Bûbê Eser
Kîloyên Dawo
Dawo kurê malê yê mezin bû, loma ew di nozdeh saliya xwe de hatibû zewicandinê. Dema temenê wî dibe bîst, ew dihare leşkeriyê. Leşkeriya wê demê gelekî zor bû. Eger meriv Kurd ba, ew leşkerî li mirov dibû zîndan, dibû cihê tade û îşkenceyan.
Dema terez bariya!
Sînoyê bi henek û tinazên xwe, bi ken û şahiyên xwe, bû bû gula gundê Xozberiyê. Him ew mêrxwasekî tam û him jî henekçiyekî delal bû. Wî tim hay ji gotinên xwe hebû, ew ê li ku çi bêje. Lewra jî him bi henekên xwe û him jî bi gotinên xwe wî xwe li gund dabû qebûlkirinê....Em çima dinivîsînin?
Em dinivîsînin ku dîroka xwe, hebûn û hêjayiyên xwe, kes û kesayetiyên xwe di qada navneteweyî de bidin nasîn. Ji bona ew jî me û welatê me binasin. Bila binasin ku me kurdan di dîroka xwe ya dagirkirî de, çiqasî berxwedan û serîhildan kirine û hîn jî ji bona azadiya gelê xwe em di nava tekoşînê dene. Ev tekoşîn dê heta ku miletê me bindest û dagirkirî be wê berdewam be....Bûbê Eser
Bûbê Eser sala 1955an li gundê Xozberiya Dêrika Çiyayê Mazî hatiye dunyê. Wî dibistana xwe ya pêşîn li Qesra Qenco, Navîn û lîseyê jî li bajarê Mêrdînê sala 1973an de qedandiye. Sala 1975an wî dest bi xwendegeha xwe ya bilind "Ankara Iktisadî Ticarî Îlimler Akedemisi" li peytextê tirkan Ankarayê kir.......
