Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê: Hafiz Qazî koça dawî kir Hafiz Qazî koça dawî kir ================================================================================ Zinar Soran on 05 March, 2010 01:21:00 Yek bû ji damzrênerên yaneya »Serkewtinî Kurd« li Bexdayê, sernivîskarê kovara yaneyê »Hîwa«yê, xudanê îmtiyaza kovara yekê ya bi kurdiya kurmancî li başûrê welatî »Ronahiyê«, beşdar bû di avakirina Komeleya Rewşenbîrî ya Kurdî de li Bexdayê, di beşa kurdî ya radyoya Bexdayê de kar dikir û program tê de pêşkêş kirin. Ew yek bû ji navên diyar di avakrina Yekîtiya Nivîskarên û di tevgera nivîskarî û rewşenbîrî ya kurdî ya wî serdemî de. Hafiz Qazî di sala 1963yê de tevî pêşmerge û şoreşa Kurdistanê bû. Ew di salên 1965-1969ê de li zîndana Qesir Elnîhaye li Bexdayê li ser xebata siyasî hatibû girtin. Ew di sala 1991ê de di nav serhildanê de bû li Dihokê û li gel reva milyonî ya ber bi bakûrê Kurdistanê bû. Ji berhemên wî yên wek pirtûk hatine belav kirin: Kela Dimdim, Dîwana Qazî, Serhatî, Ferhenga Qazî, Keser û Kovan, Xuzîk û êş û jan, Xatê Xanim. Hafiz Qazî ji sala 2002ê û heta mirina xwe xudanê îmtîyaza dezgehê çap û weşanê Spîrêzê bû. Jêder: Kulturname