Mehmûd Osman rexneyên xwe li Nûrî El Malîkî û li Asayîşe kir
M.Osman Nûrî Malîkî wek "serokê eqlîyeta radîkal ya Erebên şoven" bi nav kir û di derbarê reva pîlotê Baasî axivî û rexne li Asayîşa Silêmanî girt û got: "Bawer nakim ku firokevan li rêya nexweşxanê reviyabe, ev nakeve aqilê min." Endamê Lîsteya Hevpeyman a Kurdistanê, Mehmûd Osman ragihand ku karê wan 5 lijneyên ji bo çareserkirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexda’yê hatine damezirandin, hemû temam nebûne û ne hêsane temam jî bibin.
Endamê Parlemena İraq’ê Dr. Mehmûd Osman ji Rûdaw’ê re ragihand, pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexda’yê de kûrin. Ev pirsgirêk bi danîna licneyan nayê çareserkirin: "Rast e di destûrê de behsa federaliyê hatiye kirin, lê baweriya Hikûmeta İraq’ê bi federaliyê nîne. Kê bihîstiye, ku Malikî carekê gotibe ‘İraq a federal an jî İraq a îttihadî.”
Mehmûd Osman Serokwezîrê İraq’ê Nûrî Malîkî wek "serokê eqlîyeta radîkal ya Erebên şoven" bi nav kir û got xeletiyên Kurdan û Hikûmeta Herêmê jî hene; "Li gor destûrê gûmrik girêdayî hikûmeta navendi ye. Lê ji bo çi Herêma Kurdistan’ê gumrikê 3-4 salin nade Bexda’yê? Yan li Bexda dibêjin, Herêma Kurdistan’ê çawaniya xerckirina bûdçeyê ji bo me rênake. Eger Kurd daxwaza bicihanîna destûrê ji Bexda’yê bike, divê ekrên xwe jî bîne cîh.”
Mehmûd Osman dibêje Kurd nikarin bi tenê Malikî rakin û yek ji armancê hatina wî ya Hewlêr’ê jî ew bû Kurd hewlên rakirina wî nedin: ”Lê eger daxwazên Kurdan nanî cîh û aliyek bi hêz yê parlemenê daxwaza rakirina Malîkî kir, emê jî wê piştgiriya wê yekê bikîn.”
Dr. Mehmûd di derbarê wendabûna firokevan Tariq Remezan ê ku gûnehbarê bombebarana Helepçe bû û ji li Asayîşa Silêmanî girtûbû, jî axifî û daxwaza lêpirsînê kir: "Bawer nakim ku firokevan li rêya nexweşxanê reviyabe. Ev nakeve aqilê min. Pêwîste di vê derbarê de lêkolînek bê kirin û xelk bizane çi lê hatiye.” Rûdaw.net


