Malper | Kurdî | Xwendegeha Qubad

Xwendegeha Qubad

Mezinahîya Nivîsê: Decrease font Enlarge font
image Wêneyek ji xwendegaha Qubayê

Shireen Mahmood / Xwendegeha Qubaavahiyeke mezin û hêja ye ku çendîn jûrên (hucreyên) feqeyan mane, cihê pirtukxanê, şûnwarên aqda wê maye. Ew stûnên ku dikevin ber eqdê yê nav hewşê hê mane. Cihê heybetê ye bê çawa hatine çê kirin. Dîsa cihê cihoka avê di nav hewşê re derbas dibe. Pêlikên minareya avahiyê hê mane ku mirov li nav avahiyê bi serkevêt weke yên minara Amediyê ye.



Xwendegeha Qubad

Xwendegeha Qubad dikeve rûbarê jorî yê Amedîyê. Di binê havîngeha sûlavê da li jorê rojavayê bajêr e. Dîmenê xwe de weke zangoyeke ayînî ya mezin bû, li devera Behdînan û hemberî zangoya Ezher bûye li Misrê. Ji bo nave vê xwendegahê sê dîtin hene, wek dîrokvan û xelkê deverê diyar kiriye:

qupad_2_233912485.jpg

1- Quba: Tê gotin ku ev nave yekemîn yê mizgefta muslumaniyê ya  li Meka pîroz e ku li vê zangoyê hatiye kirin.

2- Qubeha:  ji ber ku gelek qube li ser bane wê hebûn û hê jî şwînewarên wan qubeyan mane, jê re Qupehan gotine.

3- Li gor hinek dîroknasan jî Qubad nave kurê Sultan welî ye. Sultan Huseyîn welî ev xwendegeha nû kiriye û nave kurê xwe Qubad paşa lê kiriye.

Di heyamê berê de, ji her perçeyên Kurdistanê mirov ji bo xwendina bilind  dihatin vê xwendegahê. Ji sedî nehê mişextî  dizîviriya vê xwendegehê. Nûke jî şûnwarê vê xwendegahê, yek ji şûnwarê mezintirîn yê devera Amediyê ye. 

qubad_1_690895644.jpg

Avahiyeke mezin û hêja ye ku çendîn jûrên (hucreyên) feqeyan mane, cihê pirtukxanê, şûnwarên aqda wê maye. Ew stûnên ku dikevin ber eqdê yê nav hewşê hê mane. Cihê  heybetê ye bê çawa hatine çê kirin. Dîsa cihê  cihoka avê di nav hewşê re derbas dibe. Pêlikên minareya avahiyê hê mane ku mirov li nav avahiyê bi serkevêt weke yên minara Amediyê ye.

Firehiya dergehê ku dikeve rojavayê avahiyê 2.80 m û bilindiya wê jî 3.80 m ye. Şûnwarê mala seydayê wê maye ku bi rengekî ciwan hatiye ava kirin. Şûnwarên çar aşên avê  hene ku erdekî yekcar zor vegirtiye. Mixabin ev avahiya hêja roj bi roj ber bi  ber bi nemanê ve diçît.

Shireen Mahmood

 

2009 © - Designed by Infonavia