Menu
Anket: Kurdî
Te, di şeş mehên dawî de çend kitêbên Kurdî xwendin?
Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê kongreya xwe ya 16an pêk anî!
Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê kongreya xwe ya 16an di 6ê çileya 2012an de pêk anî. Serokê komelyê Zinar Soran xêrhatin li mêvan û endaman kir û kongre bi bîranîna şehîdên Kurdistanê hate vekirin. Piştî vekirina kongreyê hevalên Salih Înce, Osman Aytar weke dîwana kongreyê hatin hilbijartin, rojev hate pejirandin û li gor rojevê kongre hate bi rê ve birin.
Kemal Burkay xatir ji kurdên Swêdê xwest!
Di vê dema ku cenabê te vedigere welêt, daxwazên neteweyî yê neteweyê Kurd daketiye sewiyeyek herî nizim. Gava cenabê te herî welêt bê guman wê gelek rojnamevan û televeziyon bixwazin bi we re bipeyive. Şik jê tune ye ku tu dê bîr û baweriyê xwe yên di ware daxwazên neteweyî û demokratîk de bibêje; lê em dê pê kêfweş bibin ku cenabê te bibe qasidê hinek fikir û mesajên me jî. Eger hat û wezna wê hat, tu dikare bibêje rewşenbîr û nivîskarên kurd yên ku hê jî li Swêdê dijîn weha difikirin: ...'Xoybûna' Alakom ji nû ve hate weşandin
Çapa nû û firehkirî a kitêba Rohat Alakom bi navê Rêxistina Xoyvûn û Serhildana Agriyê di nav weşanên Avesta de derket. Alakom di lêkolîna xwe ya ku bi fotoyên balkêş hatiye xemilandin, yek ji organîzasyonên herî girîng ê neteweperweriya kurdî a modern ji gelek aliyan ve dide...SÎ ROMANÊN KURDÎ YÊN SERKETÎ
Min bi sernavê ”deh romanên kurdî yên herî baş” gotareke nivîsî û pêşkêşê xwendevanên kurd kir. Di nivîsa xwe de min ji xwendevanan daxwaz kir ku ew navên deh romanên kurdî ên baş û serketî binivîsin û ji min re bişînin. Herweha min ji hinek edebiyatzan, rexnegir û nivîskarên kurd re jî mailname şiyand û min ji wan daxwaz kir ku ew navên romanên diecibînin û serketî dibînin...Korteçîrok: Xwepêşandan
Ûso, Hesen û Ahmed diçin xwepêşandanê. Ûsoyê Çavbenîşt, Barût Hesen û Ahmedê Pozqut mîna her carî li qexwexaneya Heciyê Kor rûniştibûn. Çaya xwe vexwarin şûnda Ûso got: -Rabin em herin meydana Qaniqûyê. -Em ê li wir çi bikin? -Dibêjin, cardin li wê derê toplantî heye? Qadirê Pozqut got. -Toplantiya çi ye? Ûso awirê xwe piçek tehl kir. -Ma ez çi zanim toplantiya çi ye! Rabin em herin temaşe bikin, ka hele çi dibêjin. Barût Hesen got. -Dibe, çima nebe! Li vê Qeleboxaziyê û li vê qehwexaneya Hecî, êdî em tetirxanî bûn. Li ser milê wan çakêtên qaçax, ...Deh romanên Kurdî yên herî baş
Dema min di rojnama rojane a tirkî ”Huriyet”ê de nûçeya deh romanên herî baş yên tirkî xwend, ez ji xwe re fikirîm, gelo deh romanên kurdî yên herî baş kîjanin? Min heta niha, belkî yek, du romanên kurdî netêde, bi tevahî hemû romanên kurdî yên nivîskarên kurd ên bakurê Kurdistanê xwendiye û min herweha li ser sed romanên kurdî nivîsên nirxandinê nivîsiye û ji bo danasîn û nirxandina sed romanên kurdî bi navên ”bîst romanên kurdî” , ”sî romanên kurdî” û ”pênce romanên kurdî” sê pirtûk amade kiriye û ya bi navê ”bîst romanên kurdî” weşandiye... ...Çima we neda dest?
Bazo di eywana qerqaş de, pala xwe dabû palgeha qedîfe, ling avêtibûn ser hev, fincana qehweya tehl di dest de, bi dengê çirika hewza hewşê re, bi tiliyên destê çepê porê xwe ser kêlekê şeh dikir, bi bişirînê ji xortên rûniştî re digot: “Me çi gedûg dîtin, çi gedûg. Sala 1968an, ez û Qedo, em li Stenbolê, rojekê berêvarê em çûn meydana pêş qereqola Bakırköyê. Em li dolmîşa Şawerlû siwar bûn. ...Kurteçîrokek- Ji Paşa Brodrêj
Mîna her rojî, kuçeya Qeleboxaziyê bi tevger û şemate bû. Ji tenûra Qadoyê nanpêj, bêhna nanê teze derdihat û bi ser kuçeyê da belav dibû. Li hemberî qehwexaneya Heciyê Kor, Osmanê Bêvildirêj yê nalbend li ber kerekî reş rûniştibû û lingê wî nal dikir. Hedadên esilêrmenî li dikanên xwe, nîr, das, qirim, mer, bivir, tevr, manqal, sobe, nal û her babet feraq û fol çê dikirin. Şerqînî û terqîniya wan guhê meriya ker dikir...Xemgîniyeke Şînê Tarî
Nisêbîn… Navçeyeka ser sînorî welatê me ye ku dîroka xwe bi êşê nivîsandiye… Aliyeke wê li Sûriyê maye navê wê danîne Qamişlo….û mirov û malbatên wir hatine perçekirin. Ap li Qamişloyê ye û birazî li Nisêbînê ye. Hesreta xaltîkê ya dîtina xûşka xwe di nav têlan de fetisiye…. ...Ji weşanxaneya Fanosê 4 pirtûkên nû
Folklora sêwî û dêmariya miletan e. Wekî haceteke nekirkêr diavêjin kuncikekê. Nexasim ji bo miletê kurd. Ji ber sedemê weşanxaneya me qiyemetekî baş dide foklorê. Mirov çi bifilitîne, ji mirinê rizgar bike, ewçend baş e. Berhem bi vê ferasetê hatiye çapkirin. ...Zarokên kurdan bê kurdî nehêlin!
Di vê dema ku rojhilata navîn bi bûyerên mezin dikele û nexşeya vê heremê ya siyasî ji nû vê tê neqişandin, neteweyê kurd, ji derveyî beşê başûrê Kurdistanê, ji hemû mafên xwe yên neteweyî, demokratîk û kulturî bêpar e. Ev trajediyeke mezin e; ji bo dinyaya medenî rûreşiyek e ku nayê qebûl kirin. ...Babetên Populer
- Dr. Cuwan Batû
- Çîrokên Enwer Karahanî li navenda Stanbûlê hatin şîrovekirin
- Em du bira bûn
- Sultan Selaheddînê Eyyûbî (2)
- Deh romanên Kurdî yên herî baş
- Ezîdiyên Cizîrê, Tirbesipiyê, Amûdê, Serêkaniyê û Hesekî -2-
- Evdalê Zeynê
- Mueyed Teyîp: Îngîlîzan rê li yekîtiya zimanê kurdî girt
- Lokman Polat
- Dildarê ziman û muzîka kurdî Aram Tîgran ji nav me bar kir.
- Ji weşanxanê Dozê du berhemên klasîk
- Cûreyekî edebiyata bedew: Kurteçîrok
- Kemal Burkay
- DÎMENEK JI "DÎROKA RÛREŞ"
- Sedsaliya ji dayikbûna Qanatê Kurdo
