Mihrîcana Baba Tahirê Lur
Bi mebesta amadekariyên ji bo Mihrîcana Baba Tahirê Lur, em bang li hemû nivîskar û lêkolîneran dikin ku di amadekariya vê Festêvalê de bibin alîkar. Her kesê ku bixwaze lêkolînekê li ser vê babetê binivîse, ji kerema we bila li gor xalên diyarkirî be. Eger her kesek nivîskarekê/î yan lêkolînerekê/î nas dike, ji kerema xwe wan agahdar bikin.
Hevalên Hêja...
Bi mebesta amadekariyên ji bo Mihrîcana Baba Tahirê Lur, em bang li hemû nivîskar û lêkolîneran dikin ku di amadekariya vê Festêvalê de bibin alîkar.
Her kesê ku bixwaze lêkolînekê li ser vê babetê binivîse, ji kerema we bila li gor xalên diyarkirî be.
Eger her kesek nivîskarekê/î yan lêkolînerekê/î nas dike, ji kerema xwe wan agahdar bikin.
Divê lêkolîn ta 15-7-2010 bigihe komîteya amadekar ya mihrîcana Baba Tahirê Lur.
Babet û mercên lêkoînan di pêvekê de ye.
Can Êzîdxelo
Endamê lijneya amadekar ya festîvala
Baba Tahirê Lur
BABETÊN LÊKOLÎNÊN MIHRÎCANA BABA TAHIRÊ LUR
YEKEM: Babetên lêkolînan:
1- Jiyannameya Baba Tahirê Lur.
2- Kesayetiya Baba Tahirê Lur di van biwaran de:
2-1. biwarê wêjeyî.
2-2. biwarê felsefî.
2-3. biwarê neteweyî.
2-4. biwarê îrfanî.
2-5. biwarê nêvneteweyî.
3- Rewşa giştî ya zagrosnişînan /gelê Zagrosê/ di serdema Baba Tahirê Lur de.
3-1. rewşa civakî.
3-2. rewşa aborî.
3-3. rewşa ramyarî /siyasî/.
3-4. rewşa çandî.
3-5. rewşa wêjeyî.
4- Karîgeriya Baba Tahirê Lur li ser asta navxoyî û derveyî.
4-1. ji aliyê wêjeyî ve.
4-2. ji aliyê îrfanî û evînê ve.
4-3. ji aliyê hizrî ve.
4-4. ji aliyê çandî ve.
4-5. ji aliyê ayînî ve.
4-6. ji aliyê netewetiyê ve.
4-7. Rengdana aliyên jiyan, kesayetî û berhemên Baba Tahirê Lur li ser sedsalên piştî wî.
5- Pêgeha Baba Tahirê Lur di nav pêkhateya Lur bi taybetî û civaka Kurdewarî bi giştî.
6- Desttêwerdana derekî /derveyî/ û berhemên Baba Tahirê Lur ji aliyê zimanî, hizrî û kesayetî ve.
7- Baba Tahirê Lur, sembolekî neteweya Kurd û sermaweyekî mirovayetiyê.
8- Lur: pêkhate, çand, dîrok, cografya, rewşa aborî û civakî.
9- Kesayetiyên bi navûbang yên Lur di biwarên wêjeyî, zanistî, ayînî û ramyarî de.
10- Peywendiya pêkhateya Lur bi pêkhateyên dî yên civaka Kurdewarî re.
DUYEM: Mercên lêkolînan:
1- Her nivîserek azad e di destnîşankirina navnîşanekê ku ji çend babetên jor pêk hatibe.
2- Her nivîserek azad e di destnîşankirina navnîşanekê ku di rêza jor de ne destnîşankirî be.
3- Lêkolîn ji 15-25 rûpelan derbas nebe.
4- Lêkolîn taypkirî be û mezinahiya tîpan 12 be.
5- Lêkolîn li gor metodên zanistî be.
6- Li gor pêwîstiyê jêder bên diyarkirin.
7- Lêkolîn yan li ser C.D yan jî bi rêya e.maila festîvalê bê şandin.
8- Komîteya zanistî ya festîvalê biryara dawiyê li ser lêkolînan dide.
9- Hemû lêkolîn dê wek pirtûkekê di dema festîvalê de bê belavkirin.
10- Komîteya zanistî ya festîvalê 12 lêkolînan hildibijêre bo pêşkêşkirina di dema festêvalê de.
Em, wek komîteya amadekar, hêvîdar in ku hemû xemxurên Kurdayetiyê nêrîn, rexne û nirxandinên xwe ji me re bişînin.
e.mailafestîvalê: babataher1001@yahoo.com
Festîval ji aliyê "CENTERÎ HAWBEŞÎ LUR" ve tê lidarxistin.
Şûn: Silêmaniyê – Başûrê Kurdistanê.


