Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê: Lêbigere archive M. Emîn Bozarslan û Ferhenga wî di semînerekê de li Stockholmê ================================================================================ Zinar Soran on 18 May, 2012 10:38:00 Nivîskar M. Emîn Bozarslan roja şemiyê 26ê gulanê, saet 14.00-16.00 li Kitêbxaneya Kurdî ya Stockholmê li ser ferhenga xwe ya nû diaxive. Siyabend bi reng û peykerên xwe li Ulfsundayê ================================================================================ Zinar Soran on 08 May, 2012 03:56:00 Hunermendê kurd Siyabend Kaya di 26/5 2012yê de pêşangeha resm û peykerên xwe yên bronzî li Ulfsunda Slottê li Stockholmê vedike. Janrên (cûreyên) televîzyonê û rewşa televîzyonên kurdî ================================================================================ Ekrem Önen on 24 April, 2012 03:14:00 Ev Lêkolîn ji bo Panela li ser rojnamegeriya kurdî ya ku ji aliyê Kitêbxaneya Kurdî li Stockholmê û Komela Nivîskarên Kurd li swêdê ku di roja 22 nîsanê 2012yê de li Kitêbxaneya Kurdî li Stockholmê bi munasebeta 114 salvegera rojnamegeriya kurdî hatibû amade kirin. Janr û zimanê televizyonên kurdî di penelkê de ================================================================================ Zinar Soran on 22 April, 2012 07:40:00 Komeleya Nivîskarên Kurd û Kitêbxaneya Kurdî li Stockholmê îro, bi minasebeta Roja Rojnamegeriya Kurdî, panelek li ser televizyonên kurdî bo herdu rojnamevanan Ekrem Önen û Nasir Sînayî li avahiyê Kitêbxaneya Kurdî çêkir. Firat Cewerî dest avêt Swêdiyê ================================================================================ Zinar Soran on 12 April, 2012 10:49:00 Xwediyê kovara Nûdemê û gelek berhemên din û ji wan Ez ê yekî bikujim û Lehiyê û endamê Koneleya me niha berê xwe daye afirandina bi zimanê Swêdî. Firat Cewerî bi çend nivîsarên xwe yên di van heyamên dawiyê de Panelek li ser televizyonên kurdî ================================================================================ Zinar Soran on 05 April, 2012 03:29:00 Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê û Kitêbxaneya Kurdî li Stockholmê bi minasebeta Roja Rojnamegeriya Kurdî panelekê li ser televizyonên kurdî li Kitêbxaneya Kurdî pêk tînin. Kurteçîrok: Gula Keskezer ================================================================================ Paşa Brodirêj on 03 April, 2012 03:55:00 Di dem û dewranekê kevnare de padişahek hebû. Padîşahekî bi hêz û qudret, bi hezaran şerûdên wî, bi kûp û kûzan zêrê wî hebûne, lê lawê wî tunebûye. Tenê sê qîzikên wî hebûne. Ji sê qîzikan didu zewicîne, ya herî biçûk û herî xasek nezewiciye. Nav û dengê bedewtiya wê ji Çînê heta Maçînê belav bûye. Newroza we pîroz be! ================================================================================ Zinar Soran on 21 March, 2012 12:18:00 Newroza We Pîroz Be! Bi hêviya ku sala nû, helwest û hewldanên azadî, serxwebûn, dewletbûyina neteweya Kurd û yekgirtina Kurdistanê li her çar perçeyan xurt û geş bike! Kurteçîrok: Ûso û sîxurê taxa Xeyriyê ================================================================================ Zinar Soran on 03 March, 2012 03:39:00 Artêşa dewleta Tirkiyê, di 12 Adarê 1971ê da dest danîbû ser desthilatiyê, nasname û navnîşanên kominîst û "anarşîstan" li televîzyon û radyoyan weşandibûn û derketibûn nêçîra wan. Wêneyên "anarşîstan" bi dîwarên kuçe û kolanên Kurdistanê ve hatibûn daliqandin. Temamê "kominîst" û "anarşîstên" Swêregê 26 kes bûn û giş jî hatibûn girtin. Herî dawiyê sê kes (hinekan digotin du kes in, yek mêr û yek jin) ji wan, her sê jî bîyanî bûn, li taxa Xeyriyê ji xwe ra odeyekî kirê kiribûn û li wê derê xwe vedişartin, li ser saloxên muxtar Zulkîfê Xirabokî hatibûn girtin. Panela Ferhengên Kurdî ================================================================================ Zinar Soran on 26 February, 2012 08:46:00 Federasiyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê, Kitêbxaneya Kurdî ya Stockholmê û Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê îro (2012.02.26) li Kitêbxaneya Kurdî panelek li ser ferhengên kurdî çêkir. Ev panela ku hersê hêja Golbar Emîn, Malmisanij û Reşo Zîlan tê de beşdar bûn, bi minasebeta roja zimanê dayikê ya navneteweyî hat kirin.