Malper | Kurdî | Em weşanxaneya Apecê pîroz dikin!

Em weşanxaneya Apecê pîroz dikin!

Mezinahîya Nivîsê: Decrease font Enlarge font
image Wêne: Nefel - pirtûkên zarokan

Xebatên li ser ziman û kultura kurdî gelekî gîring in. Pêşeroja miletê Kurd di radeya herî pêşîn de bi zimanê kurdî ve girêdayî ye. Pêşeroja zimanê kurdî jî bi zarokên kurdan ve girêdayî ye. Eger zarokên kurdan zimanê xwe bi kar nîne; pê nepeyivin, nexwînin û nenivîsin, wê gavê tu pêjeroj ji zimanê kurdî re tune ye.

 


Ji xwedî û xebatkarên Weşanxaneya Apecê re,

Birayê hêja Alî Çiftçî,

Komeleya Nivîskarên Kurd Li Swêdê, xebata cenabê te û xebatkarên Apecê ya di warê weşandina kitêbên kurdî û bi taybetî weşandina kitêbên zarokan yên bi kurdî de, ji dil û can pîroz dike.

Em hêvîdarin ku wê xebat û camêriya te ya di vî warî de her berdewam be. Xebatên weha yên li ser ziman û kultura kurdî gelekî gîring in. Pêşeroja miletê Kurd di radeya herî pêşîn de bi zimanê kurdî ve girêdayî ye. Pêşeroja zimanê kurdî jî bi zarokên kurdan ve girêdayî ye. Eger zarokên kurdan zimanê xwe bi kar nîne; pê nepeyivin, nexwînin û nenivîsin, wê gavê  tu pêjeroj ji zimanê kurdî re tune ye.

Loma jî em Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê rûmet û payeyek bilind didin xebat û hewldanên weha.

Bi silavên me her şad û bexrewar bin

Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê
Stockholm, 2009.04.01

Bi vê munasebetê em nivîsa malpera Nefelê ya li ser belavkirina kitêbên zarokan li jêr diweşînin:


Weşanxaneya Apecê 18 pirtûkên zarokan wergerand kurdî û belav kir

STOCKHOLM, 31/3 2009 — Weşanxaneya Apecê îsal jî giraniya xwe daye ser pirtûkên zarokan û di van rojên dawîyê de 18 pirtûkên zarokan bi kurdî weşand: zazakî, soranî û kurmancî.

Apec bêtir bi weşandina pirtûkên xwe yên zarokan tê naskirin û heta nuha 116 pirtûkên zarokan weşandiye. Tenê di van sê mehên sala 2009-ê de 18 pirtûk weşandiye: ”Ansîklopedyayî Mindalan”, ” Le kuye xuşkekem?”, ”Pippiya Goredirêj li Humlegårdenê” û ji bilî van jî çar pirtûkên Morîs û du pirtûkên Ture bi zaravayên zazakî, soranî û kurmancî weşandiye.

Heta nuha weke fîgurên pirtûkên zarokan: Pippiya Goredirêj, Hoste Memo, Manga Sor, Tûte, Emma, Soro û Rindo bi zarokên kurd nas bûn. Lê îsal Weşanxaneya Apecê du fîgurên din jî bi zarokên kurd û kurdî da naskirin: Morîs û Ture.

Û herweha li lîteratura zarokên kurd û zimanê kurdî fîgurên Morîs û Ture jî zêde bûn. Berpirsê Weşanxaneya Apecê Alî Çiftçî dibêje:

— Ziman û zarokên me, hebûn û pîroziyên me ne. Ji bo ziman û zarokên me, çi ji destê me bê em ê bikin: Me pirtûkên baş hene, me wergerên baş hene, me redaksiyoneke xwediyê kompetens heye û me kalîteya çapeke baş heye… Elhemdullillah.

Apec dê di weşandina pirtûkên zarokan de her li ser xeta xwe be û di weşandina pirtûkên zarokan de hejmara xwe zêdetir bike. 18 pirtûkên ko di van sê mehan de weşandine ev in:

Morîs li ber malê ye:

Morîs çar mehî ye, hîn piçûk e. Lê rojekê xwediya wî dibêje: Tu êdî mezin î, divê tu li ber malê bî. Morîs bi tenê li malê dimîne. Morîs ji tenêbûnê bêhnteng dibe û ditirse. Loma Morîs naxwaze mezin bibe û li ber malê bimîne.

Morîs li ba berber:

Morîs hîn cewrikekî piçûk e. Lê pirça wî dirêj e. Xwediya Morîs jê re dibeje: Em ê îro biçin ba berber. Ew çi ye gidî! Û Morîs diçe ba berber. Morîs li wir gelek tiştên nû dibîne û dijî: Cihekî germ, bêhneke xweş, şeqeşeqa meqesan, neynikên mezin, û şe… gelek tiştên nû û balkêş dibîne.

Morîs li Mêrga Mezin:

Morîs gelek hez dike ko biçe derve. Lê çênabe ko bi tena serê xwe derkeve der, ji ber ko ew hîna çar mehî ye. Divê xwediya Morîs jî bi wî re be. Rojekê Xwediya Morîs wî dibe Mêrga Mezin. Ji bo Morîs, Mêrga Mezin tiştekî nû, mezin û gelekî balkêş e. Li wir dibeze, dide lotikan û ji kêfxweşiyê xwediya xwe wenda dike. Lê dema ko dîsa xwediya xwe dibîne gelekî şa dibe.

Morîs û serê sibehê:

Morîs çar mehî ye. Ew serê sibehan zû hişiyar dibe. Dema ko dibîne xwediya wî hişiyar nebûye, bêhna wî teng dibe û carina ditirse ko ew qet hişiyar nebe. A wê çaxê Morîs bi zimanê xwe diqîre, diçe çarşefa xwediya xwe ji ser dikişîne ko ew hişiyar be.

Tûre rûdine û mêze dike:

Ture yekî bi aqil e. Rojekê li ber mala xwe qenepeyekê çêdike, li ser rûdine û li dora xwe temaşe dike. Ko hûn bixwazin Ture çi dibîne, kî tê li ba wî rûdine û dûre çi dibe… divê hûn vê pirtûkê bixwînin.

Ba Tureyî bi hewa dixe:

Xaniyê Ture û kuçikê wî Heyo piçûk e. Rojekê Ture û kuçikê xwe Heyo derdikevin gerê û bayekî xurt tê. Ture û Heyo bi hewa dikevin. Û ew ji jor ve gelek tiştan dibînin. Ma hûn naxwazin wan li hewa çi dîtine?

Pippi li Humlegårdenê:

Pippi û Tommy û Annikayê li ser jiyana sût û sepalên Humlegårdenê rojname dixwendin.

Annikayê got:

– Bi rastî ji wan re Pippiyeke Goredirêj pêwîst e.

Pippiyê bersiv da û gotê:

– Ma tu wusa dibêjî, baş e, em ê wusa bikin.

Û herweha xurtirîn keça dunyayê û hevalên xwe bar kirin û çûn Humlegårdena parka Stockholmê. Dema ko sût û sepalan li wir dîsa dest bi şûmiyên xwe kirin, dîtin ko çi ecêb li wan rabû.

Ansîklopedyayî mindalan:

Apecê berê bi kurmancî ev Ansîklopediya Zarokan weşandibû û anuha jî bi navê ”Ansîklopedyayî Mindalan” soranîya wê weşandiye. Di Ansîklopedyayî Mindalan de nêzî 500 peyv û gotin hene û li gor rêza alfabeyê hatine rêzkirin. Hemû peyv, gotin û wêne li gor fantaziya zarokan hatine hilbijartin bi têra xwe pedagojîk e. Ev Ansîklopediya Zarokan bi gelek zimanên dunyayê heye û îro bi kurdî jî (kurmancî, soranî) li ber destên zarokên kurd e.

Le kû ye xuşkekem?

Ma meriv ê çawa zanibe xuşk li kû ye, ko ew hema hertim winda bibe? Ew dibêje, dunya hewqas mezin e ko gelek tiştên nû hene meriv bibîne, li aliyê dinê gir, girên nû, daristan û bajarên nû... û ew hema ji nişka ve winda dibe! Lê belkî birayê biçûk dizane ka ew li ko ye, ew wê baştir dinase.

Û ko tu bixwazî, tu dikarî bi wê re biçî û bigerî, heremên ko ew xeyal dike, cîyên ko te tu caran neditîne.

Ev pirtûka bi zaravayê soranî, Apecê berê bi navê ”Xuşka min li kû ye?” bi kurmancî jî weşandibû.

Nefel-Kultur
2009-03-31

 

 

2009 © - Designed by Infonavia