wê bikim. Ew lehengên ku ez dikim mijarên çîrokên xwe, ez wan baş nas dikim, lê teva ku ez wan baş nas dikim jî hin caran ew bi ya min nakin, serhişkiyan, gumrehiyan dikin; yan jî hin caran dev li min vediguherin, derewan li min dikin; hin caran ji rengê mirovan derdikevin û wê gavê rêyên me ji hev cûda dibin.
Gava ez dest bi nivîsîna mijarekê bikin, divê tu şik û sî li ser wê tune be. Heger siya serê min bi xwe jî têkeve ser wî rûpelê sipî, ez di wê çîrokê de bi ser nakevim.
Divê ez tu sînoran ji xwe re danînim û zikê xwe bi tu qahremanên xwe neşewitînim, ji kesî netirsim û ji kesî fedî nekim.
Dudiliyeke piçûk jî hebe, ew çîrok têkçûyî ye. Ez vê yeka hanê ji tecrubeyên xwe baş dizanim.
Bi kinayî mijara çîrokên min hûn bi xwe nin, qahremanên wan ji nav we ye. Navê wan dikera Yaşar be, dikare Birhan be; dikare Emîne be, dikare Zelal be; qet ferq nake. Bi kinayî ez hewil didim ku wêneyekî we yê xweş bikişînim.
Bi vê minsebetê, ez di seriyê pêşî de sipasî kekê Elî Fikrî Işikî dikim ku wî ev însiyatîfa hanê sitend û bû sebebê lidarxistina vê konferansê. Her weha ez sipasiyên xwe ji bo kekê Muhsîn Kizilkaya, ji bo Aylîn xanimê, ji bo Hesenê Dewrêş û ji bo Salihê Kevirbirî dikim ku wan bi fikrên xwe, bi rexneyên xwe û pêşniyarên xwe rêya min zelatir kir. Her weha sipasiyeke mezin ji birêvebirên Unîversîteya Bilgiyê re dikim ku wan mazûbaniya vê konferansê kir û sipasiya dawiyê jî ji bo we beşdarên vê salonê.
Konferansa ”Di edebiyata kurdî de çîrokên Enwer Karahanî û çîroknivîskariya wî”.
5ê nîsana 2009an, Stenbûl


