Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê: Bûbê Eser Kîloyên Dawo ================================================================================ Enwer Karahan on 13 July, 2009 08:47:00 Dawo kurê malê yê mezin bû, loma ew di nozdeh saliya xwe de hatibû zewicandinê. Dema temenê wî dibe bîst, ew dihare leşkeriyê. Leşkeriya wê demê gelekî zor bû. Eger meriv Kurd ba, ew leşkerî li mirov dibû zîndan, dibû cihê tade û îşkenceyan. Dema terez bariya! ================================================================================ Enwer Karahan on 27 May, 2009 05:26:00 Sînoyê bi henek û tinazên xwe, bi ken û şahiyên xwe, bû bû gula gundê Xozberiyê. Him ew mêrxwasekî tam û him jî henekçiyekî delal bû. Wî tim hay ji gotinên xwe hebû, ew ê li ku çi bêje. Lewra jî him bi henekên xwe û him jî bi gotinên xwe wî xwe li gund dabû qebûlkirinê. Em çima dinivîsînin? ================================================================================ Enwer Karahan on 19 March, 2009 09:51:00 Em dinivîsînin ku dîroka xwe, hebûn û hêjayiyên xwe, kes û kesayetiyên xwe di qada navneteweyî de bidin nasîn. Ji bona ew jî me û welatê me binasin. Bila binasin ku me kurdan di dîroka xwe ya dagirkirî de, çiqasî berxwedan û serîhildan kirine û hîn jî ji bona azadiya gelê xwe em di nava tekoşînê dene. Ev tekoşîn dê heta ku miletê me bindest û dagirkirî be wê berdewam be. Bûbê Eser ================================================================================ Enwer Karahan on 01 March, 2009 02:05:00 Bûbê Eser sala 1955an li gundê Xozberiya Dêrika Çiyayê Mazî hatiye dunyê. Wî dibistana xwe ya pêşîn li Qesra Qenco, Navîn û lîseyê jî li bajarê Mêrdînê sala 1973an de qedandiye. Sala 1975an wî dest bi xwendegeha xwe ya bilind "Ankara Iktisadî Ticarî Îlimler Akedemisi" li peytextê tirkan Ankarayê kir.