Semînerek li ser edebiyat, roman û novelê
Komeleya Nivîskarên kurd li Swêdê îro li Stockholmê, bi amadebûna hejmareka nivîskar û şeydayên ziman û edebiaytê, rûniştinek li ser edebiyatê li Kitêbxaneya Kurdî li Stockholmê pêk anî. Serdar Roşan li ser edebiyatê û zimanî, Paşa Uzun li ser romanê û teknîka nivîsandina romanê û Hesenê Metê li ser novelê û avahiya wê axiftin. Enwer Karahanî êvar û minaqeşe bi rêve birin.
Gelek sohbet di rûniştina îro ya li ser edebiyatê de li Stockholmê çê bûn
Komeleya Nivîskarên kurd li Swêdê îro li Stockholmê, bi amadebûna hejmareka nivîskar û şeydayên ziman û edebiaytê, rûniştinek li ser edebiyatê li Kitêbxaneya Kurdî li Stockholmê pêk anî. Serdar Roşan li ser edebiyatê û zimanî, Paşa Uzun li ser romanê û teknîka nivîsandina romanê û Hesenê Metê li ser novelê û avahiya wê axiftin. Enwer Karahanî êvar û minaqeşe bi rêve birin.
Serdar Roşanî di sohbeta xwe ya li ser edebiyatê û zimanî de behsa wê kir ka edebiayt çi ye û qala ferqa edebiyatê yan taksta edebî ji ya zanistî û giringiya zimanî di edebitaê de kir. Ew bi kurtî li ser destpêka edebiyatê û dîroka edebiyata cîhanî axift. Bi gotina wî nivîskarê dursit yê edebiyatê ew e yê ku bi nivîsa xwe weha bike ku xwendevan bi xwendina wî tiştê nivîsiye his bike.
Paşa Uzunî di sohbeta xwe ya bi navê «Çend gotin li ser lîteratûrê û nivîsandina romanê» de behsa wê kir ka roman çi ye û ji ber wextê berteng bi kurtî çû ser behsa teknîka romanê, di romanê de karakter, cih û sehne di romanê de, bûyer, perspektîva vebêjeriyê (vegêranê), mijar, diyalog û htd. Paşa Uzunî di destpêka vê lêkolîna xwe de behsa tecrubeya xwe ya nivîsandina romana xwe ya yekê kir û diyar kir ku wî ew roman piştî wergirtina dîtinên gelek kesên bi nivîskariyê re peywendîdar li ser wê neweşand. Wî xwest beriya ku ew wê biweşîne pitir agahdariyan di warê romanê, ziman û teknîka nivîsandina wê de bidest bixe, ji bo ku bikaribe vê romana xwe berî weşandina wê avatir bike. Encama geriyana wî li pey wan zanyarî û tecrubeyan bû ev lêkolîna wî ya ku wî îro pêşkêş kir.
Hesenê Metê jî bi awayekê pir zelal, informatîv û têkel bi tecrubeya xwe wek novelnivîs li ser novelê (kurteçîrokê) rawestiya, ew çû ser behsa sexletên taybet yên hunerê novelê û ferqiya wê ji romanê ji aliyê: kesên tê de, dirêjî û kurtiya wê, cih û wext, sturktura wê û htd. Bi dîtina wî divêt di novelê de ji bo hertiştî hesab û rol hebe û di romanê de berûvajî novelê derfeta nefixanidnê û dirêjkirin û zêdekirinê pir heye, lê ev di novelê de heram e.
Hesenê Metê di destpêka vê sohbeta xwe de li ser navê novelê rawestiya û diyar kir ku peyva «çîrok»ê yan «kurteçîrok»ê wek nav ji «novel»ê re qet neketiye serê wî û bi ya wî çi nav ji bilî navê novelê bi kêrî vî tuxmê edebiaytê nahên. Minaqeşe li ser wê pêşniyar û dîtina Hesenê Metê yan navkirina çîroka hunerî bi novelê çê bû û piraniya kesên amadebûyî jî bi wê navkirina Hesenê Metê razî bûn. Mebesta wan jî ew e ku bikarin bi vê navkirinê vî coreyê edebî ji çîrokê (çîroka gelêrî) cuda bikin û ji tevliheviyê biparêzin. Vê sohbetê diyar kir ku alîgirên bikaranîna novelê wek nav û term ji bo çîroka hunerî (çîroka edebî, kurteçîrokê), kêm tişt di vê êvara edebî de piranî bûn.
Ev êvar edebî pir bû ji pirsiyar û bersiv û minaqeşeyan û ev sê seet gelek kêm bûn bo van hersê babetên ku pêwîstî bi minaqeşe û sohbetên dirêjtir hebû, lê hersê nivîskaran, di wî wextê kêm de deriyek li ber sohbetên giring ji bo edebiyatê û li ber nivîskarên kurd vekir û hêvî ew e ev rengê rûniştin û minaqeşeya babetên ji vî rengî berdewam bibe.
Sidqî Hirorî
----------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------






