Malper | Kurdî | Nivîskar Rezo Osê ji nav me bar kir

Nivîskar Rezo Osê ji nav me bar kir

Mezinahîya Nivîsê: Decrease font Enlarge font
image

Nivîskar û lêkolînvan Rezo Osê (Ebdulrezaq Elî Îsayê Osê / 1950-2010) duhî di egera nexweşiyeka domdirêj de li Qamişloyê koç kir. Rezo Osê ji rojavaya Kurdistanê bû û ji bilî berhemdariya qelemê wî di warên wek çîrok, helbest, folklor, nivîsar, lêkolîn û htd. de, çend kitêbên wî jî derketine.


Rezo Osê li gel siyasetê, ji salên heftiyan û hir ve navekê diyar bû di nav tevgera ziman, rewşenbîrî û edebiyata nivîskî ya kurdî de û endam bû di birêvebrî û redaksiyona çend kovaran de. Ehmed Huseynî û Bavê Nazê di malpera Şevçirayê de bi van peyvan wî bibîr tînin:

»Em li wir in…
Ji keviyên westiyayî yên kêlên bîranînan re çîrokên xatirxwestinê dibêjin û ji kolanên bendemanê re behsa darbestan û kefenan û behsa gulên sor ên evînê dikin.

Em ji bajaran re xewnên reben û ji xwe re jî keserên kûr, dihêlin!

Me bi tenê wisa bêxwedî li ber destên ji hesin ên vê qederê nehêlin û destên me bi xwe re bibin sawa axê, barana şevistanê, gurîna birînê, ferhenga tenhatiyê, kêrên bêdengiyê û çavên me bi xwe re bibin di rengên keskesorê de daçikînin!

Em li wir bûn, qublenameyên me berên xwe didan mirinê, dilên me li ser darbestan dijeniyan û rondikên me li ser bazinê Qamişlokê zuha dibûn.

Li mirinê nepirse, ne jî welatên qedexe bi xwe re bibe nexşeyên giryan û nehwirînê..

Dilê xwe yê ji şewatan li pey xwe ji bageran re bihêle

Û dilê min di nav pencên dengê xwe de, hetanî ku oxir hebe, biguvêşe!

Ehmedê Huseynî«

»Rezo-Aro, ji me xeyidî û çû…

Doh êvarî, dostê min yê ku heta-heta ez deyndarê wî me, ji me xeyidî û çû.. Ew çû piştî êşeka dirêj û bê dawî…      Ji xwe, di vê dawiyê de, Rezo êşek li ser êşa ku her dem pê re heval bû, zêde bû.

Êşa pêşî êşa milet û welatê wî bû û êşa duyem jî, êşa nexweşiya wî ya giran bû. Her dem jî, kengî ku ez li gel diaxivîm, min jê dipirsî : Kengî emê zora vê êşê bibin? Ewî digot: “Xwedê bê erê nêzîk…” Lê êşê ew bir û çûna wî bû êşa dilê hevjîn, zarok û binemala wî û ya rast ya hemû  kesên ku wî dinasin… Erê ew çawa ji ber êşa miletê xwe diêşiya, niha jî miletê wî.  Her çendê, ez li ser valahiya ku Rezo ji me re hişt, biaxivim, ezê nikaribim, heqê wê bidim…

Bavê Nazê«

Jêder: Kulturname

-----------------------------------------------------------------------------------------------------------

Rezo Osê kî bû?
Kurtenasnameya Rezo

Navê wî Ebdulrezaqê Eliyê Îsayê Osê ye . Roja 10.10.1950 li gundê Deksûrî /Cizîrê -parêzgeha Hisiça,herêma Qamislo / hatiye jiyanê. Xwendina xwe ya seretayî, li gundê Tenûrî / gundê sînordasê Deksûrî / kuta kiriye. Ya navendî û lîse jî li bajarê Qamislo bi dest xistine. Bi navên: Aro; Rezo; Stêr; Azad; Pirs; Ebdulrezaq Osê û Rezoyê Osê di gelek kovar û rojnaman de nivîsiye / wilo jî di malperan de /, ji wan: Stêr; Armanc; Dugir; Pirs; Metîn; Dengê Azadî; Zanîn.

Ji havîna sala 1970 de dest bi nivîsandinê kiriye . Gelek gotar û lêkolîn belav kirine . Wilo jî ,helbest / kevesop û nûjen / nivîsiye,sano di kovaran de belav kirine,folklor daye hev û belav kiriye,kurteçîrok nivîsîne,çîrokên zarokan dane hev û pênc pirtûk bi navê Dîk-Dîko ; Libhinarê ;Bavê Hepûn;Sengê û Pengê ; Finda Semal çap kirine /Wî bi Kurdî nivîsîne û Dr.M.Nejarî guhertine zimanê Erebî û bi hev re di bin navê danehev û pêskêskirina herdu navan
hatine çapkirin/.Bi kurtî:

1. 1972 - 1974 Endamê komîta berpirsiyariya kovara "Soresgêr", ko li bajarê Berlîna Rojava derdiçû, maye.

2.Di van salan de jî bûye endamê komîta çapderîn,ko sê pirtûk li Berlîna Rojava çap kirin / Dîwana S. Hêzanî, bi Kurdî. Helperkên Kurdî, yên folklorî, bi zimanê Elemanî. Miletek berxwedanê di ber hebûna xwe de dike , bi zimanê Elemanî /.

3. 1977 kursê fêrbûna zimanê Kurdî li bajarê Mosko, ji grûpek xortên Kurd / yên zanîngehê / re vekiriye.

4. 1977 Bûye endamê komcivîna damezrandina "Hevbenda Kawa bo wêjeya Kurdî" / dameznerên vê hevbendê : Bavê Nazê ; Dr.M.E.Najarî ; Dr.S.Mulla û Rezo bûn / ko li Mosko pêk hat. Vê hevbendê gelek pirtûk / bi zimanê Erebî ,çi wergerandin,çi jî afirandin/ dane wesandin.

5. 1978 – 1980 Bûye endamê " komîta amadekar " bo pêkanîna yekbûna komeleyên xwendevanênKurd li Ewropa, ko di bin çavnihêriya mamoste Ezîz Mihemed de kar dikir.

6. 1980 – 1981 Berpirsiyariya belavoka " Ronakbîr ", li
Sûriya, kiriye.

7. 1982 – 1984 Bi Bilûrvan re serkêsiya fêrbûna "Kursên zimanê Kurdî" li binekova Cizîrê kiriye.

8. 1983 – 1993 Berpirsiyariya kovara "Stêr",bi Bilûrvan re / weku damezrêner / , pasê bi Dilovan û hin rewsenbîrên din re kiriye.

9. 1993 - … Endamê komîta berpirsiyar e di kovara "Pirs" de.

10. 2002 - … Endam û yek ji damezrênerên " Komîta xelata Cegerxwîn" e.

11. 2003 - … Bûye endamê komîta sêwirdarên kovara "Pêl" ko li Elmaniya der tê.Vê salê jî bûye endamê "PENa" Kurd.

12. 2003 – Vexwendî çalakiyên sedsalaliya Cegerxwîn, li Amedê û Izmîrê,bûye.Li wir " Xwendinek di berhemên Cegerxwîn de" pêskês kiriye.

13. 2004 – Endam û çalakdarê komcivîna duwemîn ya "rojên wêjeyê li Amedê" bûye û besdarî kiriye.

14. 2005 – Endamê konferansa PENa Kurd û PENa Tirk bû,ko di bin çavdêriya PENa Navnetewî û UNESCO de li Amedê pêk hat.

15. 2005 – Vexwendiyê festîvala rewsenbîrî ya yekemîn li Duhokê bû , da lîkolînekê li ser " hevoksaziya Kurdî " . pêskês bike . Lê ji ber sedemên rewsa navwelatî / di navbera Sûriya û Îraqê de/ nikarîbû amade bibe,tenha lêkolîna xwe rê kir.

16. 2006 – Endam û çalakdarê festîvala rewsenbîrî ya duhemîn li Duhokê bû.

17.2008 – Endam û çalakdarê festîvala Cegerxwîn li Hewlêrê bû.

18.2008 – wergêrê xelata yekemîn ya fablê li Wanê bû.

* * *

Nav û Naveroka Pirtûkan

Di destpêka miha êlûna sala 2005 an de, pênc pirtûkên çîrokên zarokan,li Sûriyê,bi rêdaneke fermî / çapkirin û belavkirin / di bin sernavê " Çîrokên Kurdî gelêrî yên zarokan " bi zimanê Kurdî û Erebî,hatine çapkirin.

1. Dîk-Dîko / çapa didiwa / çar çîrokan himbêz dike / Çapa yekê sala 1991/:
a. Rovî – beranê kovî .
b. Kerê pistkurmî .
c. Kêça kezîkur .
d. Dîk-Dîko .

2. Libhinarê / çapa didiwa / çar çîrokan himbêz dike/Çapa yekê sala 1991/:
a. Destbiratiya Rovî û Melê .
b. Libhinarê .
c. Gurê tirsonek .
d. Pîrê û Rovî .

3.Bavê Hepûn / Çapa yekê / :
a. Bavê Hepûn .
b. Hirçê û Mihemedoko .
c. Kero hevsarzero .
d. Kêza Kêzxatûn .

4. Sengê û Pengê /Çapa yekê / :
a. Sengê û Pengê .
b. Gurê har .
c. Keçên Pîrê .
d. Beq û Tûpisk .

5. Finda Semal / Çapa yekê / :
a. Finda Semal .
b. Gavan û Gur .
c. Mih û Gur .
d. Fatika Gavan .

Ev çîrokên zarokan yên gelêrî danehev û wergerandin im.Li ser qapê hundir jî, ev informasiyon hatine nivîsîn :

Qap û wêne : Hunermend endizyar , Necah Osman .
Deqên Kurdî : A.Ossi / Rezo / .
Deqên Erebî : M. Najarî .
Lêvegera deqên Erebî : Sêx Tawfîq El-Huseynî .

" Dar All-Hassad "
Sam , Sûrîya 2005
Hêjayî gotinê ye,ko rêdana çapê ,bo pirtûkên 1;2 û 3 sala 1991 hatibû wergirtin, lê bo hin sedeman , di dema xwe de,nehatin çapkirin,da nû îsal roniyê bibînin.Bo vê yekê hin cudahî di navbera deqên Erebî / wergerandina sala 1991 ê / û yên Kurdî / sererastkirin , pistî bidestxistiona hin formên nû ji çîrokan / de têne pelandin.

Jêder: Avestakurd/Aro

 

 

2009 © - Designed by Infonavia