Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê: 'Xoybûna' Alakom ji nû ve hate weşandin 'Xoybûna' Alakom ji nû ve hate weşandin ================================================================================ Zinar Soran on 13 December, 2011 10:46:00 'Xoybûna' Alakom ji nû ve hate weşandin Çapa nû û firehkirî a kitêba Rohat Alakom bi navê Rêxistina Xoyvûn û Serhildana Agriyê di nav weşanên Avesta de derket. Alakom di lêkolîna xwe ya ku bi fotoyên balkêş hatiye xemilandin, yek ji organîzasyonên herî girîng ê neteweperweriya kurdî a modern ji gelek aliyan ve dide naskirin. Serhildana Agirî ku bi pêşengiya Xoybûnê di 1927an de dest pê kiribû û heta 1932yan dom kiribû yek ji mijarên din a kitêbê ye. Şexsiyetên giring ên serhildanê Îhsan Nûrî Paşa, Ferzende Beg, Biroyê Heskê Têlî û Xalis Beg bi awayekî berfireh di kitêbê de cî girtine. Di dawiya pirtûkê de lîsteyeke çavkaniyan a nûkirî cîh girtiye. Pirtûk di salên borî de li Kurdistana Iraqê him bi Erebî û him jî bi zaravê Soranî hatiye weşandin. Rohat Alakom Xoybûn Örgütü ve Ağrı Ayaklanması ISBN: 978-975-7112-45-7 21.5×13.5, 216 rûpel, bi wêne, 14 TL