Malper | Kurdî | Edebîyata kurdî bi kurdî dibe, bi tirkî, erebî û farisî nabe!

Edebîyata kurdî bi kurdî dibe, bi tirkî, erebî û farisî nabe!

Mezinahîya Nivîsê: Decrease font Enlarge font
image Enwer Karahan û Serdar Roşan

Dibêjin însan di zaroktîya xwe de karekterek werdigirin û ev karekter li temamê jîyana wan tesîr dike. Zarokên ku bi darê zorê, bi tirs û gefan zimanê dagirkeran hîn bûne û dibin, gelo tesîreke çawa li şexsîyeta wan bûye û dibe? Bi milyonan zarokên kurdan li dibistanên tirkan her sibehê bi sirûda ”Ez tirk im” dest bi dersê kirine û dikin. Gelo ev mejîşûştin û asîmîlasyona bi darê zorê, tesîreke çawa li van zarokan kirîye û dike?



Edebîyata kurdî bi kurdî dibe, bi tirkî, erebî û farisî nabe!

Ziman û Edebîyat

Edebîyat devkî an niviskî, bi hin krîterên hunerî vebêjerîya meseleyan e. Edebîyat ziman e. Ziman insurê bingehîn yê edebîyatê ye. Bê ziman edebîyat nabe. Sînor û çarçoveyek ji bo edebîyatê danîn çi bêje ku ne mimkin e. Afirandin û danîna cure û berhemên edebî êdî dimîne li gorî huner û daxwaza mijûlkarên vê hunerê
 
Zimanên cuda hene. Grûbên zimanên cuda hene. Milet û gelên cuda hene. Zimanên miletan û grûbên civakî li rûyê erdê hene. Hin ji wan zimanên resmî ne. Bi dezgehên dewletî û civakî têne parastin û xurtkirin. Ziman,ne tenê wasiteyeke pêwendîyan, herwisa xwedî roleke sereke ya kulturî û civakî ne. Ziman ji hêla civakî de destnîşankerê nasnameya ferdên kulturî û civakî ne.

Edebîyat bi ziman tê afirandin û ziman bi edebîyatê cîh li xwe fireh dike, şax dide, pel dide û dîmenên dilgeş û xweş divejîne. Ziman bi saya edebîyatê li nav labîrentên mejîyê însanan digere, di hişê xwendevanan de hest û ramanan divejîne, xeyaline dilxweş an jî xemgîn û diltezîn li ber çavên wan radixe, wan li hespine kumêt siwar dike û bi dilê wan, hefsar berdayî li temamê kaînatê digerîne.

Edebîyat deryaya xeyalan e. Ji bo zarok, xort an jî hezkirên çîrokan re, di şevên zivastanê yên dirêj de li ber tifikê bi qasî pêtîyên agir dilgerm e, ji bo zarokên li ser textê razanê veketî, dinyayeke rengîn û jîndar e. Edebîyat balkêş û wextbuhur e. Nenasê dem û mekan e. Destebirakê salmezinan e.

Çîrokên dapîr, metik, xaltîk û xwengên mezin nayên bîra kê?
Gelo mirov kare jîyan û zaroktîyeke ji wan çîrokan bêpar bifikire?
Bêguman bersîv dîyar e.

Piştî ku millet, gel û grûbên ji hev cuda hene, nexwe edebîyata ku tê afirandinê jî li ser asasê vê jihevcudatîyê dihête afirandin. Bi hezaran ziman li rûyê erdê têne axaftin, lê zimanên ku herî zêde bi wan dihête nivisîn û xwedî edebîyateke niviskî ne, hejmara wan pir ne zêde ye û ji hezaran dadikeve sedan.

Îro li dunyayê du sed kisûr dewlet hene û ev dewlet hemî xwedî ziman, zimanên resmî an jî perwerdeyê ne. Gava mirov bala xwe dide van dewletan dibîne ku hin ji wan xwedî zimanekî lê hin ji wan jî xwedî çend zimanan in. Nimûne gelek in.

Dewlet û civatên heyî milî ne. Têgeh û ramanên heyî li gorî formasyona sîyasî û kulturî têne bi kar anîn. Ango têgehên heyî berhemên raman û kultura civakê ne.

Ji hêla şikil û karekterê de edebîyat milî ne û bi zimanên milî têne afirandin. Çawa ku em behsa zimanê tirkî, kurdî, japonî, îngîlîzî, erebî û rûsî dikin, herwiha em behsa edebîyata tirkî, kurdî, japonî, îngîlîzî, erebî û rûsî dikin. Gava em dibêjin edebîyata kurdî hin nivîskar û afirendeyên edebîyata kurdî yekser têne bîra mirov. Dema em behsa edebîyata rûsî dikin, cardin yekser hin nivîskarên rûsî têne bîra mirov…

Nexwe edebîyat bi kîjan zimanî hatibe afirandin bi ser wî zimanî de tête hesibandin.

Baş e, digel vê yekê jî hin dewlet, milet û civak hene ku kêm zêde bi eynî zimanî diaxifin û dnivîsin, gelo mirov dê edebîyata wan çawa tesnîf bike?

Bi qenheta min heke mirov metodeke weha bi kar bîne dê ne xelet be û kêm zêde dê meseleyê ronî bike.

Çend nimûne:
Îngîlîzî: Wek em dizanin îngîlîzî ji alî çend milet û dewletan ve wek zimanekî resmî û perwerdeyî dihête bi kar anîn, an jî em bêjin zimanê wan yê axaftin û nivisandinê ye. Edebîyata wan civak û miletan bi îngîlîzî ye. Baş e di rewşeke welê de gava em behsa edebîyata ingîlîzî dikin çi tê bîra mirov an jî em jê çi fam dikin?

Li vir du xalên balkêş hene. Divê em li ser wan rawestin û mebesta xwe dîyar bikin.

1- Edebîyata îngîlîzî.
2- Edebîyata îngîlîzî ya mîlî.

Ji bo xala ewil mirov kare hemî edebîyata ku bi zimanê îngîlîzî hatîye afirandin wek nimûne dest nîşan bike. Ango heke mirov hew behsa edebîyatekê bike ku bi zimanê îngîlîzî ye, hingê edebîyata USA, Brîtanya, Awusturalya û Zelendaya Nû dikeve vê çarçoweyê. Lê gava em behsa edebîyata Brîtanya an jî Emerîkayê bikin hingê em behsa du edebîyatên ji hev cuda dikin. Edebîyata Awusturalyayê ne edebîyata Brîtanî an jî Zelandaya Nû ye, lê hemî bi îngîlîzî têne afirandin heke em ferqîyeta bilêvkirin û hin tesîrên herêmî nekin.

Herwisa em dikarin ji bo civak û miletên portekîzîaxêf û spanîaxêfan jî welê bêjin û tesnîfeke wek ya îngîlîzî bi kar bînin. Wek dihête zanîn Angola, Mosambîk, Gîne, Brazîlya kolonîyên Portekîzê bûn. Ev dewletên binavkirî piştî ku bûn dewletên biserxwe jî, zimanê wan yê dewlet û perwerdeyê her portekîzî (ma)ye. Heke em behsa edebîyata zimanê portekîzî bikin hingê hemî milet û civakên ku bi vî zimanî edebîyatekê diafirînin, tev dikevin nav vê edebîyatê. Lê pir eşkere ye ku em nikarin bêjin edebîyata Angolayîyan û ya Portekîzîyan eynî tişt e.

Ji bo spanîaxêfan jî welê ye. Edebîyata bi zimanê spanî û edebîyata Arjantînê ne eynî tişt in. Tesnîfa ji bo portekîzî û îngîlîzî ji bo spanî jî her li kar e.

Lê ji hêla din milet û civakên ku xwedî zimanekî niviskî ne û wan edebîyateke bi ser xwe heye, divê mirov ziman û edebîyata wan li gorî milîbûna wan bihesibîne. Wek nimûne, ziman û edebîyata kurdî, rûsî, almanî, swêdî, japonî...

Ji bilî vê tesnîfa li gorî ziman û miletan mirov carinan pêrgî gotinên wek edebîyata Ewropa, Latîn Amerîka û tiştên welê tê. Lê li vir eşkere ye ku gava em dibêjin edebîyata Ewropayê, em behsa edebîyatekê dikin ku li ser herêm an jî erdekî coxrafî tête afirandin û ev coxrafya gelek ziman û edebîyatan dinimîne. Herwisa edebîyata Latîn Amerîkayê ew edebîyat e ku li temamê Latîn Amerîkayê tête afirandin... Ev ne edebîyateke milî lê ji gelek edebîyatên milî pêkhatî, mebest jê coxrafî ye...

Ji bo edebîyata dunyayê jî her welê ye, ango gava em behsa edebîyata dunyayê dikin, hingê em çarçoweya herî fireh bi kar tînin û hemî ziman û edebîyat dikevin nav vê çarçoweyê. Edebîyata kurdî, japonî parçeyek ji edebîyata dunyayê ye lê ji hêla ziman û milîbûnê de du edebîyatên ji hev cuda ne.

Edebîyat huner e, hunera vegotinê ye û ev huner bi îmajan dihête honandin an jî danîn. Îmaj dibin wasîteya fikir û hestên xwedî berhemê. Nivîskarekî maqaleyan ji bo nivîsarên xwe agumentan, delîlên mantiqî bi kar tîne û bi delîlên xwe hewl dide ku fikra xwe îspat bike, lê nivîskarekî edebîyatê delîlan bi kar nayîne heke delîlan bi kar bîne hingê berhema wî an wê nabe edebîyat dibe maqale. Fîlozof eynî tiştî bi muqayeseya ramanan dikin. Yekî tarîxzan karê xwe bi destnîşankirina wesîqeyan û bikaranîna wan dike. Ji bo hêsankirina xwendina teksteke tarîxî an jî nivîsarekê mimkin e, nivîskar carinan zimanekî rengîn bi kar bîne lê eslê meseleyê wek xwe dimîne.

Bi rêya îmajan derîyê lêfikirîn, afirandin û vejandinê heta dawîyê li ber nivîskarekî edebî vekirî ye. Nivîskar li gorî fantazîya xwe, armanc û mebesta xwe, zanîn û qabîlîyeta xwe êdî dest diavêje meseleyê, wek peykeltiraşekê gav bi gav, parçe bi parçe şikil dide berhema xwe modela xwe dixemilîne û dikemilîne. Gava qenheta wî/wê lê rû dine ku êdî berhem giha ye, êdî pênûsa xwe datîne û berhemê pêşkêşî xwendevanan dike.

Heke em edebîyata devkî jî bihesibînin, tarîxa edebîyatê vedigere tarîxa ziman û dengên ewilîn yên însanîyetê. Herçiqas li ber destê me wesîqeyên welê kevnar tune bin jî, em dikarin texmîn bikin ku komikên însanan li şikeftan, li gelî û newalan, li daristan û berîyan, li dora agir rûniştine û behsa serpêhatîyên nêçîrê, lehengên berê kirine û hîmê çîrok û destanan danîne. Ma kî ji leheng û macerayên gerok û nêçîrvanan hez nake? Ma kîjan zarok naxwaze bi dilxweşî û balkêşî guh bide lehengên welê?

Di war û dîyarên cuda, li nêv komik û civakên cuda hin bi hin çîrok hatin gotin, çîrokbêjan ew bi fantazîyên xwe xemilandin, bi raman û kultura xwe ew kemilandin, tiştine lê zêde kirin, tiştine jê avêtin, carinan li dîwêrin şikeftan ew bi rengine sipehî çêkirin, carinan li teht û kevirên mezin niqirandin. Bêguman komik zêde bûn, şer û pevçûn di nav grûbên însanna de qewimîn, destanên mêrxasî hatin hunandin û ev tişt bi hezaran caran hatin tekrar kirin... Destanên wek yên Gilgamiş, Oduseus, Îlyada hatin nivisîn, li qesir û eywanên şah û mîran hatin gotin...

Helbet divê mirov ji bîr neke ku edebîyat huner e, hunera îfadekirin û teyisîna pêwendîyên civakî ye. Ji nû ve vejandin û afirandina civak û kesên civakî ye. Edebîyat bi jîyana însanan ve mijûl dibe û beşerî ye. Ji hemî alîyan de di wext û mekanên mueyen de, bi hûrgulî li ser hest, raman û têkilîyên însanan radiweste û hoyên bi vî an wî rengî livîn û helwest wergirtina kesan nîşan dide.

Heke hewcedarî bi nimûneyekê hebe:

Yekî arkeolog berê xwe bide bajarê Diyarbekirê û li ser bisekine, bêguman dê li bermahîyên dema pir kevin raweste, lê hûr bibe û li gorî zanista arkeologîyê, ravebike. Ji me re bêje di filan demê de filankesan ev bermahî çêkirine, danîne û weha pêk anîne.

Yekî dîrokzan dê li ser tarîxa avabûna bajêr bisekine, li wesîqeyên tarîxî hûr bibe, dê bêje filan wextî filan kesan ev bajar dagir kirîye, hukumdarî kirîye, piştre hukumdarî ketîye destê filankesan, di navbera filan û bêhvan hukumdar û mirî de şer çêbûye, sîleh û eskerên wan ev qasî bûne û gelek tiştên din.

Yekî civaknas dê ji gelek alîyan de li rûniştvanên bajêr hûr bibe, grûb û sefên civakî, çanda wan, rabûn û rûniştina wan, mêla wan ya civakî ji gelek alîyan ve ronî bike.

Vêca nivîskarekî edebî bixwaze romanekê li ser Dîyarbekirê û niştecîhên wê binivîse, helbet dê destê pêşîn de ji gelek alîyan de informasyon peyde bike, lê hûr bibe û ji bo afirandina berhema xwe tiştên pêdivî jê bineqîne û romana xwe binivîse. Bêguman dikare ji agahdarî zanîn û wesîqeyên heyî îstîfade bike lê çê nabe wan tiştan wek yekî arkeolog an jî dîrokzan bi kar bîne. Li gorî mebest û armanca xwe hew dikare ji nû ve Diyarbekir û niştecîhên wê vejîne, kes û karekteran biafirîne. Nivîskar bi hunera edebîyatê, dikare û divê karibe wek kesên zindî an jî jîyayî, wan karekteran û pêwendîyên wan, bi me bide nasîn û xwendin. Bi qewimîna bûyer û bilêvkirina hest û ramanan re, dê helwesta karekterên xwe nîşan bide, em dê sebebên direw, rastgoyî, mêrxasî, tirsonekî, evîndarî, nefret û hezkirina wan bibînin û fam bikin.

Piştî îcada alfabeyan êdî rêyeke pir hêja li pêş kesên ramanvan vebû û edebîyata devkî hin bi hin cîhê xwe ji ya niviskî re hîşt...

Civak û grûbên cuda, li mekan û demên cuda, bi zimanên jihevcuda tiştine edebî afirandin... Tiştên nivisandî bi temamî nebe jî, ji windabûnê rizgar bûn û gihîştin heta roja me. Ji ber edebîyata niviskî ye ku em îro bi hêsanî dikarin Dîwana Melayê Cizîrî, Mem û Zîna Ehmedê Xanî û Mewlûda Hoceyê Xasî bixwînin...

Berê jî hebûn niha jî hin kurd hene ku ne bi kurdî lê bi zimanekî din berhemên xwe diafirînin. Heke ez çend nimûneyan ji yên berê bidim, bêguman Zîya Gokalp, Ahmed Arîf, Cemal Sureyya, Suleyman Nazîf eslen kurd bûn lê bi zimanê tirkî berhemên xwe nivisandin. Îro jî di serî de Yaşar Kemal û gelek kesên din ku ne hewce ye ez navê wan bêjim, bi eslê xwe kurd in û kurdbûna xwe înkar nakin, ew jî berhemên xwe bi tirkî dinivîsînin. Yaşar Kemal bi awayekî dirist û rast dibêje ku erê ew kurd e, lê ew nivîskarekî tirk e, ji ber ku bi tirkî dinivîse. Lê kesên din yên bi tirkî dinivîsin weha vekirî, mîna Yaşar Kemal vî tiştî nabêjin...

Helbet her însanek serbest e û dilê wê an wî çawa bixwaze dikare welê biryara xwe bide û bi kîjan zimanî divê, bi wî binivîse. Te divê ew însan esilkurd, tirk, alman an îzlandî be. Ji hêla tesnîfa edebîyatê de ji vî an wî eslîbûyîn zêde tiştekî îfade nake. Min li jor jî got, navê çend nivîskaran da ku “esilkurd” in lê tu kesek berhemên wan wek parçeyek ji edebîyata kurdî nahesibîne. Sebeb jî bi tenê ew e ku wan kesan berhemên xwe ne bi kurdî lê bi zimanekî din nivisîn.

Carinna mirov pêrgî tê ku hin kesên esilkurd ku bi tirkî dinivîsinin dibêjin “ya muhîm naverok û mijar e, ne ziman e.” Ango li ser kê hatibe nivisîn yanî behsa kê bike, ew berhem dibe male wî miletî. Bi qenheta min xelet e. Li vir pirsgirêkeke bingehîn dertê pêş mirov. Ji bo zelalkirina meseleyê em li nimûneyekê binerin. Efsaneya Çiyayê Agirî, romana Yaşar Kemal, kesên ku xwendine bêguman dizanin ku ev roman bi temamî li ser kurdan e mijar û jîngeh her li ser kurd û herêma kurdan e. Heke em wek wan kesan bifikirin, hingê divê em bêşik û dudilî em bêjin romana Efsaneya Çiyayê Agirî dikeve nav edebîyata kurdî, digel ku ew bi trikî hatibe nivisîn jî...

Eynî tiştî mirov bi hêsayî kare ji bo berhema Karl May, romana wî ya bi navê Li Çiyayên Kurd parçeyek ji edebîyata kurdî bihesibîne ji ber ku bûyer, mijar û û jîngeh bi temamî li ser kurdan û herêma kurdan e, digel ku nivîskar alman û bi almanî nivisîye jî...

Heke em bêjin ne ziman, lê babet girîng e, hingê divê em mewlûda Melayê Batê ya kurmancî û mewlûda Ehmedê Xasî ya zazakî wek parçeyek ji edebîyata erebî bihesibînin. Parçeyek ji edebîyata erebî bûyîna wan em li alîyekî daynin, guman heye ku haya ereban bi giştî ji van mewlûdan hebe!

Em bêjin li Kurdistana Federe an jî siberojê li dibistanên kurdan dema perwerde bi kurdî be û dersa edebîyatê bête xwendin û em behsa nivîskarên edebî bikin û ji berhemên wan parçene werbigirin, gelo em dê mecbûr nemînin ku berhemên wan kesan wergerînin û bêjin bi tirkî an jî almanî nivisîye... ma ev dê nebe tiştekî absurd!?

Li vir û li wir hin nimûneyên pir ekstrem hebin jî bi giştî edebîyat bi kîjan zimanî hatibe afirandin, dibe edebîyata wî ziman û miletî. Kurdên ku bi erebî, tirkî, farisî, swêdî, almanî an jî zimanekî din berhemên xwe diafirînin, edebîyata wan nakeve nav edebîyata kurdî û ew jî ne nivîskarên kurd in.

Hin kes jî hene dibêjin, ziman wek aletên muzîkê ne, mirov şarezayê kîjan aletê be divê mirov hunera xwe bi wî aletî biafirîne. Ango heke mirov bi tirkî baş zane, hingê divê mirov bi tirkî binivîse, wekî din ne muhîm e. Bi xuyana pêşîn ve, wek fikreke maqûl dixuye, lê em dizanin ku gelek alavên muzîkê hene... mîna bi sedan zimanên cuda, hejmara wan jî bi sedan e... Belam navê bikarhênerê wan hemî aletan heye. Daholvan, bilûrvan, kemanjen... yên li gîtar, ûd, saz dixin xwedî navekî ne. Mirov ji yekî daholvan re nabêje kemanjen an jî ji yekî bilûrvan û pîanîst tevlîhev nake...

Nexwe divê navê tiştan dîyar be... An em dê bêjin edebîyata kurdî, tirkî, almanî nîne; an jî em ê binavkirinê de xwedî hin prensîban bin.

Ziman milî ne, hunera ku bi ziman tête afirandin bêguman milî ye. Ji bo japonî karibin ji Mem û Zînê bixwînin, divê an ew hînî kurdî bibin an jî berhem bête wergerandin bi japonî. Hemî civak û çi bêje hemî xwendevan bi saya wergerê ji edebîyatên milet û nivîskarên din îstîfade dikin.

Yek ji insûrên muhîm yê miletbûnê ziman e. Bê ziman lêfikirîn û edebîyat ne mimkin e. Çanda civatekê bi saya ziman û xasima zimanê niviskî xurt dibe û yekîtîya xwe pêk tîne. Ruhekî neteweyî di nav ferdên miletê de divejîne û xurt dike, bi pêwendîyên çand û edebîyatê wan digihîjîne hev. Bi xêr û saya edebîyatê (di mahneyeke fireh de hemî edebîyat) hest û ramanên hevbeş di dil û mejîyê ferdên civakê de zîl didin û geş dibin.

Mirov bi kîjan zimanî binivîse, xwendevan jî her dê bi wî zimanî bixwînin. Ango yekî kurd ji bo xwendevanên kurdî, yekî swêdî ji bo xwendevanên swêdî dinivîse. Bêguman heke hin rabin bi esperanto an jî zimanekî welê binvisîn, ew jî xwe li esperantoaxêfan digirin, dixwazin ew bixwînin...

Prosesa ku milet û civakên din di warê ziman û edebîyatê de jîyane, dibe ku ji bo me hîn ew proses ne qedîyabe. Bi qasî ku min jê hay heye, hîn me akademîyên ziman, enstutîyên ziman, dezgehên ziman nînin. Xebata ku heta niha hatîye kirin û hîn jî berdewam e, di çarçoveyeke şexsî de ye. Bêguman ev xebat hêjayî pesnî û serbilindî ye, lê cardin bêguman ev ji bo selametî û xurtkirina zimanê kurdê têr nake. Dezgehên ku em behs jî dikin hew bi saya û pişgirîya dezgehên hukumranî dikarin bêne avakirin...

Divîya an jî divê peyv û îdyom li temamê welatê me li nav civatê bêhatana û bêne ber hev kirin.

Divîya û divê çîrok, stran, metelok û hemî şêweyên din yên edebîyata devkî bêhatana û bêne ber hev kirin.

Divîya û divê ev xebat ji bo hemî lehçeyên kurdî bêhata û bête kirin.

Divîya û divê ev tişt li arşîvan bêne danîn û parastin. Û.w.d.

Ziman ji ber xisûsîyeta xwe guhêrbar e, timî hin gotinên nuh lê zêde dibin û hin jî têne ji bîr kirin an jî nayêne bikaranîn. Ziman di nav civakê de diveje û gulvedide.

Lê herçî meseleya zimanê edebî ye, jê re veçîn û bijartin divê. Ev ji bo estetîka berhemên ebedî zerûrî ye. Bi lêfikirîn, hewcedarî, mebest, veçîn û bijartinê re, nivîskar berhema xwe diafirîne. Tenzîm û têkûzîyek dide modela xwe, wê dixemilîne û dikemilîne.

Milîbûna edebîyatê li ba xwendekarên wî zimanî hezkirin û zewqekê peyde dike, bi çandeke milî ve, wan bi pêwendîyên nihênî digihîne hev. Ruhekî milî, kultureke milî diafirîne. Yekîtîyeke çandî pêktîne. Edebîyat mercên yekîtîya devok û lehçeyan diafirîne, bingehên yekîtîya ziman xurt dike û dikemilîne. Berhemên Ehmedê Xanî û Melayê Cizîrî ji bo kurmancî her ev fonksîyon pêk anîne. Ji bo ingîlîîzî jî Shakespeare welê bûye.

Ji bo hezkirina ziman û edebîyatên din, hezkirina zimanê milet û civaka xwe hewce ye. Tê gotin ku yên ji zimanê xwe hez nekin, nikarin ji zimanên din jî hez bikin. Helbet ev nayête wê mahneyê ku divê mirov şovenîstê zimanê xwe be lê ew girîngîya ku hemî ferd û milet didin zimanê xwe, divê mirov jî bide zimanê xwe û li ber yên din stûxwar nebe, bi kompleksê tevnegere.

Belam gava mirov bala xwe dide xwende û ”nivîskarên kurd” yên ne bi zimanê kurdî lê bi zimanên miletên serdest dinivîsînin, Sendroma Stokholmê tête bîra mirov. Mirov kare vê sendromê herwisa ji bo tesîr û pêwendîyên sîyasî û kulturî jî bi kar bîne. Heke em bala xwe bidin meseleyê em dê bi hêsayî bibînin ku gelek stranbêjên kurd ji ber dagirkerî û tesîra piralî ya dewleta tirkan û sîyaseta asîmîlasyonê, dev ji zimanê xwe berdane û bi dilxweşî berê xwe dane zimanê miletên serdest. Em eynî tiştan di warê sîyasetê de li ba gelek kesên sîyasî yên esilkurd dibînin. Ma hewce ye ez behsa kesên sîyasî bikim ku pesnê dagirkeran, mezinên wan û îdeolojîya wan didin!?

Ji hêla ziman û edebîyatê de jî mesele her welê ye. Dev ji zimanê xwe berdane û bi dilgeşî ketine nav karwanê çerxa asîmîlasyona ziman û miletê xwe. Bêguman ev sendroma navgotî ye. Ji dagirkerên xwe, ji asîmîlekerên xwe, ji serdestên xwe hezkirin û parastina wan, ji ber çi sebebê û bi çi awayî dibe bila bibe, her ev sendrom e. Helbet sebebên vê yekê hene, ev haletê ruhê civat û ferdan e ku bi saya û wasîteya dagirkerî û tesîra perwerde û ramanên wan yên çendalî pêk hatî ye û her berdewam e. Bi kurtî li vir xerîbbûyîna însan ji însan dîyar dibe. Gelo heke mirov bêje gelek kesên kurd bûne xerîbê xwe û civaka xwe ya xurustî dê xelet be?

Ev nêzî sed salî ye ku dewleta tirkan bi darê zorê zimanê tirkan fêrî me dike. Çi bêje zarokên kurdan yên ji ber nezanîna tirkî nînin ku li wan nehatibe dayîn. Ma mimkin e zarok û xort an jî salmezin bi darê zorê, bi lêdan û gotinên tehl zimanekî hîn bibin û ji dil ji wî zimanî hez bikin?

Dibêjin însan di zaroktîya xwe de karekterek werdigirin û ev karekter li temamê jîyana wan tesîr dike. Zarokên ku bi darê zorê, bi tirs û gefan zimanê dagirkeran hîn bûne û dibin, gelo tesîreke çawa li şexsîyeta wan bûye û dibe? Bi milyonan zarokên kurdan li dibistanên tirkan her sibehê bi sirûda ”Ez tirk im” dest bi dersê kirine û dikin. Gelo ev mejîşûştin û asîmîlasyona bi darê zorê, tesîreke çawa li van zarokan kirîye û dike? Ma ne hêja ye ku kesên zanayê van tiştan li ser rawestin û encamên vê bidin zanîn?

Aya civatek ku vê prosesê jîyabe, ew civak kare wek civakeke normal tevbigere? Piştî mejîşûştin û perwerdeyeke çendîn salan gelo ferdên civaka kurdî karin hişaza tevbigerin? Îşaret, raman, gotin, çand û di gelek waran de helwesta bi sedan kurdên qaşo zana û xwende, dîyar dike ku ev tesîra dagirkeran ya piralî, li nav civaka kurdan xurt e. Ji ber ku tesîreke berfireh û kûr e, civak mîna ku ev tişt normal bin û ne muhîm be, welê hîs dike, welê difikire û li gorî wê yekê dilive. Refleks nîşan nade, li dij nasekine, lê hûr nabe.

Çend gotinên ji şiîreke Pûşkîn li rewşa me çi qasî diguncin:

Ew ji evînê fedî dikin, fikiran diqewirînin,
Azadîya xwe difiroşin,
Stûyê xwe xwar dikin li ber pûtan,
Parsekîya pere û zincîran dikin.

Pûşkîn ruhê te şad be, gotinên te ne tenê xebat, rêç û bermahîyên dagirkeran, herwisa pût û pûtperestên ”me” jî dîyar dikin. Kurd, civaka kurdî bi norm, exlaq, çand û hişê civaka kurdî tevnagere, dagirkerî û çanda dagirkeran li hafizeya civaka kurd erozyonên mezin pêk anîye. Ji hêla sîyasî, civakî, rêxistinî, aborî, demografî, şiûra neteweyî, çandî û ruhî de xwestîye û dixwaze bi carekê de civaka kurd ji hev bixîne, ji hemî alîyan de bi temamî bêhêz bihêle û ji taqet bixîne da ku kurd careke din nikaribin bi ser xwe de werin.

Di rewşeke wisa de hertişt berevajî bûye û dibe. Ji bo şikestina vê tesîr û psîkolojîya xwepiçûkdîtin û sendroma binavkirî, hewcedarî bi têkoşîneke fikirî ya çendalî heye. Ji hêla edebîyatê de ev bar li ser milê nivîskarên kurd e; gelo dê xelet be ku mirov bêje, divê nivîskarên kurd bi novel, roman û şiîrên xwe rewşa civaka kurd, bi ziman û hunera edebîyatê li ber çavên xwendevanan raxin?

Ez pir dirêj nekim û careke din kurt û kurmancî bêjim:

Ziman milî ne, edebîyat milî ne, afirendeyên edebîyatê jî milî ne. Edebîyata kurdî bi kurdî dibe, ne bi zimanekî din!

Bêguman hemî ziman û edebîyat di bexçeyê ziman û edebîyata însanîyetê de, her yek ji wan kulîlk û guleke rengxweş û bêhnxweş e ku divê mirov xwe jê bi dûr negire.

Lê heke em dixwazin ji sendroman bi dûr, ji dil û bi awayekî xurustî ji zimanên tirkî, erebî û farisî hez bikin, divê em derîyê zimanê kurdî vekin û tê re bibihurin. Kurdên ku ji kurdî û edebîyata kurdî hez nekin, nikarin bi awayekî xurustî ji tirkî, farisî, erebî û edebîyata wan jî hez bikin!


Serdar Roşan, Nîsan 2010

2009 © - Designed by Infonavia