Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê: SÎ ROMANÊN KURDÎ YÊN SERKETÎ SÎ ROMANÊN KURDÎ YÊN SERKETÎ ================================================================================ Zinar Soran on 12 December, 2011 06:31:00 SÎ ROMANÊN KURDÎ YÊN SERKETÎ Lokman Polat Min bi sernavê ”deh romanên kurdî yên herî baş” gotareke nivîsî û pêşkêşê xwendevanên kurd kir. Di nivîsa xwe de min ji xwendevanan daxwaz kir ku ew navên deh romanên kurdî ên baş û serketî binivîsin û ji min re bişînin. Herweha min ji hinek edebiyatzan, rexnegir û nivîskarên kurd re jî mailname şiyand û min ji wan daxwaz kir ku ew navên romanên diecibînin û serketî dibînin ji min re bişînin. Spas ji hemûyan re ku daxwaza min bi cih anîn û navên romanan nivîsîn û ji min re şiyandin. Di nivîsa xwe ya sernavê ”deh romanên kurdî yên herî baş” de min gotibû ku ez ê jî navên deh romanên kurdî yên serketî û herî baş binivîsim. Dema ez li ser romanên kurdî hûrûkûr fikirîm û min nirxandinên xwe yên berê, nivîs û gotarên xwe di çav de derbas kir, min dît ku deh roman têr nake. Di nav edebiyata kurdî de ji deh romanan pirtir romanên baş û serketî hene. Heger ez xwe bi deh romanan sînor bikim li yên din neheqî dibe û ev jî ji hêla wijdanî ve min nerehet dike. Lewre jî min navên sî (30) romanên kurdî yên baş û herî serketî nivîsî û ez pêşkêşê xwendevanên kurd dikim. Ji xwe pirtûka ku ji bo danasîn û nirxandina romanên kurdî min amade kiriye navê wê jî ”Sî romanên Kurdî” ye. Ev sî romanên ku min di lîsteya xwe de cih daye wan û navên wan nivîsiye, min hemûyan xwendiye û derbarê wan de gotar nivîsiye. Nivîsên min yên nirxandinê di hersê pirtûkên min yên ku navên wan ”Bîst Romanên Kurdî” , ”Sî Romanên Kurdî” û ”Pênce Romanên Kurdî” ne de cih girtine. Helbet ji bo ku ez navên 30 romanên kurdî ên baş û serketî dikim nayê vê maneyê ku yên din nebaş in. Na, ew jî li gor xwe baş in. Her romaneke kurdî ji bo min hêjayiyeke û xezîneyeke dewlemendiya wêjeya kurdî ye. Yên ku min navên wan pêşkêş kiriye ji bo min balkêş in, naveroka wan li xweşa min çûye û li gor pîvanên romanê û hunera romannivîseriyê ev baştir in. Ev dîtinên min in û dibe li gor gelek kesan şaş be. Çawa ku min gotibû nivîskar û rexnegirên tirk çima di nav deh romanên tirkî ên serketî de, çima romaneke Ahmed Altan jî helnebijartine, hinek nivîskar û xwendevanên kurd jî dikarin bibêjin çima Lokman Polat di nav van 30 romanan de romana filan nivîskarî jî helnebijartiye. Ji derê lîsteya ku min li gor bîr û baweriya xwe, fikr û ramanên xwe hilbijartiye, lîsteyek din jî min ji ber mailnameyên edebiyatzanan, xwendevanan, nivîskar, rexnegir û xwendevanên kurd yên ku di zanîngehan - Unîversîte- de dixwînin, min ji wan pirsîbû, û li gor navên ku wan ji min re şiyandibûne, min amade kir. Hinek xwendevanên kurd bi mailnameyên xwe navên çend romanan nivîsîne, hinekan navê, du, sê romanan û yekê jî navê tenê romaneke nivîsîbû. Ji bilî mailnameyên xwendevanan, kesên ku min ji wan pirsîbûn jî di nav navên ku wan ji min re şiyandibûn de hinek jê neroman bûn, lê navên wan hatibûn nivîsîn. Min ji çend edebiyatnas û edebiyatzanên ku qet roman nenivîsîne lê derbarê romanên kurdî de gelek gotar nivîsîne, romanan nirxandine û şîrove kirine pirs kiribibû. Herweke Receb Dildar, Metîn K. Dilxêrî, Huseyin Mihamed, Rêzan Tovjîn, Azad Avcî, Cîhan Aydîn, Ahmed Kanî, Veysel Aydenîz, Ferzan Şêr, Hesen Derwêş, Salihê Kevirbirî, Huseyin Gunduz, Rêdur Dîjle, Têmurê Xelîl, Evîn Berçem, Nesrîn Berfîn, Aysel Çetîn, Marîna Siyabend, Mizgîn Bîngol, Yildiz Gultekîn, Rukiye Ozmen, Cîhan Yildirim, Gabbar Çiyan, Heyder Omer, Qado Şêrîn, Hêmen Kurdaxî, Elî Cefer, Çiya Mazî, Ahmed Onal û hwd. Piraniya wan li gor xwe navên cuda yên romanan pêşkêş kirin. Min ji hinek nivîskarên romannivîser ku wan bi xwe roman nivîsîne jî pirsî, wan jî navên romanên ku ecibandine nivîsîn û ji min re şiyandin. Wan navên romanên xwe û yên min nenivîsîn, gotin " Ez behsa yên xwe û te nekim. "Ji blî vana gelek xwendevanên kurd jî bi mailnameyên xwe navên romanên kurdî yên ku wan ecibandibû û li gor xwe serketî ditibû ji min re şiyandin. Ev lîsteya duyem ya hevbeş ji ber navên ku van edebiyatzanan û gelek xwendevanên kurd ji min re şiyandibû, hate amadekirin. Di tevahiya navên ku hatine pêşkêşkirin de navên nodûçar -94- romanan hene. Min jî lîsteya edebiyatzan, rexnegir, nivîskar û xwendevanan bi deh romanan sînor nekir û min hemû navên ku hatine pêşkêşkirin li duhev rêz kir û ez pêşkêşê xwendevanên kurd dikim. Di nav van navên romanên kurdî de hinek jê ji alî çend kesan ve hatibû nivîsîn. Yanê di nav navên ku kesên cuda pêşkêş kiribû de heman nav hebû. Wek mînak romana Helîm Yusiv ji çend kesên cuda ve wek romaneke baş û serketî hatibû pêşkêşkirin. Hinekan çend romanên nivîskar yên cuda pêşkêş kiribû. Wek mînak; navên du roman Mehmed Uzun di lîsteyeke de bû. Hinek nivîskarên ku çend romanên wan hene di lîsteyên cuda de navên romanên wan ên cuda hatibû nivîsîn. Wek mînak; di lîsteyek de navê romana Jan Dost "Mîrname" û di lîsteyek de navê romana wî ya bi navê "Mijabad" hebû. Yê min jî di hinek lîsteyan de navên "Kewa Marî" , "Rojnamevan" , "Fîlozof" û di gelek lîsteyên din de navê "Robîn" hebû. Heger min ji nav romanên hatine pêşkêşkirin de tenê deh roman hilbijarta min ê yên ku herî pir ray girtibû û navê wê hatibû pêşkêşkirin di nav wan deh romanan de binivîsandana. Lê min weha nekir, min navên ku hatine pêşkêşkirin bi tevahî di lîsteyê de nivîsî, cih da wê. Di dawiya vê nivîsê de jî min cih da navên romanên ku di herdu lîsteyan de cih girtine. Di lîsteya min de navên 30 romanên kurdî û di lîsteya gelemperî de navên nodûçar - 94 - romanên kurdî hene. Navên hinek romanan di herdu lîsteyan de jî hene. Hinek nav jî tenê di lîsteyeke de heye û di lîsteya din de tune. Yên ku navên wan di herdu lîsteyan de jî heye wek romanek bihesibînî, tevahiya hemû romanan sedûçardeh - 114- heb in. Mirov vê tabloyê dikare weha şîrove bike; nexwe bi tevahî sedûçardeh -114- romanên kurdî yên baş û serketî hene. Yên ku dibêjin û bibêjin romana kurdî tune bila ji vê tabloyê şerm bikin. Xwendevanekî nivîskar di mailnameya xwe de gelek gotinên girîng dibêje û rastiyê tîne zimên. Wek mînak ez dixwazim hevokek ji mailnameya wî bi xwendevan re parve bikim. Ew dibêje : " Tu jî dizanî ku di nava me de hesûdî, pozbilindî, çavnebarî û gelek hestên neyînî hene. Van hestên negatîf pêwendiyên me jehrdarî kirine û nahêlin ku em li ser keda hevdu çend gotinên dilxwaz bêjin û binivîsin. Di vê babetê de cehda te, keda te ya dilsozane û bi temamî rola te ya giranbiha hêjayî gotinê ye. Ji ber vê yekê ne tenê ez, gelek -em dikarin bêjin hemî- nivîskarên kurdî ji te re deyndarin. Ji ber vê ji te re dibêjim mala te ava be, her hebî û her di dilê gelê xwe de bî. Em werin ser nivîsa te û daxwaza te ya dawîn. Helwesta te di cî de ye. Di vê mijarê de gotina dawîn ji bilî xwendevanan para ti kesî nîne. Ez bawer dikim bi vî awayî wê encameke baş derkeve holê. " Nivîskar û herweha rojnamevanekî kurd jî dibêje : " Ez bi nivîsa te gelek kêfxweş bum ku bi kêmasî be jî em îro li ser romanên kurdî yên bijarte dinivsînin û di derheqên wan da dîtinên xwendevanan dixwazin. Ev tenê ji bo pêşveçûna zimanê me tiştekî gelek grînge…" Belê, wisane. Yê min ango ev hewldana min wek destpêkeke. Ez hêvîdarim ku di pêşerojê de lêkolîn û lêpirsînên gelek hêja bêne amadekirin. Rojnamevan û lêkolînvan dest biavêjin vê mijarê û di derbarê vê babetê de kar û xebat bikin. Di zanîngehan de li ser romanên kurdî tezên doktorayê werine amadekirin. Li ser hemû cure romanên kurdî analîz bêne kirin û pirtûkên curbecur bêne weşandin. Niha ez ê li jêr van herdu lîsteyan pêşkêş bikim. Lîsteya romanên kurdî yên baş û serketî ên ku min (Lokman Polat) hilbijartiye ev in: 1 – Areb Şemo – Dimdim. 2 – Mehmed Uzun – Hawara Dîjleyê. 3 – Lokman Polat – Robîn. 4 – Helîm Yusiv – Sobarto. 5 – Jan Dost – Mîrname. 6 – Mîr Qasimlo – Wêneyên Keserê. 7 – Gulgeş Deryaspî – Tariya Bi Tav. 8 – Mehmed Dehsiwar – Çirîskên Rizgariyê. 9 – Atîlla Barişer - Bi Xatirê te Enqere. 10 – Fêrgîn Melîk Malkoç - Siya Dema Borî. 11 – Laleş Qaso – Ronakbîr. 12 – Îlhamî Sîdar – Tehma Xweliyê. 13 - Omer Dilsoz – Neynika Dilî. 14 – İbrahim Ehmed - Jana Gel. 15 – Hesenê Metê – Labîrenta Cinan. 16 – Menaf Osman – Girê Şêran. 17 – Aram Gernas – Toqa Naletê. 18 – Lokman Ayebe - Jar Lê Sermest 19 – Sabrî Akbel - Evîna Pînhan. 20 – Riza Çolpan - Nado Kurê Xwe Firot. 21 – Medenî Ferho – Xaltika Zeyno. 22 – Çidem Baran –Li Peravên Torê Torên Evînê. 23 – Yaqob Tilermenî – Kitim. 24 - Eyûb Kiran – Dewrêşê Evdî. 25 - Egîdê Xido – Dê û Dêmarî. 26 – Mezher Bozan - Zêna. 27 –Enwer Karahan - Şapînoz 28 – Edîp Polat - Dûvpişk bi xwe venade 29 – Selahattîn Bulut - Xadim. 30 – Arîn Zîn – Ez Stêrka Sîpan im. Lîseya gelemperî ya ku edebiyatzan, rexnegir, nivîskar û xwendevanan hilbijartiye ev in: 1 – Bîra Qederê - Mehmet Uzu 2 – Labirenta Cinan - Hesene Metê (Nivîskar wê wek roman nehesibîne jî, ez bi çavê romanê lê dinerim. Têbiniya xwendevan.) 3 – Jîyana Bextewar - Ereb Semo 4 – Robin - Lokman Polat 5 – Sobarto - Helim Yusif 6 – Mîrname - Jan Dost 7 - Wêneyên Keserê - Mîr Qasimlo. 8 – Sê Şev û Sê Roj - Laleş Qaso 9 – Şapînoz - Enwer Karahan 10 – Gardiyan- Bube Eser 11 – Xezeb - Eskere Boyik 12 – Hopo- Ereb Şemo 13 – Dê û Demari - Egidê Xido 14 –- Sîya Evînê - Mehmet Uzun 15 – Şivanê kurmanca - Erebê Şemo 16 –Tofan - Hesenê Metê 17 – Bilîcan - Perwîz Cîhanî 18 – Mijabad - Jan Dost 19 – Rojên Etûn - Kovan Sindi 20 - Fîlozof - Lokman Polat 21 - Bendewarê Adarê- Mihemed Ronahî 22 - Dûvpişk bi xwe venade- Edîp Polat 23 - Xadim- Selahattin Bulut 24 - Leyla Figaro - Ibrahim Seydo Aydogan 25 - Rojnivîska Spinoza - Şener Ozmen 26 - Kela Dimdim - Jan Dost 27 - Şer li çiya - Elîyê Evdilrehman 28 - Gemal- Xusrev Caf 29 - Pêlên Bêrîkirinê - Mistefa Aydoxan 30 - Tu - Mehmed Uzun - 31 - Ez ê yekî bikujim - Ferat Cewerî 32 - Cembeli Kurê Mîrê Hekarî - Ihsan Colemergi 33 - Kurdê Rêwî - Sehîdê Îbo 34 - Ronî mîna evînî tarî mîna mirinê - Mehmed Uzun 35 - Hewara Dicleyê - Mehmed Uzun 36 - Rojek ji rojên Evdalê Zeynikê - Mehmed Uzun 37 - Dimdim - Erebê Şemo 38 - Soryaz - Diyar Bohtî 39 - Derwêşê Evdî - Eyup Kıran 40 - Leyla Figaro- İbrahîm Seydo Aydoğan 41 - Giyanên Bahozî- Mîr Qasimlo 42 - Hêvî Her Dem Heye - Hesen Huseyîn Denîz (Cîlda yekemîn. Ya duyemîn na...) 43 - Ez ê Yekî Bikujim- Firat Cewerî (Bi taybet cîlda duyemîn...) 44 – Mirina Kalekî Rind - Mehmed Uzun 45 - Jana Gel - İbrahim Ehmed 46 - Rojnamevan - Lokman Polat 47 - Çiyayê Bi Xwinê Avdayî - Bavê Nazê 48 - Pêşmerge - Rehimê Qazi 49 - Hewarî - Hecîyê Cindî 50 - Pêşbazîya Çirokên neqediyayî- Şener Ozmen 51 - Pêşengeha Suretan- Îrfan Amida 52 - Mirina Bêsî - Dilawer Zeraq 53 - Lehî - Firat Cewerî 54 - Otobus_ Yunus Eroglu 55 - Girê Şêran / Menaf OSMAN 56 - Li Peravên Torê Torên Evînê / Çidem BARAN 57 - Gava Ku Masî Tî Dibin / Helîm Yusif 58 - Gîtara Bê Têl / Cîhan Roj 59 - Siya Şikestûnê Turcel / Hogir Berbir 60 - Xezal / Nesîp TARIM 61 - Em Bûn Baran / Mizgîn RONAK 62 - Kewa Marî (Mêkew) - Lokman Polat 63 - Tirsa Bê Diran - Helîm Yusif 64 - Ay Dayê - Mehdî Zana 65 - Şivanê Berxan - Abbas Abbas 66 - Ez û Delal - Sidqî Hirorî 67 - 3 gav û 3 darek - Jan Dost 68 - Sabrî Akbel - Evîna Pînhan. 69 - Keştiya Penaberan - Arşevê Oskan 70 - Kitim/Qerebafon - Yaqob Tilermenî 71 - Meşa Moriyan - Cîhan Roj 72 - Gava Heyatê - Lokman Ayebe 73 - Ristemê Zal - Xursîd Mîrzergî. 74 - Xatê Xanim- Eliyê Evdirehman 75 - Evîna Mêrxasekî- Îbrahîm Osman 76 - Kodnav Viyan - Lokman Polat 77 - Hêlîn - M. Baksî 78 - Gundikê Dono - Mahmud Baksî 79 - Wendabûn - Shahin Bekirê Soreklî 80 - Çirûskên Rizgariyê - Mihemed Dehsiwar 81 - Ronakbîr - Laleş Qaso 82 - Newroz Saidpour - Viyan 83 - Sidqî Hirorî - Kurê Zinarê Bilind 84 - Saturn - Remezan Alan 85 - Rîstemê Zal - Edib Polat 86 - Feqîyê Teyran - Ronî War 87 - Keça Kurd Zozan - M. Baksî 88 - Binefşên Tariyê- Zeynel Abîdîn 89 - Kejê – Adil Zozanî 90 - Parîsabad - Fawaz Husên 91 - Mamostê Zinaran - F. Melîk Aykoc. 92 - Medenî Ferho- Dora Bacinê Bi Dar e 93 - Ardûda - Mîran Janbar 94 - Û bihar hat - Heciyê Cindî ? (Min bi xwe nebihîstiye ku ev romana Heciyê Cindî bi vî navî hatiye çapkirin. Lêbelê xwendevanekî vî navî jî di lîsteya xwe ya romanên kurdî de pêşkêş kiribû.) Xwendevanekî navên van hersê romanên li jêr jî pêşkêş kiribû. Lê, ev hersê roman wergerin û aîdê edebiyata kurdî nînin, aîdê edebiyata tirkî ne. ....? - -Li çiyayê mezin gundê biçûk - Orhan Çelik - Ev wergere. ....? - Dewran - Seyit Alp - Ev wergere. ....? - Ebdullahê Mînyeyî - Hekimoğlu İsmail - Ev wergere. Xwendevanan nodûçar - 94 - roman di lîsteyek de helnebijartine, ev hejmara nodûçar romanên kurdî ji ber tevahiya lîsteyên navan ku ji min re hatine şiyandin, hatiye amadekirin. Yanî tevahiya xwendevanên ku ji min re mailname/lîste şiyandine bi tevahî nodûçar - 94 - romanên kurdî ecibandine, hilbijartine, serketî dîtine. Nodûçar ê xwendevanan, sî ê min dike sedûbîstûçar, ji wan bîst roman di herdu lîsteyan de hene, dimîne sedûçardeh. Ji xwe hemû romanên kurdî ji dusedî zêdetire û nivê wan ango ji sedî pênce ji alî xwendevanên kurd ve hatine ecibanin û wek romanên serketî binav bûne. Ev jî ji bo romana kurdî tişteke baş e. Wek min di destpêka vê nivîsê de jî got; hinek xwendevanan navên du romanan, hinek navê çar romanan û piraniya lîsteyan de navên deh romanan hatibû nivîsîn. Navê romana ku di çend lîsteyan de hebû, min careke nivîsî, navên ku di hinekan de hebû û hinek lîsteyan de tunebû min nivîsî û lewre ewqas navên pir derketin holê. Xwendevanek jî navê romanan nenivîsîbû, navên çend romannivîseran nivîsîbû û gotibû li gorê min romannivîserên kurd ên serketî evin û deh navan li dûhevudu rêz kiribû. Di lîsteya gelemperî de navên hinek pirtûkan hene ku li gor dîtina min ew neromanin. Lêbelê navên wan di lîsteyên navên ku ji min re hatibû şiyandin de hene. Lewre jî min navên wan di lîsteya gelemperî de nivîsî. Sê pirtûk romanên wergerê ne, ji tirkî hatine wergerandin bo kurdî û xwendevanekî di lîsteya xwe ya deh navên romanên kurdî de navên van hersê romanên werger jî nivîsiye. Min navên wan danî herî paş û îşareta pirsê danî pêşiya wan. Di vê lîsteya gelemperî de tiştê ku bala min kişand, hema bibêj navên temamê romanên Mehmed Uzun, Areb Şemo, Helîm Yusiv û Jan Dost hene. Romanên ku navên wan di herdu lîsteyan de hene bîst -20 - heb in. Hinek romanên ku di lîsteya min de navên wan hene di lîsta gelemperî de navên wan tunin û gelek romanên ku navên wan di lîsta gelemperî de hene di lîsteya min de tunin. Romanên ku navên wan di herdu lîsteyan de jî hene bîst - 20 - heb in. Ew jî ev in : 1 – Dimdim – Areb Şemo, 2 – Sobarto – Helîm Yusiv, 3 – Mîrname – Jan Dost, 4 – Hawara Dîjleyê - Mehmed Uzun, 5 – Robîn – Lokman Polat, 6 – Wêneyên Keserê – Mîr Qasimlo, 7 – Dê û Dêmarî – Egîdê Xido, 8 – Xadim – Selhattîn Bulut, 9 - Labirenta Cinan - Hesene Metê, 10 - Şapînoz - Enwer Karahan - 11 - Derwêşê Evdî - Eyup Kıran, 12 - Jana Gel - İbrahim Ehmed, 13 – Girê Şêran / Menaf Osman, 14 - Li Peravên Torê Torên Evînê / Çîdem Baran - 15 - Dûvpişk bi xwe venade - Edîp Polat - 16 - Evîna Pînhan - Sabrî Akbel -. 17 – Ronakbîr - Laleş Qaso - 18 - Çirîskên Rizgariyê. Mehmed Dehsiwar –19 - Kitim - Yaqob Tilermenî. 20 - Neynika Dilî - Omer Dilsoz . Deh - 10 - heb romanên ku di lîsteya min de hene, di lîsteya gelemperî ya xwendevanan de navên wan tune. Ew jî ev in : 1 - Gulgeş Deryaspî – Tariya Bi Tav. 2 - Aram Gernas - Toqa Lanetê. 3 - Atîlla Barişer - Bi Xatirê te Enqere. 4 – Fêrgîn Melîk Malkoç - Siya Dema Borî. 5 - Îlhamî Sîdar – Tehma Xweliyê. 6 - Arîn Zîn – Ez Stêrka Sîpan im. 7 - Lokman Ayebe - Jar Lê Sermest. 8 - Riza Çolpan - Nado Kurê Xwe Firot. 9 – Medenî Ferho – Xaltika Zeyno. 10 - Mezher Bozan - Zêna. Ez ji xwendevanan, rexnegiran, edebiyatnas û edebiyatzanan hêvî û daxwaz dikim ku ew li ser van herdu nivîsên min yên derbarê romanên kurdî de dîtinên xwe binivîsin, şîrove bikin. Dibe ku dîtinên min şaş bin, yan kêmaniyên wê yên girîng hebin. Dema ku ew jî dîtinên xwe binivîsên, ramanên xwe yên derbarê vê mijarê de pêşkêş bikin, hîn pirtir dê rastî derkevin holê. Gotar, nivîsên nirxandinê, şîroveyên curbecur û minaqeşeyên li ser vê babetê ji bo pêşveçûna edebiyata kurdî pêwîst e û wêjeya kurdî pêşve dixe, dewlemend dike. 07 - 12 - 2011