Malper | Kurdî | Endam | Dr. Cuwan Batu | Dr. Cuwan Batû

Dr. Cuwan Batû

Mezinahîya Nivîsê: Decrease font Enlarge font
image Dr.Cuwan Heqi (Batû)

Dr. Cuwan Heqi(Batû), li gundê Şêxê Reş, Şirnexê, bakurê Kurdistanê hatiye dinê. Wî xwendina xwe ya tibbê (tendûrûstiyê) li Bulgaristanê sala 1987an tewa kiriye û ew heman sale de hatiye Swêd. Wî li Swêd pisportiya doktortiyê, beşê psikiyatri tewa kiriye. Niha wî, weke doktorê pispor, ciheke xwe yê doktoriyê li Stockholmê vekiriye û ew serbest kar dike.

Dr. Cuwan Batû, salên 1996-98-an de kovara "Rojbaş" derxistiye.
Gelek nivîsên wî di kovar û rojnameyên kurdî de derketine. Berhemek, lêkolînek, zanistî yê wî bi swêdî di derbarê nexweşiyên mejî, taybetî yên jibîrkirinê (demens) heye
(1994).

Pirtûka wî ya ewil bi kurdî, bi navê "Şûjin" sala 2000-an de ji aliyê çapxaneya kurdî, APEC, li Swêd derketiye. 16 kurteçîrokên wek fabel di nava vê pirtûka wî Şûjin de hatine civandin.
Pirtûka duwem, bi navê "Xeta Sor" sala 2007-an, ji aliyê çapxaneya kurdî, Doz ve li Stenbolê derketiye.
Di pirtûka Xeta sor de, her dîsa bi rengê fable (wek ko di pirtûka Şûjin de), giranî li ser pirsgirêkên dayin û standina navbera insanan de (taybetî yên kurd de), lê bi şêweyekî psîkolojîkî hatiye rawestandin.

Dr.Cuwan Batû xwediyê destgahên ragihandinê MediaKurd û malpera serwext.com e.

 

 

Sujin_937352032.jpg shujin_892643411.jpg

 

 

 

 

2009 © - Designed by Infonavia