Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê: Li Stockholmê Roja Resamên Kurd Li Stockholmê Roja Resamên Kurd ================================================================================ Zinar Soran on 21 November, 2011 12:56:00 Li Stockholmê Roja Resamên Kurd Di 19ê Çiriya Paşîn a 2011ê de li Stockholmê li Kitêbxaneya Kurdî pêşengeha resamên kurd hat li dar xistin. Pêşengeh ji aliyê Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê, Kitebxaneya Kurdî li Stockholmê û Komeleya Nivîskarên Kurd hat amadekirin. Resamên kurd Zaria Zerdest, Siyamend Kaya, Mahmud Al û Mihamed Seyda tevî tabloyên xwe bêşdarê pêşengehê bûn. Şermîn Bozarslan li ser navê FKKSê, Newzat Hirorî li ser navê kitêbxaneya kurdî, Pasa Uzun li ser navê Komeleya Nivîskarên kurd axaftin; xêrhatine dan mêvanan û girîngiya rojek weha bo hûner û hunermendan anîn zimên. Resamên Kurd Zaria Zardasht, Siamend Kaya, Mahmut Al û Mohammed Seyda xwe dan nasandin, behsa hûnera xwe kirin û spasîya her sê rêxistinên Kurd kirin ku ev pêşengeh organîzekirine. Pêşengeh di seat 13:00 dest pê kir heta 17:00 ajot gelek kes beşdar bûn, bi dilxweşî tabloyên ressaman nêhirtin, ji wan agahdarî wergirtin.