Malper | Kurdî | Pirtûka Novelên Kurdî

Pirtûka Novelên Kurdî

Mezinahîya Nivîsê: Decrease font Enlarge font
image

Nivîskarê pirtûkê Lokman Polat rastiyên jiyanê û xeyalê tevlihev kiriye û bi stîleke modern novelên kurdî yên nûjen nivîsiye. Ji alî metoda nivîsînê, stîl û ravekirina novelan ve cudahiyeke berbiçav di navbera berhemên nivîskar yên berê û ya niha de heye. Di edebiyatê de û herweha di afirandina berhemên edebî de xwenûkirin ji bo her nivîskarî pêwîst e.

PIRTÛKA NOVELÊN KURDÎ

Di nav weşanên Helwest de pirtûka Lokman Polat ya bi navê ”Tu û Evîna Platonîk” derket.
Pirtûk 112 rûpele û têde kurtenovelên curbecur hene. Kurtenovelên anku kurteçîrokên ku di pirtûkê de ne, çîrokên dapîr û bapîran nînin û herweha çîrokên folklorîk yên gelêrî ku di nav gel de têne gotin nînin. Ev kurteçîrok ji alî nivîskar ve ji nav rastiya jiyanê û lêzedekirina xeyalên cihêreng bi şêweyeke edebî hatiye afirandin.

Nivîskarê pirtûkê Lokman Polat rastiyên jiyanê û xeyalê tevlihev kiriye û bi stîleke modern novelên kurdî yên nûjen nivîsiye. Ji alî metoda nivîsînê, stîl û ravekirina novelan ve cudahiyeke berbiçav di navbera berhemên nivîskar yên berê û ya niha de heye. Di edebiyatê de û herweha di afirandina berhemên edebî de xwenûkirin ji bo her nivîskarî pêwîst e.

Nivîskar Lokman Polat vê pêwîstiyê bi cih aniye. Ew di pêşgotina pirtûkê de weha dibêje : ”Dema min kurteçîroka ”Tu û Ew” nivîsî, ev nivîs, şêweya nivîsînê gelekî li xweşa min çû. Ez vegerîyam çîroknivîsînê û min bi vê şêweyê, bi stîleke ji bo min nû, pirtûka xwe ya kurteçîrokan ya bi navê ”Gulîzar” nivîsî û weşand. Min herweha nivîsîna xwe domand û ev pirtûka ku di destên we de afirand.

Êdî ez dixwazim bi vê stîlê kurteçîrok û kurteroman binivîsim û nivîsîna xwe bidomînim. Ev şêwe nivîsîn, dê bibe rengê naverokên berhemên min yên kurteçîrok, kurteromanan û romanê, dê bibe metoda teknîka nivîskarîya min.”

Weşanên Helwest dê di pêşerojê de berhemên nivîskar yên nû biweşîne û bigişîne destên xwendevanên kurd. Bi hêviya ku xwendevan vê berhema edebî bi dilxweşî bixwînin.

Weşanên Helwest

2009 © - Designed by Infonavia