Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê: Di sedsala 21ê de Ziman û Wêjeya Kurdî Di sedsala 21ê de Ziman û Wêjeya Kurdî ================================================================================ Zinar Soran on 26 June, 2010 03:58:00 Di sedsala 21'ê de Ziman û Wêjeya Kurdî Her ziman bi xwe ji dîroka milletan cuda tev bigerre jî bi kesên ku bi wî zimanî dipeyivin ve dijî. Zimanê kurdî, îroj zimanekî weha ye ku li gellek welatên ji hevdu gellekî cuda tê axavtin û pêşketin û bikaranîna wî jî li gora wan welatan diguhere. Ev guherîn û cudahîyên ku di navbera beş an jî welatên ku kurdî lê zimanekî zindî ye de tên dîtin, bêguman ji ber gellek sedeman peyda dibin ku rewşa wan welatan ya siyasî û civakî di nava van sedeman de ya herî giring e. Bivê nevê, li her warê ku lê tê axavtin, zimanê kurdî ji xwe re dîrokeke taybetî ava kiriye û zarava û devok bi awayekî gellekî zelal jîndar in ku ev rewş ji bo lêkolînerên zimannasî û wêjeyê warekî gellekî dewlemend dide peydakirin. Digel vê dîroka xwe ya taybetî jî, zimanê kurdî yê bu bi milyonan însan pê dipeyivin, wêjeyek ava kiriye û ji Melayê Cizîrî û Ahmedê Xanî û Nalî heta bi Mahmûd Baksî û Mehmed Uzun û Goran û Hejar Mukriyanî, bingehê wêjeyeke xurt daniye û îroj li ser wî bingehî milkekî dewlemend tê avakirin. Di demeke weha de ku qiymetê zimanê kurdî li Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê bilindtir dibe, nîqaş û çalakîyên di warê Kurdolojiyê de, çi semîner çi konferans, zêdetir dibin û kurdî teva wêjeya xwe êdî ji malan derdikeve û bi awayekî serbest di warê îdarî û akademîk de jî tê bikaranîn. Lê belê, weke ku tê zanîn, li Rûsyayê, li Ewropayê û li hin welatên Rojhilata Navîn, ziman û wêjeya kurdî berê jî bûne cihê lêkolînên giranbiha, digel ku van demên dawîn êdî behsa wê dibe ku li Turkiyeyê jî ev lêkolîn bi rêya zanîngehan ve werin kirin. Lê gelo ev bingehê ku em behsa wî dikin çawa hat danîn, li ser wê milkekî çawa tê avakirin? Rewşa ziman û wêjeya kurdî îroj çi ye? Li gora lêkolîneran çi taybetmendîyên wêjeya kurdî hene ? Zanîngeha Hekkarîyê bi van pirs û pirsgirêkan, rojên 16, 17 û 18'ê tîrmeha 2010'an, konferanseke mezin ya sê rojan li dar dixe û bi vê armancê, lêkolîner, akademîsyen û nivîskaran li Culemêrgê dicivîne. Me hewil da ku ji her welatê ku kurdî lê dijî mêvanek hebe û ji her warên lêkolînên li ser ziman û wêjeya kurdî jî lêkolîner hebin. Navê konferansa me Di Sedsala 21'ê Ziman û Wêjeya Kurdî ye û zimanê konferansê bi tenê kurdî ye. Culemêrg warê mîran, dengbêjan û dewlemendîyeke zimanî û wêjeyî ya ecêb e. Em li hêvîyê ne ku hemû miraqdarên ziman û wêjeyê, xwendekar, lêkolîner, nivîskar û heyranên zimanê kurdî werin Culemêrgê. Prof. Dr. Ibrahim Belenli Serokê Zanîngeha Hekkariyê Listeya kesên hatine vexwandin 1- Selim Temo Ergül - Zanîngeha Mardin ya Artuklu 2- Prof.Dr. Kadri Yıldırım - Zanîngeha Mêrdîn ya Artuklu 3- İbrahim Seydo Aydoğan - Zanîngeha INALCO 4- Sami Tan – Serokê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê 5- Süleyman Çevik - ji kovara Nûbiharê 6- Hashem Ahmadzadeh - Zanîngeha Exeter 7- Farhad Shakely - Zanîngeha UPPSALA 8- Ergin Opengin - Zanîngeha Sorbonne 9- Celîlê Celîl - Serokê Akademiya Lêkolîna Kurd (wiyana) 10- Ehmedi Huseyni -Şaîr 11- Lorin Doğan - Nivîskar 12- Reşo Zilan - Seroka Gruba Kurmancî ya Enstîtuya Kurd ya Parisê 13- Ferhad Pirbal- Kolleja Hunera Bedew ya Hewlerê 14- Halkawt Hakeem- Zanîngeha INALCO 15- Müeyyed Tayyib - Şaîr / Nivîskar 16- Eskere Böyik - Lêkolîner / Nivîskar 17- Doç.Bave Naze- Zanîngeha Duhokê 18- Roşan Lezgin - Nivîskar / Wergêr 19-Doktorant Yılmaz Özdil- Zaningeha Sorbonne 20- Behroz Shucai- Zaningeha Duhokê. 21- Ahmet Aras- Lêkolîner / Nivîskar 22- M.Xalid Saduni - Lêkolîner / Nivîskar 23- Ewdila Peşew - Şaîr 24- Kejo Bajar-Lêkolîner / Nivîskar